Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin

  • rojane
  • 11:07 6 Kanûn 2025
  • |
img

STENBOL - Di konferansa li Stenbolê de peyama Abdullah Ocalan hate xwendin. Abdullah Ocalan got: "Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk, sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin." Abdullah Ocalan, di çarçoveya hiqûqa entegrasyona demokratîk de sê rêgez rêz kir.  

"Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk" a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê li dar dixe, dest pê kir. Konferans dê du rojan bidome. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin hate xwendin. Peyam, ji hêla Veysî Aktaş ve hate xwendin ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû ragirtin û di Tîrmehê de hatibû berdan.  
 
Peyama Abdullah Ocalan a bi sernavê "Em bi rêya avakirina aştî û civaka demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin" wiha ye:                                                     
 
Bîrewerên qedrbilind, hevalên hêja, delegeyên hêja û hemû kesên ku baweriya wan hîn jî bi sosyalîzmê heye; 
                                       
"Ez di demeke wisa de bi we re diaxivim ku li Girava Îmraliyê, di bin şert û mercên tecrîda 26 salan de, ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi lêgerîna aştî û civaka demokratîk danûstandinên bi dewletê re ji nû ve dest pê kirine. Ji bo min pir hêja û biwate ye ku îro li vir di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de li ser Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîzmê bi we re diaxivim. 
 
Wek Kurd, me têkoşîna PKK'ê ya ji bo hebûn û rûmetê ya 52 salan temam kir û em niha ketine serdemekê ku dê komara demokratîk û civaka demokratîk ji nû ve bê avakirin.                                               
 
PKKê bi misogerkirina hebûna neteweyî ya gelê Kurd mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anî, di heman demê de xitimandina sosyalîzma netew-dewletê derxist holê. Sosyalîzma sedsala 20'an wekî pêngava şoreşgerî ya neyînî derket holê, lê nekarî cihê wê dagire. Di salên 1990'î de ku piraniya mirovan ji sosyalîzmê direviyan, min got “Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovbûnê ye” û min tevahiya jiyana xwe ji bo ji nû ve avakirina vê hêviyê terxan kir. Ev têkoşîna ku bi berdêlên mezin hat meşandin, îro bûye mîrateyek ku bi rexneyên teorîk û pratîk hatiye çêkirin. Ji bo ku em bi awayekî rast li vê mîrateyê xwedî derkevin, divê em sosyalîzmê ji bîranînekê veguherînin hêzeke civakî ya zindî ku bi gel re deng vedide.                                                
 
Divê kevneşopiya sosyalîst a di dîrokê de hem ji bo avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina civaka demokratîk wekî mîrateyekê bê hesibandin û rêya bidestxistina vê yekê jî bi bicihanîna erkên navneteweyî di teorî û pratîkê de 
mimkun e. 
 
Her çend sosyalîstên utopîk û Marksîst ji sedsala 19'an û vir ve bi berfirehî rexne li pergala hegemonîk a kapîtalîst kiribin jî, wan nekarî helwesteke encamgir pêş bixistina. Kapîtalîzma îroyîn êdî ne krîzek e, gihîştiye asta nexweşiyekê ku gefê li cinsê mirovan dixwe. Yekdestdariya tundûtûjiyê ya bi şiklê netew-dewletê di vê hilweşînê de diyarker e.                                           
 
Herwekî ku kapîtalîzm tenê bi bingehên aborî nayê ravekirin, em nikarin têkçûna tevgerên sosyalîst tenê bi zordestiya kapîtalîst rave bikin. Xeletiyên dîrokî û yên niha jî di vê paşketinê de diyarker in.                      
 
Divê rexneyên min ên li ser Marksîzmê rast bên fahmkirin. Ez Marks sûcdar nakim; di dema wî de, dîrok wekî îro nehatibû ronîkirin, krîza ekolojîk tunebû û kapîtalîzm di serdema xwe ya bilindbûnê de bû. Tevî van hemûyan, Marks îdeologekî pir bixwebawer bû ku her tim xwe rexne dikir. Wî rizgariya jinan didît, lê ji ber ku wî ew bi awayekî serkî şîrove dikir û kûrahiya wê fahm nedikir, wî bawer dikir ku eger kedxwariya aborî bê derbaskirin, ew ê jî bê derbaskirin. Wî hewl dida dîroka civakî tenê bi rêya çînê rave bike û wî nekarî dewletê û netew-dewletê bi awayekî têrker analîz bike. Ji ber vê yekê jî encamên giran derketin holê. Digel van hemû rexneyan, ez dixwazim lê zêde bikim ku ez rêzê li ber xebata Marks digirim, gumana min ji niyeta wî tuneye û ez Marksîzmê ji Marks cuda dinirxînim. Her çend em li ser hin mijarên bingehîn Marksîzmê û sosyalîzma reel rexne bikin jî, tiştê ku em wekî sosyalîst hîs dikin xwerexnekirin e. 
 
Divê hêzên dij-pergalî, materyalîzma dîrokî ji nû ve binirxînin ku bi rastiya civaka mirovan re li hev bike. Girîng e mirov fahm bike ku kapîtalîzm di sedsala 16an de “ji asîmanan neket”, rehên wê digihîjin pêşveçûna şaristaniyê ya 10,000-12.000 salî ya li Mezopotamyaya Jêrîn. Navendên wekî Girê Mirazan û Girê Keçel vê destpêka dîrokî ronî dikin. Ji ber vê yekê, ez rasttir dibînim ku pergala şaristaniyê ya heyî wekî “pergala kujer a civakî ya kastê” bi nav bikim. Delîlên arkeolojîk û antropolojîk nîşan didin ku kastên nêçîrvanên mêr, bi karanîna teknîkên kuştinê yên ku wan pêş xistine, civakên klan ên bi navenda jinan tepeser kirin û jin kirin kole. Ev di dîroka mirovahiyê de şikestina herî kûr e. Di heman demê de dij-şoreşeke mezin e ku hemû pêşketinên şaristaniyê yên 
pêşiya xwe diyar kiriye. 
 
Analîzkirina kapîtalîzmê ji perspektîfeke dîrokî dê asoya me gelekî berfireh bike. Ev pergal ne tenê nakokiyên navxweyî yên di nav civakê de gur dike, lê di heman demê de bi pêşxistina pergalên çekên kîmyewî û atomî yên ku dikarin gerstêrkê hilweşînin, bi qirêjkirina avhewayê û bi talankirina çavkaniyên binerd û sererdê xwezayê wêran dike û bi vî awayî dawiya mirovahiyê tîne. Di nav erkên bingehîn ên navneteweyî de ye ku girêdayî vê rastiyê analîzeke kapîtalîst a nû ji mirovahiyê re bê pêşkêşkirin. 
 
Divê dîroka bindestan bi perspektîfa komunan a ku pêkhateyeke xweparastinê ye ku ji çînê pêştir e, bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê perspektîfeke dîrokî hewce dike ku êlên destpêkê wekî destpêka komunan dibîne û digihîje çîna ku em îro jê re dibêjin proletarya yan jî digihîje hemû gelên bindest. 
 
Li ser vê bingehê em dibêjin ku dîrok bi têkoşîna çînî ve ne sînordar e. Vê yekê jî di nav xwe de dihewîne û rasttir e ku dîrok wekî pêvajoya têkilî û pevçûnê di navbera pêşketina komunal û pêşketina dij-komunal de bê xwendin ku dîroka wê bi qasî 30 hezar sal berê. 
 
Ez bawer dikim ku konferansa we dê li ser bingeha analîzên teorîk ên ku min pêşkêş kirine, nîqaşên girîng pêş bixe ku dê tevkariyê li têgihîştineke nû ya bername û rêxistina siyasî bikin. Rêbaza bingehîn di vê pêvajoyê de  materyalîzma diyalektîk e. Lê belê, divê piroleyên diyalektîka klasîk bên derbaskirin. Divê em nakokiyan ne wekî qismên ku hevdu hildiweşînin, lê wekî diyardeyên civakî yên ku hevdu xurt dikin bibînin. Ji ber ku bê komun dewlet  tuneye, bê burjuvazî proletarya tuneye. Ji ber vê yekê, divê em nakokiyan ne bi hişmendiyeke hilweşîner, lê bi perspektîfeke dîrokî ya veguherîner bigirin dest. 
 
Pêşketinên zanistî jî nîşan didin ku rêbaza diyalektîk heya ku ew neyê mutleqkirin di analîza civakî de amûreke bi bandor e. Di vê çarçoveyê de, nûjenkirina diyalektîka komun-dewlet û çîn-dewletê hewce ye. Têkçûna sosyalîzma rastîn a sedsala 20an ji şîrovekirina nerast a vê diyalektîka dîrokî derket holê: her çend sosyalîzma dewletparêz dewlet bi dest xist jî, di dawiyê de li hember wê têk çû. Bi girêdana mafê çarenûsa neteweyan bi dewleta neteweyî re, ew di nav sînorên polîtîkayên burjuva de tengijî. Têgeha “netew-dewleta proleter” ji bilî hilberandina zihniyeta dewletperest encameke din çênekiriye. 
 
Min ev heqîqet bi awayekî rast şîrove kir û got: Sosyalîzma netew-dewletê mirov ber bi têkçûnê ve dibe, sosyalîzma civaka demokratîk mirov ber bi serkeftinê ve dibe. Îro dem dema li ser bingeha sosyalîzma demokratîk meşa ber bi rizgariya demokratîk ve ye. 
 
Ez di vê rêyê de bawer dikim ku em ê li şûna dewletê bi perspektîfa komara demokratîk, neteweya demokratîk û bi paradîgmaya civaka demokratîk a ji bo jinan azadîparêz, ekolojîk û demokratîk bi ser bikevin. 
 
Vê hişmendiyê tevgera me gihandiye nûjenbûna îdeolojîk û siyasî, dînamîzma rêxistinî û gelparêz û ew ber bi bernameyeke sosyalîst ve biriye ku dikare jipêdiviyên sedsalê re bibe bersiv. 
 
Têkiliya sosyalîzma demokratîk bi dewletê re di pêvajoya aştî û çareseriyê de ji nû ve teşe digire. Ez têkiliya xwe bi dewletê re wekî têkiliyeke demokratîkbûnê pênase dikim. Di feraseta komara demokratîk de hewce dike ku dewlet ne wekî hêzeke îlahî li ser civakê be, di çarçoveya peymaneke demokratîk de bi civakê rebixebite. Bi stratejiya siyasî ya demokratîk, mimkun e ku di nav dewletê de guherîn û veguherîn çêbibe û civak li ser bingeheke demokratîk ji nû ve bê avakirin. 
 
Bicihkirina vê stratejiyê li ser hiqûqê dê bingeheke mayînde ji bo aştiyê biafirîne. Hiqûq, wekî mekanîzmaya parastin û hevsengiya têkiliya demokratîk a di navbera dewlet û civakê de amûreke çareseriyê ye ku pêşî li tundûtûjiyê digire. Di heman demê de ew ê di sazûmankirina avakirin û meşrûtiya komara demokratîk û ji nû ve avakirina pergala civakî de jî rolekê bilîze. 
 
Yek ji argumanên ku min wekî stratejiyeke bingehîn a têkoşînê pêşkêş kir, entegrasyona demokratîk û têgeha wê ya hiqûqî bû. Hiqûqa entegrasyona demokratîk, ku tê de hiqûq bi rêya normên takekesî û gerdûnî û mafên kolektîf ji bo berjewendiya civakê ji nû ve tê ava kirin, divê li ser sê prensîbên bingehîn bê avakirin: 
 
* Zagona hemwelatîbûna azad, 
 
* Zagona aştî û civaka demokratîk, 
 
* Zagonên azadiyê. 
 
Hiqûqa entegrasyona demokratîk dê hem dewletê vediguherîne dewleta norman û hem jî dê hebûna civakê ya bidestxistî bi awayekî sazûmanî misoger bike û bi vî awayî azadiya xwe bi dest bixe. Pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ku min da destpêkirin pêvajoyeke diyalogê ye. Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku etnîsîte, ol û mezhebên tevlihev lê ne, gelek tişt hene ku bi diyalog û danûstandinên demokratîk bên bidestxistin. Bi rastî, ez bawer dikim ku sosyalîzmeke watedar ji bilî nêzîkatiyeke şoreşgerî ya tundûtûj, guncantir e ku xwe wekî pergaleke erênî ya avakirin û hebûnê birêxistin bike û vê yekê jî bi şêweyê diyaloga demokratîk pêk bîne. Zehmet e ku mirov bawer bike ku sosyalîzm bêyî ku li ser diyalogeke demokratîk a berfireh û kûr bê avakirin, bê 
avakirin jî mayînde be. 
 
Lenîn jî gotiye, “Sosyalîzm bêyî demokrasiyeke berfireh û pêşketî nayê avakirin.” 
 
Bi vê bîr û baweriyê, ez hêvî dikim ku civîna me serkeftî derbas bibe û ez silav û hezkirina xwe ya hevaltiyê ya bêdawî pêşkêşî we dikim. 
 
06.12.2025   
 
Abdullah OCALAN 
 
Girava Îmraliyê"

Sernavên din

12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e HATE NÛKIRIN
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome