NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, gule li welatiyên bi daxwaza federasyon, rêveberiya nenavendî û bidawîkirina tundiyê daketin kolanan barandin.
Xwepêşandêrên ku li dijî tundiya vê dawiyê ya li Humsê, li bajarên Humsê û Laziqiyê derketin qadan, hatin gulebarankirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; welatiyên Elewî bi armanca şermezarkirina tundî û êrişên vê dawiyê yên li Humsê çêbûne, li Çexerêya Zîraa çalakiyek li dar xist. Lê komeke ciwanan bi keviran êrişî komê kir, piştre gule hatin reşandin û çend xwepêşandêr birîndar bûn.
Li Humsê jî komekê bi heman rengî bi ço û kêran êrişî xwepêşandêran kir. Di êrişê de welatî birîndar bûn û rasterast gule li xwepêşandêran barandin. Piştî xwepêşandêr hatin gulebarankirin, li tevahî bajar û bajarokên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de tevgereke zêde ya hêzên leşkerî yên hikûmetê heye.
