Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin

  • jin
  • 09:05 17 Mijdar 2025
  • |
img

MÛŞ - Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsifê diyar kir ku wan li Rojhilata Navîn şoreş di nava şoreşê de pêk anîne û got: “Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre di nava piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin.”

Şoreşa Rojava ya ku cara yekemîn e di dîroka Rojhilata Navîn de bingehê wê bi têkoşîneke bi pêşengiya jinan hatiye avêtin, 13 sal li pey xwe hişt. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan bi ser ket, pêşî bandor li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û piştre jî tevahiya Sûriye û herêmê kir. Ji bo gelên bindest û yên ku li ber xwe didin û jêderka îlhamê. Li hemberî ambargo û hemû êrişên ku hatin serê wan, tevahiya beşên civakê, nexasim jin, xwedî li jiyana nû ya ku ava kirine derdikevin.
 
Jinên ku bi salan ji aliyê rejîma Baasê ve hatin înkarkirin, hem li dijî cudakariya zayendî hem jî ji bo parastina nasnameya neteweyî û mafên xwe yên çandî, bi têkoşîna xwe ya nasnameyê bersiv dan tevahiya cîhanê. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî hilweşandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de, li dijî mafên xwe yên ku careke din bi HTŞ’ê ve bûne hedef, têkoşînê didomînin. Li Rojava, jin îsal jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma parastina destkeftiyên xwe yên li hemberî êrişan û mezin kirina rêxistinbûna jinan pêşwazî dikin.
 
 
Em bi munasebeta 25'ê Mijdarê bi Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifê re li ser avakirin û berxwedana ku bi pêşengiya jinan li herêmê didomin, axivîn.
 
ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE
 
Foza Yûsifê anî ziman ku di 13 salên li ser şoreşê bihurî de di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek destkeftî hatine bidestxistin û ev tişt got: “Em dikarin bibêjin ku me şoreş di nava şoreşê de pêk anî.” Foza Yûsif bal kişand ku îro jin di warên siyasî, aborî, civakî, perwerdehî û parastinê de xwedî gelek rol in û wiha pê de çû: “Jin li vir wekî pêşeng cih digirin. Di çarçoveya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de, xweseriya jinan hatiye parastin. Îro di Rêveberiya Xweser de sîstemeke jinan heye ku li tu dera cîhanê nîne. Li gorî vê, jin di her qada civakê de di  xwedî raye û biryarê ne. Pergala hevserokatiyê, di hemû saziyan de pêk tê. Rêjeya beşdarbûna jinan di her sazî û dezgehê de ji sedî 50'î ye. Carinan ev hejmar hê zêdetir e. Di gelek warên ku mêran dagir kiribûn de, êdî jin xwedî mafê axaftinê ne, di mekanîzmayên biryardayîn û rêvebirinê de ne. Di vê çarçoveyê de, jinan hem xwe hem jî nasnameya xwe derxistine holê. Ev jî tê wateya 'ez jî li vir im'. Pêşketineke mezin heye. Ji ber vê yekê, guhertin û veguherînên bingehîn pêk hatine.”
 
NETEWE DEWLET BERHEMA HIŞMENDIYA MÊR E 
 
Foza Yûsifê diyar kir ku ntee dewlet berhema hişmendiya mêr in û  zimanê vê pergalê jî baviksalarî ye. Foza Yûsifê rave kir ku qanûn û hiqûqa di vê pargalê de ji bo domandina pergala baviksalarî û xurtkirina desthilatdariya mêr hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dewlet çawa ku dijberî azadiya gelan in, li dijî azadiya jinan ne jî. Wan dît ku desthilatdariya mêr qelsbûn dibe û jin xurt dibin ev yek wekî xetereyek ji bo desthilatdariya xwe dîtin. Lewra em behsa pergaleke ku koletiya jinê û koletiya civakê esas digire, dikin. Ew naxwazin di rejîmên wan ên zordest de qelsiyên wisa çêbin. Lewma pergala jinê an jî azadiya jinê ji wan re xetereyê çêdike. Ew dizanin ku eger jin li cihekî bi ser bikevin, jin di pergalên din de jî wê serî hildin û mafên xwe bixwazin. Ji ber vê yekê, ew jinan û pergala wan a ku azadiya jinê dixwazin, li ber xwe didin û pêşengiyê dikin, hedef digirin. Dixwazin rê li ber xwesteka azadiyê bigirin û şoreşa jinê bifetisînin. Ji ber vê yekê em dibin hedefa êrişan. Em dikarin bibêjin ku êrîş hîn jî didomin.”
 
HIŞMENDIYA HTŞ'Ê YA LI DIJÎ JINÊ
 
Foza Yûsifê destnîşan kir ku sepanên HTŞ’ê ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad anîne ser rêveberiya demkî, wiha ne: “Îro pergala ku li Sûriyeyê tê meşandin, bi temamî şiklî ye. Hewl didin ji raya giştî ya cîhanê re bibêjin 'em ji bo jinan tiştekî dikin'. Lêbelê jin di nava vê pergalê de ne esas in. Pêwîst e ev yek pir zelal bê gotin. Beşdariya jinan di hemû civînên wan ên heta niha de bû. Heta jin carinan di hevdîtinan de jî cih negirtin. Wekî mînak; di diyalogên bi Erebistana Siûdî re tenê jinek beşdar bû. Wan hukumetek ava kirin. Ji 20 wezaretan tenê di yekê de jin hebû. Li vir peyama wê dan ku ji 100 kesan wê 20 kes jin bin. Lêbelê di gavên piştre hatin avêtin de me dît ku carinan di nav 100 kesan de yek jin jî nebû. Ev yek jî polîtîkayên ku têne rêvebirin radixe ber çavan. Dema em li polîtîkayên ku ev hukumet dimeşîne û qanûnên ku derxistiye dinêrin, em bi zelalî dibînin ku rola nedana jinan, tehemmula wan a li hemberî rêvebirina jinan nîne. Jinan ji bo demeke diyarkirî di nava hukumetê de cih girtin, lê me dît ku wan jî îstifa kirine. Jin li vir bi zextan re rû bi rû dibin.  Em hîn dibin ku li gelek cihan bi zorê serê jinan tên nixumandin. Em dizanin ku jinên sekûler an jî yên bê baweriya olî bi gefan re rûbirû dimînin. Bi giştî, me dît ku jinên rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen jî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên şexsî û saziyên nêzî hukumeta nû hatin hedefgirtin û gef li wan hatiye xwarin. Nexasim jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefa wan a yekemîn de ne. Jinan teşhîr dikin. Bi gelek rêyên ne exlaqî hewl didin jinan bikin hedef. Bi rêya eşîran dixwazin jinan ji xebat û siyasetê bikişînin û wan di malan de hefs bikin. Ev tiştên ku me jimartin, şerên li dijî azadiya jinê ne.”
 
JI BO DESTKEFTIYAN DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN
 
Foza Yûsifê rave kir ku ji bo parastina destkeftiyan divê rêxistinbûnê û xebatan mezin bikin û got: “Dixwazin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek sepanên antî demokratîk re rûbirû bihêlin. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku hemû jindestkeftiyên jinan li tevahiya Sûriyeyê bi rêxistin bikin û mezin bikin. Em dizanin ku bêyî têkoşîn û tevgera xwe ya rêxistinbûyî em nikarin pêş ve biçin. Divê em têkoşîn û çalakiyên xwe yên jinan (ku xebatên siyasî, hiqûqî, civakî, akademîk di nav de cih digirin) xurt bikin.”
 
PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN
 
Foza Yûsif anî ziman ku yek ji meseleyên herî girîng hiqûq e û destnîşan kir ku yek ji xebatên li pêşiya wan Peymana Civakî Ya Jinan e. Foza Yûsifê diyar kir ku xebatên wan berdewam dikin û bi domdarî wiha got: “Me hîn xilas nekiriye. Me ev xebatên ji bo hemû jinên Sûriyeyê bihewîne û ji bo parastina wan bê berfirehkirin, kir. Em heta astekê hatin. Em dikarin bibêjin ku heta niha em baş pêşve çûn. Lê xebatên me hîn jî didomin. Ji bo mayîndekirina mafên xwe jî em ê her tiştê ku ji destê me tê bikin. Pergala Rêveberiya Xweser, mafên jinan diparêze û berfireh dike.  Pêwîst e jin jî di nava xebatên xwe de xwedî pergal bin. Me dît ku pêwîst e jin di nava xebatên xwe yên ku dimeşînin, di diyalogên ku ava dikin de, xwedî prensîb bin. Lewra êrîşeke mezin li ser jin û destkeftiyên jinan heye. Ji bo vê yekê, me ev peyman ji bo ku jin di nav hev de îtîfaqan ava bikin û bi heman stratejiyê bi hev re têbikoşin, mecbûrî dît. Eger em jinê wekî neteweyekê bihesibînin, ger ev netewe di nava xwe de li hev neke, nikare mafê xwe li hemberî dijminê xwe jî biparêze. Çawa ku pêwîstiya îmzekirina peymana civakî di nava gelan de heye, pêwîstiya îmzekirina peymaneke bi vî rengî di nava jinan de jî heye. Hiqûq û edalet jî divê ji hişmendiya mêr bê xilaskirin û azadkirin. Ev jî bi Peymana Civakî Ya Jinan û şoreşa jinan ava kiriye ve mimkun e. Dema peyman bi dawî bibe û bê ragihandin, dê li seranserê Sûriyeyê, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke wê çêbe. Dê bandorê li ser mijarên wekî şêwaza xurtkitina rêxistinbûnê û biryardayîna jinan bike.”
 
PEYAMA 25'Ê MIJDARÊ
 
Peyama Foza Yûsif a ji bo 25’ê Mijdarê wiha ye: “Îro li tevahiya cîhanê jin tên kuştin, tên hedefgirtin, bi tundiyê re rûbirû dimînin. Wekî jin, em hîn jî di bin zextê de ne û bi tunekirinê re rûbirû ne. Pêwîst e jin di warê rêxistinbûnê de kolektif bibin. Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin. Pêwîst e em, mêrên ku azadiya jinê esas digirin jî tevlî vê pêvajoyê bikin û bi wan re jî bibin hevpar. Saziyên ekolojîk dikarin bi saziyên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin re jî hevgirtinê bikin. Divê tevahiya civakê fêr bibe ka perspektîfa jinan çiqas girîng e ji bo dîtina rewşa xirab a cîhanê di warê siyaset, parastin, aborî û ekolojiyê de. Em azadiya jinê û azadiya civakê yek dibînin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bilindkirina têkoşîna jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Bêyî têkoşînê em nikarin vê tundiyê ji holê rakin. Ne tenê 25’ê Mijdarê, divê em her roj vê têkoşînê mezin bikin.”
 
Sibe: Fermandara Êzidî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn me naparêzin.

Sernavên din

11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Sezaî Temellî li Meclisê daxuyaniyê dide
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'