ÎZMÎR - Li rojnameger Delal Akyuz 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Îtîraza ji bo betalkirina cezayê Akyuz, ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate redkirin.
Dadgeha 13’emîn a Cezayê Giran a Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dabû rojnamevan Delal Akyuz. Îtîraza ku ji bo betalkirina cezayê Akyuz hat kirin, ji aliyê Daîreya 2’yemîn a Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê ve hat redkirin. Dadgeha Îstînafê, der heqê îtîrazê de diyar kir ku di biryarê de "bêhiqûqiyek" nîne. Di biryarê de hat destnîşankirin ku kêmasî di delîlan de nînê û nirxandina ji aliyê îspatê jî di cih de ye. Dadgehê îdia kir ku di çarçoveya hiqûqî de çalakî rast hatiye nirxandin û ceza li gorî wesfê sûc e. Dadgeha Îstînafê, îtîraza parêzeran bi yekdengî ji esasê ve red kir.
Parêzerên Akyuz, piştî vê biryarê bi daxwaza betalkirina biryarê dê serî li Dadgeha Bilind bidin.
