AMED – Şaredariya Peyasê ku piştî "Peykerê Jinên Têkoşer" çêkir li ser medyaya sanal hedef hat nişandan, destnîşan ir u helwestên êrişkar ên bi vî rengî yên li dijî berhemên hunerî, aştî û çanda civakî û jiyana bi hev re hedef digirin.
Şaredariya Peyasê ya Amedê, di 26'ê Mijdarê de li Parka Medyayê "Peykerê Jinên Têkoşer" çêkiribû. Piştî vê, peyker li ser medyaya sanal hedef hatibû nişandan. Şaredariyê têkildarî vê bi nivîskî daxuyanî da.
Daxuyaniya Şaredariya Peyasê bi vî rengî ye: "Me wekî Şaredariya Peyasê, di çarçoveya Hefteya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, ji bo rûmeta hemû jinên ku dengê xwe li dijî tundiyê bilind dikin, peykerê ku sembola berxwedan û azadiyê ye, vekir.
Li gorî prensîba şaredariya me ya wekhevparêz û azadîxwaz, ji bo ku em Peyasê bikin navçeyeke ku jin lê bi rehetî bêhna xwe vedidin, dengê wan tê bihîstin û dîtbariya wan tê misogerkirin, xebatên xwe bênavber didomînin. Wekî tê zanîn, Şaredariya Peyasê bi salan di bin rêveberiya qeyûman de rastî zirareke mezin hat. Di wê serdema tarî de însiyatîfên jinan hatin tunekirin, navendên jinan hatin bêbandorkirin û qadên çand û hunerê ji armanca xwe ya resen hatin dûrxistin. Van polîtîkayên ku ked, jiyan û hebûna jinan nedidîtbar dikirin, zirareke kûr da tevna civakî ya navçeya me.
Îro jî dema ku peykerê dîtina jinan xurttir dike dibe armanc, tê wateya dijminatiya li dijî jinan a ku berhema vê texrîbatê ye û encama rojane ya feraseta li dijî wekheviyê ye. Êrişkirina li ser berhemeke hunerî, êrişek li dijî aştiya civakî, çand û jiyana hevpar e.
Em wekî Şaredariya Peyasê bi zelalî dibêjin: Tu hewldana hedefgirtinê, tu kampanyaya reşkirinê nikare îrade û biryara me ya ji bo parastina azadî, wekhevî û mafê jiyanê ya jinan lawaz bike.
Xebatên me yên çandî, hunerî û civakî wê bi projeyên ku çîrok, ked û têkoşîna jinan derdixin pêş çavan, wê bênavber bidome.
Em sozê didin hemû jinan: Em ê şopên zirara ku qeyûman li pey xwe hiştine bi temamî ji holê rakin, ji bo jin jiyaneke azad û wekhev hilberînin û hemû xebatên ku dike li bajêr şopa jinan çêbibe, mezintir bikin."
