STENBOL – Parêzerên 30 giriyên ku di operasyona bi navê “Vegerandina Jiyanê” de hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku ev li dijî mirovahiyê ye, biryara demboriya vî sûcî ne pêkan e.
Parêzerên 30 girtiyên ku di operasyona “Vegerandina Jiyanê” ya 19’ê Kanûna 2000’an de, hatibûn qetilkirin têkildarî pêvajoya darazê û biryara demboriyê li Baroya Stenbolê daxuyanî dan. Doza ku daraza wê di sala 2010’an de hate destpêkirin, di 17’ê Adara 2025’an de ji aliyê Dadgeha 13’yemîn a Cezayê Giran a Bakirkoyê biryara demboriyê hat dayîn. Guçlu Sevîmlî yê ku yek ji parêzerê dozê ye biryara dadgehê rexne kir û diyar kir ku qetliam encamên polîtîkayên dewletê yên girtîgehan e. Sevîmlî diyar kir ku peyva “operasyonê”, “qetlîamê” îfade dike û ev tişt got: “Ên operasyon pêk anîne, bi mebesta qetilkirinê kirine û ev yek xistina meriyetê.”
Sevîmlî diyar kir ku Dozgerê Komarê yê Eyubê Alî Îhsan Demîral ê ku lêpirsîna doza qetlîamê birîve dibir, 10 sal in dosya bi dereng xistiye û bibîr xist ku piştî 10 salan der heqê 39 leşker û payebilindan de doz hatiye vekirin. Sevîmlî, di berdewa axaftina xwe de ev tişt got: “Dozger, ji ber doza ku bi hinceta erka xwe xirab kar aniye, ji dosyayê hat vekişandin. Dozgerê nû dosya ji nû ve lêkolîn kir û di îdianameya duyemîn a 2015’an de der heqê 157 leşkeran de doz vekir.”
DOZGERÊ DOZÊ HAT DARIZANDIN
Sevîmlî, destnîşan kir ku derheqê dozê de biryara demboriyê hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Li gorî delîl, raporên otopsiyê û dosyayên tiba edlî hatiye tesîtkirin ku leşkeran qawişên girtiyan gulebaran kirine û aliyê girtiyan ve tu çek nehatine berdan. Herwiha DMME’yê der heqê dozê de biryara binpêkirina mafê jiyanê yê girtiyan daye û 6 girtiyên jin bi zindî hatine şewitandin. Rexmê vê biryara demboriyê ya der barê leşkeran nayê qebûlkirin. Divê em bibîr bixin ku Dozgerê Komarê yê Eyubê Alî Îhsan Demîral ji ber betalkirina dozê der heqê wî de îdianame hatiye vekirin û wek bersûc hatiye darizandin.”
BIRYARA DEMBORIYÊ
Piştre parêzer Gulîzar Tuncer, destnîşan kir ku têgeha sûcê li dijî mirovahiyê ji bo komkujî û qetlîamana tê bikar anîn û ev tişt got: “Ji destpêkê ve me destnîşan kir ku ev sûc sûcên li dijî mirovahiyê ne û li hemberî komkujiyên li hundir û derve tên kirin, biryara demboriyê ne pêkan e.”
