Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima? 2019-06-12 09:22:19 RIHA – Par li Pirsûsê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzkarên wî Hecî Esvet şenyaşar û kurê wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê di bûyerê de tenê Fadil Şenyaşar ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin hat girtin. Dayika wî Emîne Şenyaşar, got: "Ên hatin kuştin em in û ên hatin girtin dîsa em in. Çima?"  Par li Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzkarên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê belê di bûyerê de Fadil Şenyaşar ê birîndar bibû hat girtin. Hîn jî di lêpirsîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê birêvebirin de tiştek rû nedaye.    Dayik Emîne Şenyaşar ku di bûyerê de hevjînê wê, du kurên wê hatin kuştin û kurek wê jî hat girtin, xwest kurê wê Fadil bê berdan.    Piştî bûyerê malbata Şenyaşar bar kir û çû Rihayê. Piştî 11 mehan dîsa vegeriya Pirsûsê. Dayik Emîne Şenyaşar wexta behsa bûyerê kir û tiştên hatin serê wan vegotin bi xwe nikaribû û hêstir ji çavan hatin.    'Ê HAT KUŞTIN EM IN Û Ê HAT GIRTIN DÎSA EM IN'    Şenyaşar, bilêv kir ku ji ber biryara nepeniyê ya di dosyeya dozê de delîl baş nehatine bilêvkirin û hin delîl jî hatine windakirin û got: "Salek e kurê min Fadil girtiye. Hîn jî dadgehkirin pêk nehatiye. Di dosyeyê de di bin navê nepeniyê de we gelek delîl veşartine. Çima nayên aşkerekirin. Heta niha em her roj dimirin. Ne mala min, ne malbata min ma. Ên hatin kuştin em in û ên hating irtin dîsa em in. Çima? Çima kes ji wan nayê girtin? her kes dizane çawa êrîşî dikana me kirin û çi kirin. Ji mala me hevjînê min û du kurê min kuştin. Û bis er de jî kurê min girtin. Ma qey eks vê zilmê nabîne? Kurê min berdin. Sûcdar giş li derve ne. Ma ev heqî ye? Bila ev zilm biqede."    ‘BAVÊ MIN Û BIRAYÊN MIN KUŞTIN'    Ferît Şenyaşar ku di dema bûyerê de birîndar bibû û bi fermana dozger hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, behsa roja bûyerê kir. Şenyaşar, bilêv kir ku wexta bi birîndarî wan birine Nexweşxaneya Dewletê ay Pirsûsê, li ber çavê polîs û ewlekaran êrîşî wan kirine û got: "Du birayên min û bavê min bi awayekî hovane ku li cîhanê tu rêxistinên terorî jî wisa nakin kuştin."    ‘ME HEMÛ TESPÎT KIRIN'    Ferît Şenyaşar, bilêv kir ku dozgerî dibêje "ha em ê îro wan bigirin ha sibê" û got: "Me di wêneyan de hemû tespît kirin. Qeyda wan li dozgeriyê heye. Em dixwazin edalet pêk bê. Ji malbatê em tenê sê kes mane. Em dixwazin rojek berî rojekê sûcdar bên girtin û birayê min bê berdan."