Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?

  • rojane
  • 09:22 12 Hezîran 2019
  • |
img

RIHA – Par li Pirsûsê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzkarên wî Hecî Esvet şenyaşar û kurê wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê di bûyerê de tenê Fadil Şenyaşar ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin hat girtin. Dayika wî Emîne Şenyaşar, got: "Ên hatin kuştin em in û ên hatin girtin dîsa em in. Çima?" 

Par li Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzkarên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê belê di bûyerê de Fadil Şenyaşar ê birîndar bibû hat girtin. Hîn jî di lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê birêvebirin de tiştek rû nedaye. 
 
Dayik Emîne Şenyaşar ku di bûyerê de hevjînê wê, du kurên wê hatin kuştin û kurek wê jî hat girtin, xwest kurê wê Fadil bê berdan. 
 
Piştî bûyerê malbata Şenyaşar bar kir û çû Rihayê. Piştî 11 mehan dîsa vegeriya Pirsûsê. Dayik Emîne Şenyaşar wexta behsa bûyerê kir û tiştên hatin serê wan vegotin bi xwe nikaribû û hêstir ji çavan hatin. 
 
'Ê HAT KUŞTIN EM IN Û Ê HAT GIRTIN DÎSA EM IN' 
 
Şenyaşar, bilêv kir ku ji ber biryara nepeniyê ya di dosyeya dozê de delîl baş nehatine bilêvkirin û hin delîl jî hatine windakirin û got: "Salek e kurê min Fadil girtiye. Hîn jî dadgehkirin pêk nehatiye. Di dosyeyê de di bin navê nepeniyê de we gelek delîl veşartine. Çima nayên aşkerekirin. Heta niha em her roj dimirin. Ne mala min, ne malbata min ma. Ên hatin kuştin em in û ên hating irtin dîsa em in. Çima? Çima kes ji wan nayê girtin? her kes dizane çawa êrîşî dikana me kirin û çi kirin. Ji mala me hevjînê min û du kurê min kuştin. Û bis er de jî kurê min girtin. Ma qey eks vê zilmê nabîne? Kurê min berdin. Sûcdar giş li derve ne. Ma ev heqî ye? Bila ev zilm biqede." 
 
‘BAVÊ MIN Û BIRAYÊN MIN KUŞTIN' 
 
Ferît Şenyaşar ku di dema bûyerê de birîndar bibû û bi fermana dozger hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, behsa roja bûyerê kir. Şenyaşar, bilêv kir ku wexta bi birîndarî wan birine Nexweşxaneya Dewletê ay Pirsûsê, li ber çavê polîs û ewlekaran êrîşî wan kirine û got: "Du birayên min û bavê min bi awayekî hovane ku li cîhanê tu rêxistinên terorî jî wisa nakin kuştin." 
 
‘ME HEMÛ TESPÎT KIRIN' 
 
Ferît Şenyaşar, bilêv kir ku dozgerî dibêje "ha em ê îro wan bigirin ha sibê" û got: "Me di wêneyan de hemû tespît kirin. Qeyda wan li dozgeriyê heye. Em dixwazin edalet pêk bê. Ji malbatê em tenê sê kes mane. Em dixwazin rojek berî rojekê sûcdar bên girtin û birayê min bê berdan." 

Sernavên din

16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'