Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir

img

AMED - Weşanxaneya Aryenê sisê jê çapên nû 15 pirtûkên din çap kir. Weşanxaneya ku her diçe pirtûkxaneya xwe dewlemendtir dike di vî berê berheman de berhemeke Dimilî jî çap kir.

Weşanxaneya Aryenê ku di sala 2025'an de jî çapkirina berheman berdewam kir, bi 15 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendekaran. Weşanxaneya ku heya niha zêdetir cih daye berhemên girtiyên azadiyê, di vî berê berheman de jî gelek berhemên di nava çar dîwarên zindanê de hatine nivîsîn çap kir. Weşanxaneyê ligel 3 berhemên bi zimanê Tirkî, berhemeke bi zaravayê Kurdî Dimilî jî çap kir.
 
JI ZAROKÊN ÇIYÊ BAGER
 
Pirtûka Gulazer Akin a bi navê "Ji Zarokên Çiyê Bager" bîranîn e. Sebahattîn Akin anku Bager, di 7'ê Adara 1971'ê de ji dayik bûye û di 11'yê Tîrmeha 1992'yan de dema di nava refên tevgera azadiyê de ye li Mêrsînê jiyana xwe ji dest dide. Gulazer Akin ku ji sala 1996'an ve di girtîgehê de ye, bi vê berhemê jiyan û kesayetiya Bager anku birayê xwe bi xwendekaran re parve dike. Akin, di gotina dawî ya berhemê de behsa şert û mercên nivîsîna vê berhemê dike û wiha dibêje: "Şehîd, asoya me ne. Stêrkên Bakur in ji me re. Em deyndarên wan in. Lewre ji bo ku pêşiya jiyana me, azadiya me û emrê me vekin, wan emrê xwe feda kir û çûn… Ji ber wê em deyndarên xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî ne. Heke rojekê me ew ji bîr kirin, em ji rêya wan derketin, ji rêya xeyalên wan derketin, bila di serî de em xwe ji bîr bikin. Bi qasî ku em şopdarên têkoşîna wan in, divê ewqas em ji jiyana wan, ji kesayeta wan haydar bin, wan nas bikin. Min jî bi vê nivîsê re xwest deynekî derengmayî bînim cih. Şehîd Bager (Sebahattîn Akın), kekê min, rêhevalê min di 11ê Tîrmeha 1992yan de li Mêrsînê bi qehremanî şehîd ket. Min xwest jiyana wî, kesayeta wî, gerîlatiya wî û fedaîtiya wî binivîsim. Lê belê di şert û mercên zindanê de ev pir zehmet bû. Piştî bîst û heşt salan gihîştina agahiyan ne hêsan bû. Lê bi saya hin hevalan min cesaret kir û nivîsî. Di van şert û mercan de gotinek, hevokek, agahiyek jî ji bo min bi qîmet bû." Di dawiya pirtûkê de hem wêneyên Bager û malbata wî, hem jî wêneyên hin rêhevalên wî yên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hene.
 
CIHÛ SÊBAREYA ZINDANÊ - I
 
"Cihû Sêbareya Zindanê - I" berhemek ji berhemê Menaf Osman e. Ev roman cara yekemîn di sala 2019'an de dema nivîskar di girtîgehê de bû ji hêla Weşanxwaneya Sîtavê ve hatibû çapkirin. Piştî 30 sal û 6 mehên girtîgehê Menaf Osman di 2023'yan de ji girtîgehê derket. Ev romana wî bi çapeke nû hate çapkirin. Paragrafek ji berhema ku di girtîgehê de hatiye nivîsandin wiha ye: "Temenê min dihate çil û çaran. Di van çil û çar salan de gelek xewn û xeyalên min ên xweş çêbûbûn. Lê van xeyalên min tevan, li gorî demê, her car cî diguhertin. Geh diketin pêş, geh diketin paş de. Tenê xeyaleke min hebû cî nediguhert, herdem di pêş de bû. Ew jî dîtina Memo bû. Di kêlîka ku ez li ber mirinê bûm jî ew yek di bîra min de bû, lê dîsa jî bêbaweriyek dizoke di kendavên dilê min de hebû ku herdem bi pistepist di guhê min de ji min re digot; ‘Xwe nexapîne, tu careke din nema wî dibînî!’ Êşa min a herî mezin jî ji vê yekê bû. Dijminê min ê herî mezin jî ew bû. Niha, ez ji wan her du kabûsan jî rizgar bûbûm. Bi kêmanî min wisa hîs dikir, tiştê di dilê min de jî ew bû."
 
ENWER NEWAYA HEVRÊTIYÊ
 
Pirtûka helbestan a bi navê "Enwer Newaya Hevrêtiyê" navê xwe ji Adil Dayan ê bi nasnav Enwer girtiye. Huseyîn Guçlu di destpêka berhemê de behsa kurtjiyana Adil Dayan (Enwer) dike. Enwer di sala 1972'yan de li gundê Selpene ya Dihê ya Sêrtê hatiye dinyayê. Di sala 1985'an de bi malbatê koçî Stenbolê dikin û di sala 1989'an de dizewice. Di sala 1992'yan de bi çend gundiyên xwe re, ligel keça xwe û hevjîna xwe ya ducanî vedigerine gund. Li vir bi gerîlayan re têkilî datîne. Di sala 1994'an de li Çiravê di pevçûneke ku rojekê didome de bi hevalekî xwe re jiyana xwe ji dest dide. Nivîskar Huseyîn Guçlu ku ji sala 1995'an ve di zindanê de ye, ji bo neyêne ji bîr kirin, bi helbestên xwe û navê berhema xwe, Enwer û rêhevalên wî yên bêgor bibîr tîne. Di dawiya berhemê de çend wêneyên Enwer jî hene.
 
"tu çûyî, dem qerisî / min nizanibû / hevqas zor e mirin / tu çûyî, bû jan dinya / min nizanibû / hevqas dijwar e êş / tu çûyî, kavil bû jîn / min nizanibû / hevqas kambax e bûyîn / tu çûyî, şûr e bîr / min nizanibû / hevqas kûr dibire / tu çûyî, bêbin e yar / min nizanibû / hevqas dûr bû ji min / tu çûyî, jehr bû bişişîn / min nizanibû / hevqas ruh î bo min."
 
RAYWANÎYA ÇEKUYANÊ MI
 
Berhema "Raywanîya Çekuyanê Mi" ji nivîsên Haydar Diljen yên di navbera salên 1985 û 2025'an de pêk tê. Ev berhema ku bi zaravayê Dimilî hatiye nivîsîn, ji nivîsên Diljen yên di 40 salên dawî de di kovar û rojnameyên mîna Vate, Berbang, Azadiya Welat, Armanc, Ozgur Polîtîka, Hîwa, Avaşîn û Çirayê de hatine weşandin pêk tê. Ligel hin hevpeyvînên bi Diljen re hatine kirin, çend wêne jî di dawiya berhemê de cih digirin. Haydar Diljen, di pêşgotina berhema xwe de wiha dibêje: "Nê nuşteyî, şahîdê demêdê zaf întensîf û kaotîkî yê. Nê 40 serran de dinya de xeylê çî bedilîyay. Labelê çîyê tena êbedilîya, o z î welat^Ğe ma de qedexeyê ziwandê ma yo! Kam şeno nê kitabî ra feyde bivîno? Kesê ke wazenê tarîxê nuştişxê dimilî yê nê 40 serrandê peyênan ser o bibê wahîrê fikrêk, kesê ke wazenê dimilî ser o cigêrayîş bikerê û dimiliya xo aver berê, mamostayê ke dersidanê û heme kesê ke dimilî meraq kenê şenê nê kitabî ra feyde bivînê. Ez h^Gevî kena ke no kitab, fikiranê neweyan şima wendoxan sere de p eyda bikero û meraqê şima vêşî bikero. Şima do nê kitabî de bivînê ke, nuştişê dimilî de, nê 40 serran de ma kotî ra ameyê kotî…"
 
BERHEMÊN DIN YÊN HATINE ÇAPKIRIN
 
Berhemên din ên hatine çapkirin jî ev in: Ceribîna Feratê Dengizî ya bi navê "Wêrane", romana Rohat Bulut a bi navê "Arvîn", çîrok-fabl a Leyla Atabay a bi navê "Şikefta Çîrokan: Dîwana Heywanan", çîrok-nûciwan a Xecê Rêdûr a bi navê "Dayê Koban", roman û çîrokên Mehmet Devîren ê bi navê "Dûpişk" û "Kortika Filehan", çîroka Yaşar Eroglû a bi navê "Kula Feykeyê Spî", bîranîn-romana bi zimanî Tirkî ya Gursel Karaaslan a bi navê "Adressiz Mektuplar (Nameyên Bê Navnîşan)", bîranîn-romana Huseyîn Surgeç a bi navê "Kırlangıçlar Geldiğinde (Dema Hechecok Hatin)" û bîranîna Osman Akdag (Laleş Wezrînî) a bi navê "Anılarım: Amed Zindanı'ndan Özgür Rojava'ya (Bîranînên Min: Ji Zindana Amedê Ber Bi Rojava Azad Ve)", romana Menaf Osman a bi navê "Sînor" (çapa duyemîn). 

Sernavên din

21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje