ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin

  • jin
  • 14:49 24 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - ÎHD’ê, ragihand ku di nava sala dawî de li bakurê Kurdistanê herî kêm mafê jiyanê yê 88 jinan hatiye binpêkirin. 

 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Nawneteweyî, rapora xwe ya “Binpêkirina mafên jinan” a salekê ya li bajarên bakurê Kurdistanê li avahiya xwe aşkera kir.
 
Rapor, ji aliyê endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidirê ve hat xwendin.
 
MIRINÊN BIGUMAN ÊN JINAN 
 
Esra Saçaklidirê diyar kir ku rapor ji bûyerên di navbera 1’ê Kanûna 2024’an û Mijdara 2025’an pêk tê û got: “Tundiya li ser jinan ne tenê fizîkî ye, tundiya zayendî, aborî û civakî jî heye. Ji ber tundiyê gelek jin ji civakê tên dûrxistin. Gelek jin întîxar dikin. Lê em dizanin ku ev întîxar jî cinayetên civakî ne. 5 jinan întîxar kiriye, 37 jin hatine kuştin, 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer hemû ji ber sedemên tundiya li nav malê û civakê pêk tên. Li dijî van mirinan lêpirsînek baldar nayê kirin.”
 
MAFE JIYANÊ YÊ 88 JINAN HATE BINPÊKIRIN
 
Bi domdarî Esra Saçaklidirê destnîşan kir ku ji ber tundiya di nava malê de herî kêm 29 jinan jiyana xwe ji dest dane, 9 jin birîndar bûne û got: “Ji kesên berpirsiyar hat xwestin ku ev bûyer werin veşartin. Sala 2025’an wekî ‘Sala malbatê’ hat aşkerakirin lê ev biryar mirinan nesekinand. Divê dewlet destpêkê jinan biparêze. Em dizanin ku neçarserkirina pirsgirêka Kurd tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ji bo wê em dibêjin divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. 37 jinan jiyana xwe ji dest daye, 5 jin întîxar kiriye û 46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane.”
 
DAXWAZÊN XWE RÊZ KIR
 
Di berdewamê de ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan ev daxwaz hatin rêzkirin:
 
* Dewleta Tirkiyê divê dîsa vegerê ser Peymana Stenbolê.
 
* Desthilat divê qanûna 6284’an bi awayekî xurt bimeşîne û divê ji dest biryarên kêfî berde.
 
* Divê lêpirsînên bi bandor û baldar li ser tundiya di nav malê û civakê de pêk tê were kirin.
 
* Divê mekanîzmayên serlêdanê ji bo jinan hêsan be.
 
* Divê zextên li ser saziyên jinan werin bidawîkirin.
 
PEYAMA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ
 
Di dawiyê de endama Komîsyonê Eylem Kaya axivî. Eylem Kaya jî diyar kir ku divê her dem tundî di rojeva her kesî de be û got: “Ne tenê 25’ê Mijdarê divê tundiya li ser jinan her dem were hişê me. Divê tundiya li ser jinan li her qadê ji holê bê rakirin. Em ê jî li her qadê li dijî tundiyê rabin. Em wekî ÎHD’ê diyar dikin ku heta tundî bi dawî bibe dê têkoşîna me berdewam bike.”      

Sernavên din

15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim