ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de heta niha gavên yekalî hatine avêtin û got ku li pêşiya komîsyonê amadekirina zagona taybet heye.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Temellî, di serî de bal kişand ser pêşniyarqanûna têkildarî weqfan a niha li Meclisê nîqaş li ser tên kirin û got: “Heke ev bibe zagon, dibe ku weqfên di destê şaredariyan de ji dest wan bên derxistin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi vê zagonê nîne.”
‘MECLIS ROJEVÊN GEL NÎQAŞ NAKE’
Bi domdarî Temellî diyar kir ku ji mamosteyan heta xebatkarên tenduristiyê, karker û teqawidan gelek derdor bi pirsgirêkan rû bi rû ne lêbelê niha li Meclisê ser qanûna weqfan tê axaftin. Temellî, got: “Meclis, roj bi roj ji civakê dûr dikeve. Tenê bi rojevên îktîdarê bisînor dimîne. Ev rojev jî yên sermaye û burokrasiyê ne. Meclis, rojevên gel nîqaş nake.”
‘BARÊ XIZANAN GIRAN DIBE’
Bi domdarî Temellî bal kişand ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an û got ku daxwazên gel tê de cih nagirin. Temellî, got: “Feraseteke budçeyê ya mafê budçeyê yê gel xesp dike heye. Dê komeqanûneke nû were Meclisê. Qanûneke bacê tê lijneya giştî. Lê ev pêşniyarqanûn dê bêedaletiya di bacê de ji holê raneke. Berevajî vê, barê gel û xizanan girantir dike.”
‘BERNAMEYA DEZENFLASYONÊ TÊK ÇÛ’
Temellî, destnîşan kir ku bernameya dezenflasyonê ya Wezareta Xizîne û Darayî xistiye meriyetê û biisrar didomîne têk çûye û got: “Têk çûye lewma niha li çavkaniyên nû yên fînansmanan digerin. Çavkaniyên wan jî gel e, kedkar in, xizan in. Hewl didin bi girankirina barê wan vê bernameyê rizgar bikin. Lê ev bername bi ser nakeve. Di budçeyê de aşkeraye ku têk çûye.”
‘DI NAVBERA HERÊMAN DE NEWEKHEVÎ HEYE’
Di berdewamê de Temellî bi lêv kir ku di navbera herêmên Tirkiyeyê de newekhevî heye û wiha pê de çû: “Ev newekhevî herî zêde li dijî bajarên Kurdan hene. Em di komîsyonê de jî dibêjin. Lê komîsyon tenê bi çi ve eleqeder e? Bi bêedaşetiyê re eleqedar nîne. Li pey sererastkirina gotina bajarên Kurdan e. Qaşo li dijî destûra bingehîn e. Li dijî destûra bingehîn e. Ew der bajarên Kurdan e. Lêbelê taybetiyeke din a van bajaran heye. Dema em li newekheviya herêmî û parvekirina dahatê dinêrin, hem j hêla şexsî hem jî herêmî ve encamên dramatîk hene. Teşkîlata Plankirinê ya Dewletê ji herêma 1’emîn heta 6’an dabeşiyek kiriye. Bajarên Kurdan jî di rêza 6’an de ne. Herêma 1’emîn Marmara ye. Ferqekî ewqas mezin heye ku mirov ji xwe pirsa gelo em li heman welatî dijîn dikin.”
‘DAXWAZÊN GEL TÊN REDKIRIN’
Sezaî Temellî, daxuyand ku wan di Komîsyona Plan û Budçeyê daxwaza “deynên cotkaran ên heta 600 hezar lîreyan jêbibin” kirine û wiha axivî: “Pêdiviya cotkarên biçûk bi vê alîkariyê heye. Ji ber ku perîşe ne. Ger hûn li Anatoliyayê, li bajarên Kurdan bigerin, hûn ê bi aşkerayî bibînin. Her wiha me ji Wezareta Xizîne û Darayî re got ku bila mûçeyê herî kêm ê teqawidan derxin nîviya sînorê xizaniyê. Lê red kirin... Lê tu daxwazên me yên ji bo gel qebûl nekirin.
DAXWAZA MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN RED KIRIN
Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî hat. Ji bo gel yek ji wezaretên herî girîng e. Me got kêmtirîn mûçeyê derxin nîviya sînorê xizaniyê. Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan gotibû bila 46 hezar lîre be. Lê red kirin. Êdî dewleta sosyal têk çûye. Her tişt ji piyasayê re hatiye hiştin.”
ZAROK BIRÇÎ RADIZÊN
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hat komîsyonê. Me jê re got ku mixdara alîkariya ji bo jinên hevberdane zêde bikin. Lê wezîra me ku jin e, ev daxwaz red kir. Me got navendên krîzê ya têkoşîna li dijî tundiya zayendî ava bikin, red kirin. Me xwest mehaneya sexbêrkirina astengdaran zêde bikin, ew jî red kirin. Me got hejmara stargehên jinan zêde bikin, red kirin. Derdê wezîrê ev e; zêdekirina hejmara zarokan. Di van şertên xizaniyê de gel nikare zarokekî/ê xwedî bike. Zarok birçî dikevin nav nivînan. Dema diçi dibistanê birçî ne. Di rewşekî wiha de de fermana çêkirina zarokan didin.”
‘BIRYAR ZELAL E, DIVÊ BÊN BERDAN’
Bi domdarî Temellî bal kişand ser biryara DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de û got: “Piştî vê biryarê em li benda tehliyeyê bûn. Ji bo neberdanê tu daxuyanî nayên dayin. Daraza siyasî xwe li kerr û laliyê daniye. Lê biryara DMME’yê teqez e, zelal û divê Demîrtaş û hevalên xwe yên ji heman dozê tên darizandin tavilê bên berdan. Dadgeha Îstînafê bi cîbicînekirina biryarê re sûc dike.”
BENDEWARIYÊN CIVAKÊ
Temellî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got ku heta niha gavên girîng ên yekalî hatine avêtin û wiha pê de çû: “Niha jî mijara herî girîng, meseleya zagona taybet e. Piştî ku komîsyona li Meclisê hevdîtinên xwe temam kir, dê rapora xwe amade bike û têkildarî çawaniya zagona taybet binivîse. Di çarçoveya raporê de dê nêrîn bên girtin. Bêguman ev jî nêrîn e û dê were girtin. Piştî nêrînên mîna vê, em ê ber bi pêşniyarqanûnê ve biçin. Hêvîdarim gelek nevemîne. Beriya niha 31’ê Kanûnê weke hedef dihat nîşandan. Di mijara zagonîbûna pêşniyarqanûnê de. Hêvîdarim zûtirin demê de ev pêşniyarqanûn pêşkeşî lijneya giştî were kirin û bibe zagon. Dê bi zagona taybet dest pê bikin û heke beşeke mezin a bendewariyên gel bên pêşwazîkirin, dê pêşketineke bitendurist be.”
‘BILA JI BO ÎMRALIYÊ BIRYAR WERE DAYIN’
Piştre jî Temellî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “Gelo komîsyon dê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bigire rojeva xwe yan na?” wiha got: “Bendewariyeke me ya wiha heye. Me beriya niha jî ev xwestibû. Me got ku divê mijara sereke bibe ev. Hêvîdarim dema sibe komîsyon dicive, vê bixe rojeva xwe. Hêvîdarim tavilê biryara xw bide û bêyî dereng bimîne biçe giravê.”
