ŞIRNEX - Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku rayadarên li Şirnexê, ne li gorî pêvajoyê tevdigerin û bang li Tifaqa Cumhur kir ku li dijî aliyên şerxwaz û dijberên aştiyê têbikoşin.
Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin didome. Ji destpêka pêvajoyê û vir ve, Tevgera Azadiya Kurd gavên şênber ên girîng avêtin, lê dewlet û desthilatê hîn gaveke şênber neavêtiye. Rexmê pêvajoyê, çalakiyên demokratîk ên ku tê xwestin li bajarên Kurdistanê werin lidarxistin, bi êrişên polîsan tên astengkirin. Bajarê sereke yê ku çalakî lê tên astengkirin yek jê Şirnex e.
Li Şirnexê bi pêvajoyê re, zêdebûna êrişên li ser çalakiyên demokratîk û şînan balê dikşîne. Her çalakiya ku tê xwestin li bajêr bê kirin, bi fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, ji aliyê hêzên "ewlehiyê" ve bi êrişan tê astengkirin. Ji çalakiyên li dijî qetilkirina jinan heta çalakiyên berteka li hember tacîza zarokan, ji çalakiyên piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heta şînan, gelek çalakî bêyî hincet bi fermana Bîrol Ekîcî hatin qedexekirin.
BÊTEHEMÛLIYA WALIYÊ ŞIRNEXÊ BÎROL EKÎCÎ YA LI HEMBERÎ ŞÎNAN
Qedexeya serdanên girseyî yên ji bo şîna endamên HPG, YJA STAR û HSD’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di nava qedexeyên sereke de ne. Ji 20’ê Hezîrana 2025’an û vir ve, herî kêm serdanên girseyî yên ji bo şîna 27 endamên HPG, YJA STAR û HSD’ê bi fermana Walî Bîrol Ekîcî, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo 27 şînan, bikaranîna hemû malên şînê û mizgeftan, tevî yên ku malbat û gel bi derfetên xwe ava kirine, ji aliyê Bîrol Ekîcî ve hat astengkirin. Malbatên ku şîna xwe li malên xwe datînin û kesên tevlî şînê dibin jî ji aliyê polîsan ve bi sepanên cuda tên tacîzkirin. Herî dawî duh li Cizîrê, Hevşaredarên Cizîrê Guler Tunç Yerebasan û Abdurahîm Durmuş ên ku diçûn sempozyûma ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî tev li bûbû, ji aliyê Midûrê Emniyeta Şirnexê Şuayîp Ogdur ve gef li wan hat xwarin, heqaret li wan hat kirin û ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku sepanên "qedexeker" ên ku rayadarên li Şirnexê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêk tînin, zirarê didin pêvajoyê û zext, gef û astengkirinên didomin nirxand.
Îrmez, bi bîr xist ku beriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî li Şirnexê sepanên "qedexeker" rû didan û ev tişt got: "Em têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane û demokratîk didin. Ji bo mezinbûna siyaseta demokratîk de gelek berdêl hatin dayîn. Têkoşînek heye ku bi hezaran şehîd dane. Ev têkoşîn ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêzdar Ocalan di tecrîda 27 salan de ji bo pêkhatina vê yekê têkoşiya."
'LI BOTANÊ POLÎTÎKAYÊN TAYBET DI DEWRÊ DE NE'
Îrmez diyar kir ku wekî DEM Partî ji bo civakîkirina vê pêvajoya ku di 1'ê Cotmeha 2024'an de dest pê kir çi ji destê wan hat kirine û wiha pê de çû: "Niha li seranserê Tirkiyeyê rewş erênî ye û aştî û demokrasî ji bo her kesî ye. Lêbelê polîtîkayên qedexeker ên ku beriya 1'ê Cotmeha 2024'an li Botanê dihatin meşandin, piştî vê dîrokê jî dewam kirin û dikin. Polîtîkayên zext, girtin, binçavkirin û gefxwarinê li Botanê di asta herî jor de bûn. Ji salên 1990'î û vir ve polîtîkayeke taybet a dewletê li ser Botanê heye."
'QEDEXE NAYÊN QEBÛLKIRIN'
Îrmez destnîşan kir ku qanûnên li her derê Tirkiyeyê derbasdar in, li Şirnexê derbasdar nînin diqewimin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi hişmendiyeke ku bi aqilê tasfiyekirinê tevdigere re rû bi rû man. Heta îro em di her çalakiyên ku me dixwest ji bo aştî û demokrasiyê bikin de, bi astengî û zextan re rû bi rû diman. Dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, em bi hêviyeke mezin demokratîkbûna Tirkiyeyê bûn. Lê mixabin li Şirnexê nêzikatiya rayadaran a li hemberî welatiyên ku herî zêde aştî û demokrasî heqê wan e, pir cûda ye. Bi hişmendiyeke ne li gorî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tevdigerin. Ev nayê qebûlkirin. Di çalakiya herî normal de jî, tevî ku mafekî destûra bingehîn e jî em bi astengiyan re rû bi rû dimînin."
'HIQÛQA DIJMINATIYÊ YE'
Îrmez, çalakiyên aştiyane yên ku di pêvajoya dawî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine astengkirin rêz kir û rave kir ku qedexeyeke taybet li dijî şîna kesên ku di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane heye. Îrmez destnîşan kir ku mafê şîngirtinê yek ji mafên herî bingehîn e û got: "Tiştekî bi qasî şîngirtina malbatê wijdanî nîne. Ev yek li Şirnexê bi awayekî bêhiqûqî tê astengkirin. Malbat nikarin şîna xwe deynin. Em dikarin nedayîna malên şînê yên li Şirnexê ji bo van malbatan, wekî hiqûqa dijminatiyê binirxînin. Tu ravekirineke mirovî û wijdanî ya vê yekê nîne. Ev 10 sal in ez di nava siyaseta çalak de me, min gelek astengî dîtin lê cara ewil e di vê pêvajoyê de şahidiyê dikim ku di çalakiyekê de segvan li ser banên avahiyan hatine bicihkirin. Di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de çalakiya ku li navenda Şirnexê dê bihata lidarxistin bi awayekî bêhiqûqî hat astengkirin, em ji aliyê tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin. Sepanên ku ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ne li Şirnexê hene. Di 25'ê Mijdarê de li çar aliyên Tirkiyeyê meşên li dijî tundiya li ser jinan pêk hatin, lê tenê li Silopiyayê meş hat astengkirin."
'DIVÊ DESHTILAT BI ALIYÊN WIHA RE TÊBIKOŞE'
Îrmez anî ziman ku ew ê li dijî sepanên qedexeker siyaseta demokratîk xurt bikin û wiha axaftina xwe domand: "Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve çi ji destê me tê, em êbikin. Em ê li hemberî sepanên qedexeker rawestin. Em bang li rayadarên ku van sepanên bêhiqûqî pêk tînin, dikin ku li gorî qanûnan tevbigerin. Divê aştî û aramî ji bo her kesî be. Nexwe bi qedexekirina çalakiyan bi awayekî bêhiqûqî, aramiyê nade kesî. Hişmendiyeke li dijî aştiyê heye. Dibe ku yên aştiyê nexwazin hebin. Divê li dijî wan têkoşîn bê meşandin. Divê Tifaqa Cumhur, ji bo serketina pêvajoyê bi van aliyan re têbikoşe. Nexwe her kesê ku bi van sepanên qedexeker re rû bi rû dimîne û şahidiya vê dike dê baweriya wan nemîne."
'DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ SERWER BE'
Îrmez destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd heta niha di çarçoveya pêvajoyê de gavên pêwîst avêtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet di avêtina gavên pêwîst de dereng ma. Avakirina komîsyona li Meclisê û serdana vê komîsyonê ya ji bo rêzdar Ocalan di nava gel de kelecanek çêkir. Divê komîsyon tavilê raporê pêşkêşî Meclisê bike û ji bo verastkirinên qanûnî gav bên avêtin. Divê her kes li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Divê zimanê aştiyê serwer be. Divê ruhê aştiya civakî derkeve holê. Wekî kesên ku herî zêde aştiyê dixwazin, em heta dawiyê bi bîr û bawerî tevdigerin. Hêviya me ji rayadaran ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ji diyalogê nerevîn. Divê dev ji sepanên zextê yên kevn bê berdan. Zext, qedexe û çewisandin ne çareserî ye. Pirsgirêk tenê bi lihevkirin û diyalogê dikarin bên çareserkirin."
MA / Emrullah Acar
