ÎZMÎR - Bersûcê ji êrişa çekdarî ya li dijî Rojnameya Evrenselê dihat darizandin, di danişîna duyemîn de hate tehliyekirin.
Di 13’ê Tebaxê de kesê bi navê îsa Can Bîler bi çekan êrişî avahiya Buroya Îzmîrê ya Rojnameya Evrenselê kir. Duyemîn danişîna dozê li 42’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê hat lidarxistin. Bersûc Îsa Can Bîler û parêzerên wî û parêzerên rojnameyê di danişînê de amade bûn. Baroya Îzmîrê weke çavdêr tev li danişînê bû. Her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl jî doz şopandin.
Ji parêzerên rojnameyê Bariş Îpek di parastina xwe de got ku tu tiştek li dosyayê nehatiye zêdekirin, wan di danişîna din de kêmasiyên divê bên temamkirin xwestibûn û ji bo îdiaya pêvek serlêdana sûc kiriye û got: “Dozgeriyê dosya vekiriye lê em bi encama wê nizanin. Dibînin ku kêmasî nehatine temamkirin. Em dixwazin kêmasî bên temamkirin û rewşa girtî û kontrola edlî bidome.”
Parêzera rojnameyê Devrîm Avci jî diyar kir ku çeka hatiye bikaranîn winda ye û xwest rewşa girtî bidome.
Dozger jî bi hinceta “rewşa tunekirina delîlan nîne”, xwest Bîler bê berdan.
Nûnerê rojnameyê yê Îzmîrê Ozer Akdemîr jî got ku ew dixwazin kesên li pişt êrişê bên aşkerakirin û got: “Îsa Can Bîler tenê tetîkkêş e. Hemû delîl nehatine komkirin. Giliyê me didome.”
Bersûc Bîler jî îdia kir tetîkkêş nîne û xwest tehliye bibe.
Parêzerên Bîler jî xwestin miwekîlê wan tehliye bibe.
Şandeya dadgehê biryara bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, biryara tehliyekirina Bîler da. Dadgerî xwest ku aqûbeta lêpirsîna der heqê Bîler de were pirsîn û bi dosyayê re bibe yek dosya. Danişîn taloqî 5’ê Adara 2026’an hate kirin.
PIŞTÎ DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HATE DAYIN
Piştî danişînê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî hat dayin. Akdemîr di daxuyaniyê de bertek nîşanî biryara tehliyeyê da û got ku qeydên dîmenan, delîl û qeydên HTS’ê nîşan didin ku êrişeke plankirî ye. Akdemîr, got ew baş dizanin li pişt êrişê kesên cuda hene.
Parêzer Devrîm Avci jî got têkoşîna maf dikare bi piştevaniyê were mezinkirin, biryara dadgehê rexne kir û ew ê hemû mafên xwe yên zagonî heta dawiyê bi kar bînin.
Seroka Şaxa TGS’a Îzmîrê Nîl Kahramanoglû jî anî ziman ku bi biryara hatiye dayin re têkoşîna kedkarên çapemeniyê jinedîtî ve hatiye dîtin û tevî her tiştekî jî ew ê bêdeng nebin û rastiyan vebêjin.
