NAVENDA NÛÇEYAN - Veysî Aktaş, bersiv da rexneyên li dijî nameya Abdullah Ocalan a di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de hatibû xwendin û got: “Heke bixwazin Rêbertiyê baş fêm bikin, hewceye di mijara civaknasiya dîrokî de xwe pêş bixin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Peyama Abdullah Ocalan, ji hêla Veysî Aktaş ve hate xwendin ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de mabû. Veysî Aktaş, têkildarî rexneyên bo peyama Abdullah Ocalan hatine kirin, ji Bîanetê re axivî.
Aktaş, diyar kir ku li gel îktîdarê, sedema bertekên çep û sosyalîstên Tirk baweriya wan a hişk e û got: “Ev bawerhişkî tenê di nav rastigran de nayê jiyîn, di çepgiran de jî heye. Yek ji pirsgirêka herî mezin a çepa Tirkiyeyê dijî jî ev e. Lewma nikarin gavekê biavêjin. Nikarin civakî bibin û bi tu awayî wan qalibên îdeolojîk naşikînin û zemîneke polîtîk jê re ava nakin.”
‘DIVÊ DEV JI JIBERKIRINÊN XWE BERDIN’
Aktaş, anî ziman ku li seranserî cîhanê çepgir vê krîzê dijîn û got: “Ji bo sosyalîstan cihekî gotin lê diqede tune ye. Gotinên sosyalîstan naqedin. Nabe ku sosyalîstek di mijara polîtîk de bixetime. Ji ber ku xwe dispêre civakê, xwe dispêre gel. Ev nirxandin, qebûlkirina tunebûn û têkçûnê ne. Çepa Tirkiyeyê jî vê psîkolojiyê dijî. Heman jiberkirinên wan didomin û nû nakin. Ger gotin di cih de be di destê wan de hinek fikrên neguhêr hene. Dibêjin qey heke dev ji van berdin dê ji hev belav bibin û her tiştekî winda bikin. Lewma pir zêde lê xwedî derdikevin. Û venakolin, rexne nakin, bi fikrekî azad nanirxînin. Bênavber heman jiberkirinan dubare dikin.”
Aktaş, feraseta dîrokê ya çepa Tirkiyeyê rexne kir û bang kir ku xwerexneyî nêz bibin. Aktaş, got: “Heke bixwazin Rêbertiyê rast fêm bikin, divê xwe di mijara civaknasiya dîrokî de pêş ve bibin. Divê dîrokê rast bixwînin. Biyaniyên dîroka xwe ne. Heta di nava dîroka xwe bi xwe de jî ‘dîroka bindestan’ dernexistine holê. Çima di nava Tirkan de dîroka bindestan tune ye? Her tim dîrokeke çîna serdest nivîsandî û ew tê de kirde tê ferzkirin. Û civakê jî neçarî vê dikin. Berpirsyarên vê kî ne? Nikarin tenê bi sûcdarkirina dewletê xwe xelas bikin. Divê ew jî berpirsyartiyê li xwe bigirin û xwerexneyî nêz bibin.”
‘DIVÊ DÎROKÊ JI NÛ VE BIXWÎNIN’
Aktaş, da zanîn ku divê çepa Tirk dîrokê ji nû ve bixwîne û wiha pê de çû: “Hewcehiya wan bi pêşxistina nêrîneke nû ya dîrokê û ferasetê heye. Hewceye vê ji hêla bindestan ve vekolin. Tirkmenan li ku derê winda kir? Yên ku dê derxin holê ku tu eleqeya Tirkîtiyê bi Tirkmenan re nîne ew in. Divê bizanin ku ev bi nêrîna serdestan derketiye holê. Weke mînak, kesên biyanî yên mîna Vambery (Arminius) ku bûne sedema pêşketina neteweperestiyê hene. Lewma jî divê xwendineke nû ya dîrokê ya wan hebe.”
‘HEWCEYE ÇEPA TIRK XWE NÛ BIKE’
Di berdewamê de Aktaş têkildarî başfêmnekirina peyamên Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Çawa ku tevgera siyasî ya Kurd di nav xwe de rexnedayîna xwe dabe û xwe nû kiribe, hewceye çepa Tirkiyeyê jî xwe nû bike. Heman jiberkirinên îktîdarê di wan de jî hene. Ji bo rast nêzî pêvajoyê bibin, ji bo rêbaza diyalektîk ku mîna ayetekê dubare dikin fêr bibin, ji ewil divê bikarin bijîn. Ya duyemîn jî divê êdî fêm bikin ku tenê bi rêya diyalektîkê nikarin îzaheta civakê bikin. Ya sêyemîn jî pêwîstî bi nêzikatiyên nû heye. Hinek nêzikatiyên bi Kuantumê re pêş ketin, rastiyên derketin holê hene û di esasê xwe de Ocalan jî felsefeya vê derxistiye holê û ew jî vê fêm nakin.
GELO KURDEK NIKARE RÊBERTIYÊ BIKE?
Hewceye êdî ji sedsala 19’an derkevin, ji wan şertan, ji wî hewayî û ji wan polîtîkayan. Û divê xwe êdî nû bikin û têkildarî roja îro xwedî gotin bin. Divê ji wir derkevin da ku bikarin sosyal şovenîzmê têk bibin. Bila êdî dev ji biçûkdîtina Kurdan berdin. Ranagirin ku rêberê li hemberî wan Kurd be û teşe dide sosyalîzmê. Biçûk dibînin. Ev rast nîne. Yanî Kurdek nikare rêbertiyê bike? Divê ji ewil vê bi xwe bidin qebûlkirin.”
