Fermandara QSD'ê: Jin tola jinên Êzidî hildide

img

DÊRA ZOR - Fermandara QSD'ê Aryen Qamişlo, diyar kir ku QSD li Gundê Baxozê yê Dêra Zor armanc dike ku operasona li dijî DAÎŞ'ê bi encam bike û wiha got: "Jin tola jinên Êzidî hildide. Me 29 hezar û 600 kes esîr girt. Em dikarin bêjin DAÎŞ tune bûye. 

 
Operasyona Hêza/Quweta Sûriyeya Demokratik (QSD) ya li dijî DAIŞ'ê li Gundê Baxozê û herêma Hecînê yên Dêra Zor berdewam dike. QSD, bi operasyonên leşkerî armanc dike dawî li hebûna DAIŞ'ê ya fîzîkî bîne. Endamên DAÎŞ'ê li qadek biçûk asê mane. DAIŞ'ê ku 5 sal berê hîlafeta xwe îlan kir û li ser hemû gelê cîhanê tirs ava kir, niha kêliyên dawî dijî. Hilafeta DAÎŞ'ê, di pêşengiya Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) de hildiweşe û têk diçe. Fermandara QSD'ê ku li qada Dêra Zor di eniya li pêş e şer dike Aryen Qamişlo, diyar kir ku DAÎŞ bi destê jinê tune dibe. 
 
'EM DIKARIN BÊJIN DAÎŞ QEDIYA'
 
Aryen Qamişlo, anî ziman ku demek dirêj e hêza DAÎŞ’ê ya mayî di qadek biçûk de asê kirine û wiha got: "Hêj li qadê şerê dijwar heye. Em dikarin bêjin DAÎŞ tune bûye û xelas bûye. Erd û axa ku DAÎŞ’ê di destê xwe de girtine êdî tune ye. Di milê fîzikî de têk çûye. Lê di aliyê hişmendî û bîrdozî de hebûna xwe berdewam dike. Bi awayekî dizî di milê leşkerî de xwe bi rêxistin dike. Li dijî van yekîneyan operasyon û têkoşîna me didome. Demek dirêj e em kesên xwedî vê hişmendiyê teslim digirin. 8 salin em li dijî vê hêz û hişmendiyê têdikoşin." 
 
‘EM DÊ MIZGÎNIYÊ BIDIN'
 
Qamişlo, destnişan kir ku dê di demek kin de DAIŞ'ê xelas bikin û agahiya mizgîniya xelaskirina DAIŞ'ê bidin û wiha lê zêde kir: “Lê DAÎŞ tekçûna xwe qebûl nake. Hilweşina Hilafet û dewleta Îslamê bi zora wan diçe. Şerê me yên li Baxozê didome. Operasyona me ji 3 milan ve didome. Ew çi bikin bila bikin êtî nikarin pêşve biçin. Em dê mizgîniya xelaskirina wan bidin." 
 
'YPJ'Ê DAIŞ TÊK BIR' 
 
Qamişlo bal kişand ser rol û rista YPJ’ê û wiha berdewam kir: "YPJ'ê berpirsiyarî û rolek mezin da ser milê xwe. Vê bandor li ser tevahiya cîhanê kir. Ev bandora YPJ'ê ya li ser cîhanê didome. Ji ber ku hêza DAIŞ têk bir hêza YPJ'ê ye. YPJ'ê DAIŞ têk bir. Ji ber ku hêza wan a li hemberî me şer bikin tune, vê carê sivîlan li hemberî me dikin amûrê şer. Xwe dikin kilifê sivîlan û dixwazin xwe di nava me de biteqînin. Lê dîsa bi ser neketin. Li dijî DAÎŞ’a ku bûbû tirsa cîhanê, hemû jinên cîhanê bûn yek û li dijî wan şer kirin."  
 
'JINAN TOLA JINÊN ÊZIDÎ STEND
 
Aryen Qamişlo, bal kişand ser êrîşa DAIŞ'ê ya di 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî û wiha axivî: "Di 2014'an de li dijî warê Êzidîyan êrîşek gelek mezin pêk anîn. Jin dîl girtin. DAÎŞ'ên ku li Şengalê komkujî pêk anî, îro ji aliyê jinan ve dîl hatine girtin. Biwêşek kurdî heye. 'Dinya ne rojek û duroj e. Dinya bidorê ye' Îro dor hatiye me. Me tola gelê Êzidî û jinen êzîdî hilda. Jinan tola jinên êzidî hilda. Me bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kir."
 
29 HEZAR Û 600 DAIŞ'Î ESÎR GIRTIN
 
Qamışlo, da zanîn ku bi operasyona d8awî ya li dijî DAÎŞ'ê 29 hezar û 600 DAIŞ'î esîr girtin û wiha bi dawî kir: "Di nava wan de gelek kesên biyanî hene. Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê yê eniyê bi dawî bûye. Ji bo em DAIŞ'iyên biyanî teslîmî welatên wan bikin em ketine nava hewldanê. Welatên ku wan bixwazin û ceza bikin hewldanê me didome. Ger ku ev pêş nekeve em dê li Rojava dadgehê ava bikin û yek bi yek darizînin. Xebatên me yên diplomatik didomin. Bi hezaran DAİŞ'î û malbatên wan teslîmî me bûn. Ji welatên cuda hatine tev li DAIŞ'ê bûne. Divê welatên biyanî berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Em dixwazin  
 
Qamişlo, diyar kir ku ew dixwazin roja Newrozê mizgîniya têkçûna DAIŞ'ê bidin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza hemû hêza me ewe ku em di Newrozê de encamê aşkere bikin. Em dê hebûna DAIŞ'ê di Newrozê de tune bikin. Lê ev şer e. Dibe pêşketinên cuda jî derkevin holê. Pêşketinên ku en ne li heviyê ne jî dibe derkevin holê. Operasyona me bi hemû hêza xwe berdewam dike." 
 
 
MA/ Nazim Daştan
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket