Fermandara QSD'ê: Jin tola jinên Êzidî hildide 2019-03-19 11:04:18 DÊRA ZOR - Fermandara QSD'ê Aryen Qamişlo, diyar kir ku QSD li Gundê Baxozê yê Dêra Zor armanc dike ku operasona li dijî DAÎŞ'ê bi encam bike û wiha got: "Jin tola jinên Êzidî hildide. Me 29 hezar û 600 kes esîr girt. Em dikarin bêjin DAÎŞ tune bûye.    Operasyona Hêza/Quweta Sûriyeya Demokratik (QSD) ya li dijî DAIŞ'ê li Gundê Baxozê û herêma Hecînê yên Dêra Zor berdewam dike. QSD, bi operasyonên leşkerî armanc dike dawî li hebûna DAIŞ'ê ya fîzîkî bîne. Endamên DAÎŞ'ê li qadek biçûk asê mane. DAIŞ'ê ku 5 sal berê hîlafeta xwe îlan kir û li ser hemû gelê cîhanê tirs ava kir, niha kêliyên dawî dijî. Hilafeta DAÎŞ'ê, di pêşengiya Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) de hildiweşe û têk diçe. Fermandara QSD'ê ku li qada Dêra Zor di eniya li pêş e şer dike Aryen Qamişlo, diyar kir ku DAÎŞ bi destê jinê tune dibe.    'EM DIKARIN BÊJIN DAÎŞ QEDIYA'   Aryen Qamişlo, anî ziman ku demek dirêj e hêza DAÎŞ’ê ya mayî di qadek biçûk de asê kirine û wiha got: "Hêj li qadê şerê dijwar heye. Em dikarin bêjin DAÎŞ tune bûye û xelas bûye. Erd û axa ku DAÎŞ’ê di destê xwe de girtine êdî tune ye. Di milê fîzikî de têk çûye. Lê di aliyê hişmendî û bîrdozî de hebûna xwe berdewam dike. Bi awayekî dizî di milê leşkerî de xwe bi rêxistin dike. Li dijî van yekîneyan operasyon û têkoşîna me didome. Demek dirêj e em kesên xwedî vê hişmendiyê teslim digirin. 8 salin em li dijî vê hêz û hişmendiyê têdikoşin."    ‘EM DÊ MIZGÎNIYÊ BIDIN'   Qamişlo, destnişan kir ku dê di demek kin de DAIŞ'ê xelas bikin û agahiya mizgîniya xelaskirina DAIŞ'ê bidin û wiha lê zêde kir: “Lê DAÎŞ tekçûna xwe qebûl nake. Hilweşina Hilafet û dewleta Îslamê bi zora wan diçe. Şerê me yên li Baxozê didome. Operasyona me ji 3 milan ve didome. Ew çi bikin bila bikin êtî nikarin pêşve biçin. Em dê mizgîniya xelaskirina wan bidin."    'YPJ'Ê DAIŞ TÊK BIR'    Qamişlo bal kişand ser rol û rista YPJ’ê û wiha berdewam kir: "YPJ'ê berpirsiyarî û rolek mezin da ser milê xwe. Vê bandor li ser tevahiya cîhanê kir. Ev bandora YPJ'ê ya li ser cîhanê didome. Ji ber ku hêza DAIŞ têk bir hêza YPJ'ê ye. YPJ'ê DAIŞ têk bir. Ji ber ku hêza wan a li hemberî me şer bikin tune, vê carê sivîlan li hemberî me dikin amûrê şer. Xwe dikin kilifê sivîlan û dixwazin xwe di nava me de biteqînin. Lê dîsa bi ser neketin. Li dijî DAÎŞ’a ku bûbû tirsa cîhanê, hemû jinên cîhanê bûn yek û li dijî wan şer kirin."     'JINAN TOLA JINÊN ÊZIDÎ STEND   Aryen Qamişlo, bal kişand ser êrîşa DAIŞ'ê ya di 2014’an de li dijî Şengalê pêk anî û wiha axivî: "Di 2014'an de li dijî warê Êzidîyan êrîşek gelek mezin pêk anîn. Jin dîl girtin. DAÎŞ'ên ku li Şengalê komkujî pêk anî, îro ji aliyê jinan ve dîl hatine girtin. Biwêşek kurdî heye. 'Dinya ne rojek û duroj e. Dinya bidorê ye' Îro dor hatiye me. Me tola gelê Êzidî û jinen êzîdî hilda. Jinan tola jinên êzidî hilda. Me bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kir."   29 HEZAR Û 600 DAIŞ'Î ESÎR GIRTIN   Qamışlo, da zanîn ku bi operasyona d8awî ya li dijî DAÎŞ'ê 29 hezar û 600 DAIŞ'î esîr girtin û wiha bi dawî kir: "Di nava wan de gelek kesên biyanî hene. Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê yê eniyê bi dawî bûye. Ji bo em DAIŞ'iyên biyanî teslîmî welatên wan bikin em ketine nava hewldanê. Welatên ku wan bixwazin û ceza bikin hewldanê me didome. Ger ku ev pêş nekeve em dê li Rojava dadgehê ava bikin û yek bi yek darizînin. Xebatên me yên diplomatik didomin. Bi hezaran DAİŞ'î û malbatên wan teslîmî me bûn. Ji welatên cuda hatine tev li DAIŞ'ê bûne. Divê welatên biyanî berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Em dixwazin     Qamişlo, diyar kir ku ew dixwazin roja Newrozê mizgîniya têkçûna DAIŞ'ê bidin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza hemû hêza me ewe ku em di Newrozê de encamê aşkere bikin. Em dê hebûna DAIŞ'ê di Newrozê de tune bikin. Lê ev şer e. Dibe pêşketinên cuda jî derkevin holê. Pêşketinên ku en ne li heviyê ne jî dibe derkevin holê. Operasyona me bi hemû hêza xwe berdewam dike."      MA/ Nazim Daştan