MÊRDÎN - DEDAŞ, bi hinceta "xerckirina êm" bi mîlyonan TL ceza li nêzîkî 600 mal û kargehên li gundê Heşêrî yê Qoserê birî. DEDAŞ'ê ku qîma xwe bi vê jî neanî, ceza li ocaxa tenduristiyê ya li gund jî birî.
Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Mêrdînê welatiyan mexdûr dike. DEDAŞ ku li gelek navçeyan bi hinceta "xerckirina kêm" dest bi cezayên "bikaranîna neqanûnî ya elektrîkê" li aboneyan kiriye, tevî nebûna delîlan jî, van kiryaran didomîne. Di demên dawî de, DEDAŞ li gundê Heşêrî yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku bi qasî 600 mal lê hene, ceza li hemû aboneyan biriye. Piştî ku bi hinceta "xerckirina kêm" fatûreyên "bikaranîna neqanûnî" ji hemû aboneyên gund re hatin, DEDAŞ'ê qîma xwe bi vê jî nanî, vê carê rabû li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya Dikmen û dermanxaneyê jî ceza birî.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, DEDAŞ li her maleke gund ji 70 hezar TL'yî heta 90 hezar TL'yî cezayên darayî û li kargeh û depoyan jî ji 100 hezarî TL'yî heta 150 hezar TL'yî cezayên darayî biriye. DEDAŞ, her wiha li kargeh û depoyên ku ji 10 metrekareyan pêk tên û tenê ampûlê pêdixin jî heman ceza birine û paşê du rojan elektrîka tevahiya gund qut kiriye. Piştî tedbîrên qanûnî yên niştecihan, elektrîk bi awayekî qismî hatiye berdan, lê peyamên ku ji niştecihan re hatine şandin nîşan didin ku ji ber derengmayîna dayîna deynan dê ceryana wan dîsa were qutkirin.
‘LI NAVENDÊ NE, LÊ CEZA LI WAN HATIYE BIRÎN'
Îbrahîm Kovan, dermansazê gund ku DEDAŞ'ê ceza li wî jî biriye, diyar kir ku wî tu "bikaranîna neqanûnî" nekiriye û dîsa jî 136 hezar TL ceza lê hatiye birîn. Kovan got: "Wan tavilê elektrîka min qut kir. Wan daxwaza diravdanê kir. Bê guman, me îtîraz kir û serî li dadgehê da. Her kesê li gund ceza li wan hatiye birîn. Wan ji bo hemû bikaranîna neqanûnî û qaçaxê cez ali gundiyan biriye. Ez her meh 4-5 hezar lîre didim. Ez saet 8'ê sibê vedikim û heta 4'ê êvarê dimînim. Ez di dawiya hefteyê de û êvaran girtî me. Tevî vê yekê, ez her meh 4-5 hezar lîre didim. Lê dîsa jî wan cezayek ji min re şandin, îdia kirin ku ez elektrîkê neqanûnî bi kar tînim. Tu pirsgirêkeke min bi bikaranîna neqanûnî ya elektrîkê re tune. Em saziyeke nîv-fermî ne. Ew vî cezayî bi awayekî keyfî dişînin. Ne delîl, ne wêne, ne jî dîmenên kamerayê hene. Bi awayekî keyfî tê kirin. Ew tenê li ofîsê rûniştine û cezayan dişînin. Rewşeke nemirovane ye. Ez bi salan e li vir im û her çend em hemûyan li hev bicivînin jî, dibe ku min ew qas bi kar neanibe. Dadgehê biryar da ku elektrîkê vekin. Lê dadgehê roja Înê biryar da û wan roja Duşemê elektrîkê berda. Bê guman, di vê demê de bi sed hezaran lîre derman xera bûn. Me ji bo vê yekê jî doz vekir. Pisporek hat û nirxandin kir. Em neçar man ku wan dermanan bavêjin."
Abdî Ertaş diyar kir ku pênc aboneyên wî yên kar û yek jî ya malê heye û got ku li kargehekê çenteyan çêdike û yên din jî wekî depo bi kar tîne û li kargehên wî tenê du ampul û vantîlatorek eye. Ertaş destnîşan kir ku tevî vê yekê jî bi tevahî 750 hezar lire cezayê lê hatiye birin û got: "Piştî îtîrazên me, tîmên DEDAŞ'ê hatin û lêkolîn kirin. Her çend wan tu bikaranîna neqanûnî tespît nekir jî, cezayên me nehatin betalkirin. Wan bi qasî 750 hezar TL ceza li min birin. Ew xerckirina kêm wekî sedem nîşan didin. Li DEDAŞ'ê her kes bi serê xwe avaniyeke çeteyî ava kiriye. Bi pratîkên keyfî, her yek ji wan hewl dide ku me bi awayên cuda manîpule bike. Wan ji ber xerckirina kêm cezayê pereyî li me birin. Ango, ew me neçar dikin ku 'elektrîkê xerc bikin'."
Cotkar Bedîr Ertaş anî ziman ku tevî ku li cihê karê wî tenê ampûlek heye û wekî depo bi kar tîne jî, 120 hezar TL cezayê pereyî lê hatiye birîn û got: "DEDAŞ zilmê dike."
Ji şêniyên taxê Hasan Alp jî anî ziman ku ew bi rêkûpêk fatûreyên xwe didin, lê dîsa jî ceza li wan hatiye birin. Alp bilêv kir ku wan hevdîtin bi rayedaran re kiriye lê hê tiştek bi dest neketiye û got: "Di warê budçeyê de kêmasiyên wan hene, wer xuya ye dixwazin vê bigirin. Bila werin li saetan mêze bikin, ger pirsgirêkek hebe em razî ne."
MA / Ahmet Kanbal
