AMED - Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser raporên ku partiyan pêşkêşî Meclisê kirine û diyar kir ku ev rapor di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de kêm in.
Partiyên ku di Komîsyona Meclisê ya ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd hatiye avakirin de cih digirin, raporên xwe yên ku pêşniyarên çareseriyê dihewînin pêşkêşî Meclisê kirin. Di raporên AKP, MHP û CHP’ê de tu guhertineke berfireh ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd cih negirt. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz raporên pêşkêşî Meclisê hatine kirin nirxand.
Yilmaz bal kişand ser girîngiya komîsyona ku li Meclisê hatî avakirin û destnîşan kir ku raporên hatine pêşkêşkirin di çareserkirina pirgirêka Kurd de kêm in. Yilmaz diyar kir ku divê pratîkên komarê yên ku bûne sedema pirgirêka Kurd werin rakirin û anî ziman ku raporên AKP û MHP’ê tenê bi perspektîfa "ewlehiyê" nêzî meseleyê dibin. Yilmaz da diyar kir ku mafên mirovan û gelek mafên bingehîn ên Kurdan di raporan de tune hatine hesibandin.
MIJARA ZIMANÊ DAYIKÊ
Yilmaz destnîşan kir ku xala herî balkêş a di raporan de astengiyên li pêşiya ziman in û ev tişt got: “Di raporê AKP’ê de tenê li cihekî behsa zimanê dayikê tê kirin. Ew jî dibêje ku di dema desthilatdariya AKP’ê de li girtîgehan axaftina bi zimanê dayikê serbest bûye. Dema em li raporê MHP’ê dinêrin, em dibînin ku îdiayên pir dirêj hene ku dibêjin perwerdehiya bi zimanê dayikê dê 'welat parçe bike'. Daxwaza hevpar a hemû Kurdan bikaranîna zimanê dayikê û perwerdehiya bi Kurdî ye. Nirxandinênder barê zimanê dayikê de, di nava Kurdan de bû sedema nerazîbûnê.”
'DIVÊ QADÊN BINPÊKIRINÊ BÊN RAKIRIN'
Yilmaz diyar kir ku nêzîkatiya "tenê bêçekkirina PKK'ê" ne rast e û pê de çû: “Beriya sala 1978’an PKK tune bû. Lê gelek mijarên ku em îro nîqaş dikin, wê çaxê jî pirsgrêk bûn. Dema mirov meseleya Kurd pênase bike, divê wekî beriya şerê çekdarî û piştî şerê çekdarî ji hev cuda bike. Nenaskirina ziman û nasnameya Kurdî, qebûlnekirina Kurdan wekî netewe, sedemên tundiyê ne. Divê qadên binpêkirinê yên ku ji ber şer derketine holê werin rakirin.”
Yilmaz bal kişand ser pênaseya "kesên tevlî sûc nebûne" ya di raporên AKP û MHP’ê de û got: “Mesele zelal e. PKK’ê xwe fesix kiriye û ragihandiye ku li dijî Tirkiyeyê dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Di verastkirinên qanûnî de divê di navbera milîtanan de cudahî tunebe. Partî hîn jî bi quretî û reflekseke dewletê nêzî çareseriyê pirsgirêka Kurd dibin. Bi vê nêzîkatiyê aştî nabe û aştiyeke mayînde pêk naye. Divê dev ji vê yekê berdin û rizayek were avakirin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ’
Yilmaz rave kir ku li Tirkiyeyê dema behsa mafan tê kirin, her tim hin kes li derve tên hiştin û diyar kir ku "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan, ne tenê rewşeke şexsî ye, lê bi hezaran girtiyan eleqedar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd nîqaş bikin, bêguman divê 'mafê hêviyê' jî were sepandin. Sepandina 'mafê hêviyê' ji bo Tirkiyeyê ne qenciyek e, pêwîstiyek e. Heke Tirkiye endama Konseya Ewropayê be û serweriya qanûnî ya DMME’yê nas bike, divê biryara binpêkirinê ya beriya 11 salan pêk bîne.”
RAPORA CHP’Ê
Yilmaz diyar kir ku rapora CHP’ê li gorî partiyên din hinekî li pêştir e û wiha got: “Dema em raporê dixwînin, em dibînin ku di mijara çareseriya pirsgrêka Kurd de hîn jî hin tabû hene. Di raporê de li ser 'mafê hêviyê' nirxandinek tune ye. Lêbelê li ser pêwîstiya sepandina biryarên DMME û AYM’ê nirxandin hene. Ev yek di raporê de xuya dike ku CHP bi hin 'fikaran' tevdigere. Di mijara zimanê dayikê de jî nêzîkatiya CHP’ê ne pir cuda ye. Divê partiyên muxalif daxwazên xwe ji desthilatdariyê wêrektir bînin ziman.”
‘SERBILINDIYA TIRKAN, RÛMETA KURDAN’
Yilmaz gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a "Serbilindiya Tirkan, rûmeta Kurdan" bi bîr xist û girîngiya tevgere bi vî esasî destnîşan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji pênaseyên di pêvajoyê de têne bikaranîn bigire heta hin têgehên di nav raporê de, divê mirov hestiyariyên her du aliyan raçav bike. Tenê nihêrîna li hestiyariya aliyekî, baweriya aliyê din a li hemberî vê pêvajoyê qels dike. Divê raporên li Meclisê bi yekrêziyek berfireh werin qebûlkirin. Civak divê di vê mijarê de bibe hêza zextê.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
