STENBOL - Siyasetmedar Declan Kearney ê ku qala pêvajoya Îrlandayê kir, diyar kir ku tevlîbûna civaka sivîl û girseyê ji bo pêvajoyê girîng e û got: “Ji bo gelê Kurd aştî, azadî û demokrasî. Ji Abdullah Ocalan re azadî.” Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès Garcıa jî got, "Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye."
"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê tê lidarxistin, didome. Di rûniştina bi sernavê "Di Çareseriyên Pevçûnan de Tecrube" de Parlamenterê Îrlandayê û Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney der barê ezmûna Îrlandayê de pêşkêşiyek kir.
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney qala pêvajoya çareseriyê ya li Îrlandayê kir û got: “Bandora navneteweyî di destpêkirina pêvajoya aştiyê de erênî bû. Piştî damezrandina Peymana Îniya Bixêr, Yekitiya Ewropayê jî tevkariyên girîng kirin. Lêbelê ev 27 sal in me karê xwe neqedandiye. Lê di encamê de di parvekirina hêza siyasî de hêzeke siyasî ya nû hat avakirin. Yek ji tiştên herî girîng ê li vir ew bû ku ji bo bidawîkirina pevçûnên li Îrlandayê rêyeke demokratîk bê avakirin. Em bi biryar bûn ku ew wekî peymaneke girêdar bê pêkanîn. Girîngiya peymanê ew bû ku statûko ne peymanek e û qebûlkirina pêşketin û guhertina demokratîk bû. Di peymanê de wekî pîvanên demokratîkbûnê, ligel danûstanina wekhev, çand û perwerdehiyê, gelek mafên me jî cih girtin. Sepana berdana girtiyan hat destpêkirin. Pêdiviya reforma polîtîk bi komîsyoneke serbixwe hat nirxandin. Hêza polîs a dewletê hat tasfiyekirin û hêzeke nû ya ewlehiyê hat avakirin. Peymana 'Îniya Bixêr' nelihevkirina hêzê çareser kir û rêveberên bakur û başûr anîn cem hev. Ji bo çek û cebilxaneyan komîsyonek hat avakirin, lê bêçekbûnê demeke dirêj girt. Ev jî bû gaveke zêdekirina baweriyê. Ev aştî û peymana Îrlandayê bi rewşek tenê ve girêdayî nînin. Gelek berfireh û tije guhêrbar bûn. Ji serî ve di warê parvekirina hêzan de tiştên neyînî jî qewimîn. Vana pirsgirêkên cidî jî afirandin. Lê pêşveçûnek erênî jî rû da.”
‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’
Kearney, axaftina xwe wiha domand: “Divê em vê yekê jî bizanibin. Her çend 27 sal di ser 'Peymana Îniya Bixêr' re derbas bûbe jî, hîn bi temamî nehatiye pêkanîn. Ji ber vê pirsgirêka Îrlandayê hîn çareser nebûye. Pêwîst e ev pêvajo bi peymanên din berdewam bike. Muzakereya herî girîng divê her tim bi nirxên me bi xwe re bê kirin. Em îdia dikin ku dema yekitiya neteweyî hatiye. Divê pêvajoyên muzakereyê bi temamî berfireh bin, hemû mijar bi aşkerayî bên axaftin, her du alî bi niyeteke baş tevlî bibin, bawerî di navbera hev du aliyan de çêbibe, biryar bên pêkanîn. Civaka sivîl û girse divê tevlî pêvajoyê bên kirin. Di dawiyê de ji bo tifaqeke nû ya demokrasiyê ya di navbera Tirkiye û gelê Kurd de ez piştevaniya xwe ji Kurdan re radigihînim. Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne. Ez bi 'mafê hêviyê' bawer im, lê ez bi hêviyê jî bawer im. Ji gelê Kurd re aştî, azadî û demokrasî. Ji Abdullah Ocalan re azadî.”
‘BERIYA PEYMANÊ PEVÇÛNA SIYASÎ TUNE HATE HESIBANDIN’
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès Garcia diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan û got ku Katalonyayê bi saya muzakereyê destkeftiyên baş bi dest xistine. Garcia bal kişand ser pevçûnên di navbera Katalonya û hikumeta Spanyayê de û got: “Katalonyayê têkoşîna nasname û azadiyê da. Di sedsala borî de paşê gihîşt xweseriya xwe. Piştre rê li ber hin reforman vekir. Di sala 2017'an de referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. Hikumeta Spanyayê xweserî rawestand û zextan dest pê kir. Rêberên hikumeta me hatin girtin, sirgûnkirin. Der barê gelek kesan de lêpirsînên darazê hatin vekirin. Di sala 2019'an de dadgeha hikumeta Spanyayê biryar da ku divê rêber neyên berdan û ceza li wan birî. Piştre çalakî dest pê kirin. Lêbelê partiyên sosyalîst ên li Spanyayê yên piştgiriyê didin serxwebûnê çalakiyeke mezin dan destpêkirin. Me jî di Mijdara 2019'an de bi wan re hevdîtinek da destpêkirin. Min got ez serxwebûna tam a Katalonyayê dixwazim lê dizanim ku hûn jî çareseriyê dixwazin, nizanim kîjan wê bi ser bikeve. Lê di encamê de ez difikirim ku em ê bigihîjin qonaxeke demokratîk. Mehek şûnda bi partiya sosyalîst re lihevkirinek çêbû. Di peymanê de pêşî pevçûna siyasî tune hat hesibandin, muzakere hat qebûlkirin, hat ravekirin ku çareseriya dawî dê bi gelê Katalan re bê biryardayîn.”
‘YA HERÎ GIRÎNG PEYMANA WE YA BI GELÊ WE RE YE’
Garcia diyar kir ku pandemiyê pêvajo asteng kir û piştî pandemiyê dîsa dest bi muzakereyan hat kirin û wiha pêde çû: “Pêşî me xwest girtiyên siyasî bên berdan, li parlamentoya Spanyayê hin sûc ji sûcbûnê bên derxistin. Me xwest zimanê Katalanî bibe zimanekî fermî û di dawiyê de ev jî hat qebûlkirin. Di sala 2024'an de me qanûna efûyê nîqaş kir. Niha em nikarin bibêjin ku efû bi temamî hatiye pêkanîn. Pêşî me xwest serokê berê yê Katalonyayê bê berdan û girtiyên din ên polîtîk bên berdan. Di heman demê de me reformên destûra bingehîn daxwaz kirin. Di pêvajoya muzakereyê de pêdivî bi vizyoneke demdirêj heye. Pevçûneke bi sedan salan di salekê de nayê çareserkirin. Di pêvajoya muzakereyê de kes naxwaze wekî aliyê têkçûyî xuya bike. Heke vegotina we wekî armanc aliyê dijber biçûk bibîne, hûn nikarin pêşve biçin. A herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye. Têgehên rêbertiyê û giştgiriyê girîng in. Rêbertî gelekî girîng e, derfetek dikeve destê we û ev derfet demeke pir kurt li wir dimîne. Mînak, salek berê min peyama ku ji rêberê we hat dît, ev peyameke rêbertiyê bû. Ev bi rîsk e, lê rêbertî ev e. Di dawiya rojê de tiştê ku em hewl didin behsa pêvajoya berfireh bikin, Katalonyayeke demokratîk û aştiyane ye. Silav ji Katalonyayê ji bo Kurdistanê.”
ZULAIKAYÊ BASKÎ: DIVÊ ABDULLAH OCALAN WERE BERDAN
Igor Zulaika yê ku diyar kir ezmûna Baskê demeke dirêj berdewam kiriye, got ku pêvajoya Baskê hîn bi dawî nebûye. Zulaika destnîşan kir ku 14 sal in ew gavên ber bi pêş û paş ve davêjin û ev tişt got: “Di hikumetê de guhertinek hebû, me dest bi pêvajoyê kir. Lê zext li girtiyên siyasî kirin, ew wekî dîl bi kar anîn. Me got pêdiviya me bi guhertinên qanûnî heye. Biryara siyasî didin lê avêtina gavan zehmet dikirin. Paşê di çarçoveya pêvajoya bêçekbûnê de 6 kesên bi çek hatin û teslîm bûn, lê ev hatin girtin. Û piştre bi piştgiriya gelê me jî, me pêvajo derbas kir. Bi taybetî gelê me piştgiriyeke xurt da pêvajoyê. Bi vê piştgiriyê me dest bi kirina hin tiştan kir. Paşê ETA belav bû. Me xwest rêxistineke siyasî ava bikin. Wekî partiya sosyalîst a Baskê. Pêvajo bi qasî ku em dixwazin bi lez birêve naçe. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê mirov bi vê re hevrû bibe. Herwiha tevlîbûna Abdullah Ocalan a ji bo vê pêvajoyê girîng e. Divê Ocalan were berdan ji ber ku tevkariya wî gelekî girîng e. Divê dewlet bi lez di vî warî de gav biavêje. Êdî divê li Kurdistanê û li herêmê piştgirî bidin aştiyê. Civakên me vê yekê heq dikin.”
