AMED - Şaredariya Peyasê li Parka Medyayê ji bo peykera jinekê ku wekî remza berxwedan, têkoşîn û azadiya jinan e, merasîmek i dar xist. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncarê got ku ew peykerê diyarî jinan dikin.
Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê li Parka Medyayê ya li navçeyê peykera jinekê ku wekî berxwedan, têkoşîn û azadiyê ya jinan tê pênasekirin, çêkir. Peyker bi merasîmekê hat danasîn. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar û gelek xebatkarên jin ên şaredariyê tev li merasîma vekirina peykerê bûn.
Hevşeredara Peyasê Bêrîvan Sîncar ku li vir axivî, diyar kir ku wan ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî gelek xebat li dar xistine û got: “Ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve ji 90 hebî zêdetir navendên jinan hatin vekirin. Xebatên me dê ji bo jinan bidomin. Li gorî daneyan di sala 2024'an de 80 hezar jin hatine kuştin. Ev hejmara kuştina jinan jî her tiştî nîşan dide. Em wekî jinên têkoşer em ê berxwedana xwe li her derê û her dem berdewam bikin. Em vê peykerê diyarî hemû jinan dikin. Ev peyker remza jinên têkoşer e.”
