‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’ 2019-06-12 11:17:53 BEDLÎS – Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Tetwanê Ahmet Barût ê HDP’î bertek nîşanî daxistina tabelayên kurdî da û got: “Yên ku dibêjin pirsgirêka wan bi tu zimanî re nîne, bi daxistina tabelayan bi xwe re dikevin nava nakokiyan. Divê ji gel lêborînê bixwazin.”    Şaredarê Bedlîsê yê AKP’î Nesrullah Tanglay, tabelaya kurdî ya şaredariyê daxistibû û pişt re jî Şaredariya Tetwanê tabelayên kurdî daxist. Her wiha Şaredariya Bajarokê Tatikê ya girêdayî Navçeya Hîzanê jî tabelaya kurdî daxist.    Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Tetwanê yê HDP’î Ahmet Barût bertek nîşanî daxistina tabelayên kurdî da û vê yekê wek lîstikê nirxand.    'HEKE PIRSGIRÊKA WE BI ZIMAN RE TUNE BE, ÇIMA WE DAXIST?'   Barût da zanîn ku wan daxistina tabelayên kurdî anîne rojeva meclîsê û got: “Me di civînê de ji şaredar pirs kir ku we çima tabelaya kurdî daxistiye. Ji me re got ‘avahiya kevn dane kirê, dema vê avahiya nû ya şaredariyê çê bibe dê tabelayak nû bê daliqandin.’ Gotin ku pirsgirêka wan bi zimanê kurdî re nîne. Baş e, heke ku pirsgirêka we bi zimanê kurdî re tune be çima hûn tabelayê dadixînin? Çima we tabelaya Goristanê daxist? Çi zirarê dabû we? Tişta ku dikin dûrî aqilan e.” Barût da zanîn ku di civînê de serokşaredar ji wan re gotiye “Dayika min jî ji bilî kurdî bi tu zimanî nizane” û wiha bersivê vê yekê da: “Yên ku ji me re dibêjin pirsgirêka wan bi tu zimanî re nîne, bi daxistina tabelayan re bi xwe re dikevin nava nankokiyan.”    ‘SÛC DIAVÊJIN SITÛYÊN HEV’    Barût daxistina tabelayên kurdî yên li Bedlîs, Tetwan û bajarokê Tatikê wek lîstikê nirxand û got: “Dema em ji wan re dibêjin çima hûn wisa dikin, her kesek sûc diavêje sitûyê yê din. Qey mirov dibêje hin kesên din hatine daxistine. Dema wisa dibêjin ev yek tê bîra min ku tabela li ser fermana kesekî tên daxistin. Li ser bertekê niha jî dibêjin ‘em ê yên nû daliqînin.’ Piştî niha hûn ên nû jî daliqînin tu qîmeta wê namîne.”    'BILA JI GEL LÊBORÎNÊ BIXWAZIN’    Barût anî ziman ku daliqandina tabelayan a ji nû ve bi hilbijartina Stenbolê ve girê dide û got: “Ev qet ne samîmî ne. Yên xwedî wê ferasetê ku tabela daliqînin jî dê paş de dîsa biçin daxiînin. Divê ev kes gavek berê gavekê ji gel lêborînê bixwazin. Em ê bibin şopînerê vê meseleyê.”    MA / Cemîl Ugur