TEKÎRDAG - DEM Partî li Tekîrdagê bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” meşê li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di meşê de diaxive.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di pêvajoyeke ku li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an li Meclisê hevdîtin tên kirin de, li dijî krîza aborî û xizaniyê ji bo bilindkirina dengê edaletê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşe. Meş, dê bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” bên lidarxistin. Baskê meşê yê Herêma Marmarayê, li semta Kizilpinar a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê dest pê dike. Gelek kesên di saetên serê sibehê de hatin semtê, lihev civiyan. Meş dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bê lidarxistin. Bakirhan, beriya meşê diaxive.
Berfirehiya nûçeyê tê...
