ENQERE - AKP, beriya civîna komîsyona li Meclisê ya bi rojeva çûna Îmraliyê, li Enqereyê civiya.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê sibe bi rojeva çûna Îmraliyê bicive. Endamên komîsyonê yên AKP’î beriya civînê, li Meclisê bi serokatiya serokê koma partiyê Abdullah Guler civiya. Dê di civînê de li ser serdana komîsyonê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nîqaşkirin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî tê lidarxistin.
