NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, li 5 bajaran bi awayekî hemwext bi ser 26 şîrketan de hate girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, li 5 bajaran şîrketên Demîr Holdîng, Cavitech Denîzcîlîk û Ses Yapi jî di nav de bi giştî ser 26 şîrket û rawêjkarên darayî de hate girtin. Lêpirsîn, bi îdiaya “Avakirina rêxisina sûc”, “Qaçaxçitiya bacê”, “Sextekariya di belgeyên fermî de” û “Fermîkirina mal û milkê bi rêya sûc hatiye bidestxistin” hatiye destpêkirin.
Lêgerînên li şîrketan didomin û hat zanîn ku heta niha gelek kes hatine binçvakirin.
