Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide

  • jin
  • 09:14 20 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Sabahat Tuncelê diyar kir ku tişta Tevgera Jinên Kurd ji yên din cuda dike, îdîaya jiyaneke nû ye ku li ser xeta azadiya jinê pêş dikeve û got: "Li vir hêviya azadiyê û vexwendineke azadiyê ya cuda ji bo jinan heye. Tişta mirov kelecanî dike jî ev e."

Jinên Kurd ên yek ji beşên herî dînamîk ên têkoşîna jinan in, têkoşîna xwe ya nasname û wekheviyê ji sala 1919'an heta îro anîne. Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" pêşengiya berxwedanê kir. Têkoşîna ku di sala 1919’an de bi Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd dest pê kir, di salên 1970'ê de bi Komeleya Jinên Demokrat ên Şoreşger (DDKAD) û di 1987’an de bi Yekîtîya Jinen Welatparêzên Kurdistan (YJWK), di 1991’an de bi Komeleya Jinên Welatparêz dewam kir, tevî zext û qedexeyên salên 90’î, di salên 2000’î de bi rêxistinbûneke xweser mohra xwe li sedsala 21’an xist.
 
Jinên Kurd ên yekem car di bin sîwana Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) de xwe rêxistin kirin, di sala 2015’an de damezrandina Kongreya Jinên Azad (KJA) ragihandin. Piştî ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de KJA bi KHK'ê ve hat girtin, di 20'ê Mijdara 2016'an de bi Tevgera Jinên Azad (TJA) rêya xwe domandin. Îsal, TJA 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" pêşwazî dike û dikeve sala 9'an a têkoşîna xwe.
 
Sabahat Tuncel, yek ji endamên TJA'yê, hem ji ber salvegera damezrandina TJA'yê hem jî ji ber 25'ê Mijdarê bersiva pirsên me yên der barê guhertin û veguherîna ku têkoşînê afirandiye, da.
 
 
 
Tu dikarî qala kevneşopiya têkoşînê ya ku TJA'yê wekî rêxistina sîwanî ya jinên Kurd li Tirkiye û Kurdistanê, dewr girtiye, bikî? 
 
Tevgera jinên Kurd ji salên 90’î ve di qada demokratîk a qanûnî de xwedî tecrubeya rêxistinbûnê ye. Dibe ku ne wekî rêxistinbûneke jinan a serbixwe be, lê di partiya siyasî de, heta ku gihîşt DOKH’ê, gelek tecrubeyên têkoşînê hene. Yekem rêxistina me ya sîwanî DOKH e. Berê rêxistina jinan wekî platform an koordînasyonê hebûn. Komeleya Jinên Welatparêz, ku em dikarin bibêjin yekem rêxistina jinan a serbixwe ye, di sala 91’an de li Stenbolê vebû, lê pir dirêj nedomand. Piştre di partiya siyasî de komîsyona jinan, xebatên jinan, meclisên jinan hene. Herwiha Navenda Çanda Jinê ya Dîcle, xebatên jinên hunermend ên di MKM’ê de, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi di partiya siyasî de, Komeleya Jinê ya Selîs, navendên jinan ên girêdayî şaredariyan wekî gelek tecrubeyên din di Tevgera Jinên Kurd de hene. Lê di sala 2003'yan de ji aliyê hemû jinên ku di sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên serbixwe de cih digirtin, rêxistinbûnek di bin sîwana DOKH’ê de hate avakirin ji bo ku xeta azadiya jinê bikin yek û li her qadê wê pêş bixin. DOKH di sala 2013’yan de xwe fesih kir. Bi damezrandina KJA’yê re xwe veguherand formatek nû. Di sala 2016’an de êrişeke mezin li ser hemû saziyên me pêk hat. Hem rejîma qeyûman hate destpêkirin hem jî saziyên me hatin girtin. Ji wê rojê ve di sala 2016'an de kevneşopiya KJA'yê bi TJA’yê dewam kir.
 
Jinên Kurd di heman demê de li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê têkoşiyan û li dijî serdestiya mêr, pirsgirêkên ji ber mêrzayî çareserî û polîtîka afirandin. Xeta azadiya jinê ne tenê di rêxistinên jinan ên serbixwe de, di hemû rêxistinên din de jî veguherî polîtîkayek.
 
 
TJA di 20’ê Mijdara 2016’an de hat damezrandin. Tevkarîyên TJA’yê yên ji têkoşîna heyî re çi bûn? 
 
Jinên Kurd, di heman demê de li dijî polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê yên li ser gelê Kurd têkoşiyan û di nava têkoşîna hebûna Kurdan de cih girtin. Herwiha li dijî serdestiya mêr, pirsgirêkên ji ber zextên mêrzayî, çareserî û polîtîka afirandin. Ev xeta ku em jê re dibêjin 'xeta azadiya jinê', ne tenê di rêxistinên jinan ên serbixwe de, di hemû rêxistinên din de jî veguherî polîtîkayek. Ji ber vê yekê, mînak di rêveberiyên herêmî de, ne tenê qada xizmetê, di heman demê de ji bo pêşxistina xeta 'azadiya jinê' jî polîtîka hatin pêşxistin. Ji budçeyên li gorî zayenda civakî heya girtina hin tedbîran ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, pêşîgirtina li tundiya li ser jinê û cezakirina berpirsan. Navendên stargehên jinan, cihên ku jin dikarin serlêdan bikin hatin avakirin. Pergala kotayê ya ji sedî 25 ku di HADEP'ê de dest pê kir, heta ku gihîşt DEM Parti’yê, bi pergala temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê bû sedema gelek destkeftiyan.
 
TJA'yê, ji bo vê tecrubeyê hîn bêtir pêş bixe têkoşînek pêş xist . Helbet pêşketina pêvajoyê, asta pirsgirêka Kurd, geşedanên li Rojhilata Navîn, Şoreşa Rojava, serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li Îranê, hemû di cewhera xwe de ji bo civakîbûna paradîgmaya ku em jê re dibêjin paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û ji bo ku xeta azadiya jinê bibe sîstem, têkoşîn hate kirin. Di vî warî de, xeta têkoşînê hate dewrgirtin ji bo ku jin di warên siyasî, civakî, çandî û werzîşî de xwe rêxistin bikin û pirsgirêka azadiya xwe û daxwaza wekheviyê çareser bikin.
 
Bi bidawîkirina pêvajoya diyalog û muzakereyan a salên 2013-2015’an re, di şert û mercên faşîzmeke dijwar de gelek biryarên ku jin bêparastin hiştin, derketin holê. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Jin hîn bêtir li malê hatin ragirtin. Polîtîkayên dijberiya Kurdî kûrtir bûn. Piştgiriya ji komên cîhadî yên wekî El-Qaîde û DAIŞ’ê re; di heman demê de wekî polîtîkaya îdeolojîk veguherî êrişek li ser azadiya jinê. Îro, hebûna TJA'yê ya ku xeta azadiya jinê temsîl dike, hem ji civakê re hem jî ji jinan re dibe nefes.
 
Herwiha ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê di nav sînorên çar netewe dewletan de hatiye parçekirin, yekitiya di navbera Kurdan de mijareke girîng e. TJA di heman demê de ji bo yekitiya neteweyî ya demokratîk a jinên Kurd ên li van çar parçeyên Kurdistanê, li diyasporayê û li cîhanê pêk bîne û bi pêşengiya jinê wê pêş bixe, çalakî, civîn û xebatên piştevaniyê dike. Bernameyeke wê ya piralî heye. Ji aliyekî ve pêşxistina xeta azadiya jinê, ji aliyê din ve çareserkirina pirsgirêka azadiya gelê Kurd, ji aliyê din ve têkoşîna aştiyê û têkoşîna azadiyê ji bo ku jiyaneke ku tê de gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad bi hev re bijîn, mimkun bike, mîsyonek wê heye.
 
 
Çima tê xwestin ku ev têkoşîn bê krîmînalîzekirin, tişta dewletê aciz dike çi ye?
 
Lewra niha di navbera nûnerên pergala kapîtalîst a serdestiya mêr de û kesên ku xeta azadiya jinê diparêzin û têkoşîna wê dikin de, pevçûn û nakokî heye. Kesên di desthilatê de xeta azadiya jinê ji xwe re wekî gef û xeterek dibînin. Ji ber vê jî êrişî wê dikin û zextê lê dikin. Jixwe meseleya azadiya jinê di heman demê de meseleyeke îdeolojîk e. Serdestiya mêr di hemû saziyên dewletê de xwe rêxistin kiriye. Tişta ku îro jin wekî 'tundiya mêr-dewletê' pênase dikin, bi rastî ne tiştekî wisa razber e, li ser civakê veguheriye amûrek zextê.
 
Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên girîng têkoşînek tê dayîn. Hûn têkoşîna tê dayîn têr dibînin?
 
Polîtîkaya şerê taybet bi eslê xwe li Kurdistanê wekî polîtîkayeke dewletê hatiye destpêkirin. Lê bi salan e li ser jinan tê pêkanîn. Polîtîkayeke zextê heye ku li ser bingeha tepeserkirina azadiya jinê, ragirtina jinan li malê, daxwazên jinan ên azad pêş dikeve. Êrişên li ser nasnameya zayendî ya jinan, bikaranîna nasnameya zayendî ji bo dûrxistina wan ji civakê an jî tacîz, destdirêjî, tundî, her cure cudakarî li ser wê pêk tîne, jinan ji jiyanê û qadên aboriyê dûr dixe. Ev yek jî pirsgirêkek clivakî ye ku divê bê çareserkirin.
 
 
Pirsgirêka sereke, ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka mêranîyê ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku pirsgirêka mêranîyê ji holê rabe, ji bo ku ew hişmedniya serdestiya mêr biguhere, pêwîst e mêr jî li dijî wê hişmediyê têbikoşin.
 
Tevgera jinên Kurd li dijî hişmendiya serdestiya mêr çawa têdikoşe û di pêvajoya avakirina nû de pozisyona wê çi ye?
 
Xeta azadiya jinê di esasê xwe de ji bo derbaskirina serdestiya mêr e. Ji ber vê yekê, em wekî Tevgera Jinên Kurd, vê yekê wekî pirsgirêkek hişmendiyê dibînin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka jinan e; pirsgirêka mêran e. Jixwe, pirsgirêka sereke ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka mêranîyê ye. Ji ber vê yekê jî, ji bo ku pirsgirêka mêranîyê ji holê rabe, ji bo ku ew hişmendiya serdestiya mêr biguhere, pêwîst e mêr jî li dijî wê hişmendiyê têbikoşin. Em têkoşîna hişmediyê jî dikin ji bo ku mêr û jin ji mêranîya klasîk û jinîtiya heyî veqetin.
 
 
Bandora têkoşîna jinên Kurd li qada navneteweyî çawa ye? Vê hevkariyê çi derxist holê?
 
Êdî jin ne mexdûr in. Bûne kirdeyên şoreşê, ev yek girîng e. Nexasim Şoreşa Rojava bandoreke mezin li ser vê yekê kir. Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ên di Şoreşa Rojava de li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, nîşan da ku xeteke din a azadiyê ji bo hemû gel û jinên cîhanê mimkun e û bû zemîna têkoşîna enternasyonalîst.
 
Herwiha serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li Îranê, ku wekî serhildana Jîna Emînî tê binavkirin, li dijî rejîma mela ya Îranê û serdestiya mêr e. Ev jî li seranserê cîhanê bû sembola berxwedana jinên Kurd. Ango, berê dirûşma 'karkerên cîhanê yek bibin' hebû. Niha felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' hemû jinên cîhanê dike yek; li dijî şer, mêtingerî, rejimên olperest, neteweperest û zayendperest, têkoşîn û berxwedanê didomîne. Ev gelek girîng e. Van her du pêşketinan jinên Kurd bi hemû jinên cîhanê dan nasandin.
 
Di sedsala 21’an de ji bo jinên Kurd dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ya ku bûye dirûşma îdeolojiya rizgariya jinê, girîngiya wê çi ye? Çi wate li van 3 peyvan tê barkirin?
 
Tê gotin ku têkiliya van peyvan 'Jin, jiyan, azadî' hi hev re nîne lêbelê bi hev ve têkildar e, bêyî jinê jiyan, bêyî jiyanê jî azadî nabe. Di asasê xwe felsefeya wê ev e. Bêyî azadî jiyan nîne. Di hember her cûre êrişên li ser hebûn, nasname û nasnameya zayendî ya jinan de, hebûna jinan, cihgirtina wan di navenda jiyanê de û avakirina azadiya civakî bi azadiya xwe re gelek girîng e. Ji ber vê yekê em jê re dibêjin felsefe.
 
 
Têkilîya hevrêtiya ya Abdullah Ocalan bi jinan re ava kiriye, rêbaza wî ji bo jinên Kurd xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê jin azadiya xwe di azadiya rêzdar Ocalan de dibînin.
 
Jinên Kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekî azadiya xwe dibînin. Çima azadiya Abdullah Ocalan ji bo jinên Kurd ew qas girîng e?
 
Rêzdar Ocalan bi xwe jî dibêje; 'Azadiya min ne ferdî ye, civakî ye.' Em wekî Tevgera Jinên Kurd jî difikirin ku ev civakîbûn girîng e. Rêzdar Ocalan yek ji aktorên sereke ye di çareserkirina têkoşîna azadiya Kurd de. Lê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya ku heya niha derxistiye holê, ew qas berfireh li ser pergala serdestiya mêr, li ser mêrzatiyê lêkolîn dike û têkiliya hevrêtiyê ya ku bi jinan re ava kiriye, ji bo jinên Kurd xwedî cihêki girîng e.
 
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nêzîk dibe. Li dijî zext, tundî û qetlîama li ser jinan çawa divê têkoşîn bê meşandin? Di vî warî de hûn dikarin çawa bang li jinan bikin ku dengê xwe li qadan bilind bikin? 
 
Wekî TJA, me nirxandineke berfireh kir. Ji bo guhertina zîhniyeta serdestiya mêr û pêşîgirtina li tundiya li ser jinan pêwîstî bi nîqaşeke siyasî ya pir xurt heye. Ne tenê piştî ku jin rastî tundiyê tên û tên qetilkirin protesto bikin. Em naxwazin tabûtên jinan hilgirin. Em naxwazin behsa tundî, tacîz û destdirêjiya li ser jinan bê kirin. Ji ber vê yekê jî divê tevdîrên pêşîlêgirtinê werin girtin. Em dizanin ku ev yek bi rakirina serdestiya mêr û avakirina jiyaneke azadîxwaz a jinê pêkan e.
 
Ji ber vê yekê, di vê 25'ê Mijdarê de, divê em ji aliyekî ve xeta azadiya jinê ji civaka xwe re vebêjin, ji aliyê din ve jî bi platforman li her derê li dijî tundiya li ser jinan çalakî û meş bên lidarxistin. Bi vê munasebetê, ez hemû jinan vedixwînim ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û li dijî tundiyê têbikoşin. Divê xeta azadiya jinê hem di jiyana me ya şexsî de hem di jiyana malbatê de hem jî di jiyana civakî de bibe xetek da ku serdestiya mêr qels bike, xeta azadiya jinê xurt bike.
 
 
Ji bo gotina dawiyê tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
 
Jiyana jinan bi qîmet e. Jin ji bo avakirina jiyaneke xweş têdikoşin. Ji bo vê yekê jî bi rastî jî berdêlên mezin didin. Ne hêsan e ku mirov bigihîje vê nuqteyê. Rêyeke dirêj li pêşiya me heye. Belê, tecrubeya me ya berê heye. Berhemên me yên ji tecrubeya berê hene. Em ê pê pêşerojê ava bikin. Lê ji bo ku ev yek pêk were, pêwîst e hîn zêdetir jin bên rêxistinkirin, werin cem hev û piştevanîya jinan were mezin kirin.
 
Ya duyemîn, li gorî fikra min divê em polîtîkaya aştiyê hîn xurtir bikin û di avakirina Komara Demokratîk de, ku dê bandorê li Rojhilata Navîn bike, bi tevlîbûna jinan a xurtir, ew ê qadê ji pergal, hişmendî û polîtîkayên şer ên serdestiya mêr re teng bike. Ji ber vê yekê divê mijara aştiyê ji bo jinan bibe rojev. Kêmkirina tundiya li ser jinan bi kêmkirina polîtîkayên şer û pevçûnan re têkildar e. Bidawîkirina şer û pevçûnan dê bandoreke kûr li ser jiyana jinan jî bike. Ji ber vê yekê jî ez jinan vedixwînim ku bibin kirdeyên têkoşîna aştiyê.
 
Sibe: Pêwîstî bi 'Yekitiya Têkoşîna Jinan' li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê heye
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel-Yeşîm Tukel

Sernavên din

10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN