ENQERE - Piştî komîsyona meclisê biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da, dê şande serê hefteyê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi piraniya dengan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qebûl kir. Di dengdayîna li komîsyonê de AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEP'ê bi erênî deng dan û Koma Yenî Yolê jî bêlayen tevgeriya. Partiya Demokrat, HUDA-Par, Partiya Demokratîk Solê jî bi neyînî deng da.
CHP û Partiya Yenîden Refahê jî tevli dengdayînê nebûn.
Pêşniyaza Koma Yenî Yolê ku xwest bi rêya SEGBÎS'ê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin, bi piraniya dengan hat redkirin. li gor agahiyên bi dest ketin, hevdîtin dê serê hefteyê pêk bê. Dê ji komîsyonê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî bê avakirin û kesên di vê şandeyê de dê li ser navê komîsyonê hevdîtinê pêk bînin.
DEM Partiyê duh daxuyandibû ku ger hevdîtin bê kirin dê di şandeyê de Seroka Koma MEclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît cih bigire. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz jî beriya civîna komîsyonê gotibû ew ê jî di şandeyê de cih bigire.
AKP û Koma Yenî Yolê hê kes diyar nekirine. Li gor agahiyan; dê AKP Huseyîn Yayman bişîne. Koma Yenî Yolê jî hê li ser nav nîqaşên xwe didomîne.
MA/ Mehmet Aslan
