AGIRÎ - Burhan Kartal ê ku ji bo serdana birayê xwe çûye girtîgeha bi navê “tîpa bîrê” ya li Edeneyê, got: “Dema mirov diçin zîndanan, rûyê dewletê dibîne. Li girtîgehan siyaseta şerê taybet tê sepandin.”
Roj bir roj mînakên nû yên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Nexasim bi modela girtîgehên tîpa S û Y'ê ku ji sala 2021’ê ve ketine dewrê, tecrideke giran li ser girtiyan tê ferzkirin. Li van girtîgehên ku di raya giştî de wekî “girtîgehên tîpa bîrê” tên zanîn, hewldana tenêhiştin, şikandina îradeyê, xerakirina psîkolojiyê û teslîmgirtina hebûna girtiyan tê kirin.
Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên giran ên mafan lê rû didin, Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlekariya Bilind a Sûlûcayê ya Edeneyê ye. Burhan Kartal ê ku ji Agiriyê çûye Edeneyê serdana birayê xwe yê girtî Metîn Kartal (41), qala binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan rû didin kir û diyar kir ku birayê wî di sala 2002’yan de di operasyoneke leşkerî de bi birîndarî hatiye girtin û sewqî girtîgehên Wan, Oltu, Gumuşhane, Xarpêt hatiye kirin û herî dawî jî sewqî girtîgeha “tîpa bîrê” ya Edeneyê hatiye kirin.
Kartal rave kir ku ji bo di 29’ê Cotmehê de bi birayê xwe re hevdîtin bike, çûye girtîgehê û ev tişt got: “Di pêvajoyên berê de jî ez ji bo hevdîtinê çûbûm vê girtîgehê. Şert û mercên vê girtîgehê ji şertên darbeya faşîst a 12’yê Îlonê gelek xirabtir in. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ne ewqas giran be, lê bi taybetî ji aliyê psîkolojîk ve şertên wê ji yê wê demê gelek girantir e.”
'HEWL DIDIN KU MALBATAN BÊZAR BIKIN'
Kartal, diyar kir ku dema çûye girtîgehê, ji 5 nuqteyên cuda yên lêgerînê re derbas bûye û wiha pê de çû: “Di lêgerînan de bi zanetî zehmetiyan derdixin û hewl didin rê li ber serdana malbatan a xizmên wan ên li girtîgehan bigirin. Bi sepanên bi vî rengî hewl didin malbatan bêzar bikin. Piştî me nuqteyên lêgerînê derbas kirin, li qada ku em ji bo hevdîtinê têketinê, dîsa zulmek din heye. Li qada hevdîtinê du kabînên cuda yên hemberî hev çêkirine. Di navbera van her du kabînan de valahiyek heye û gardiyan di nava vê valahiyê de diçin û tên. Girtî û malbat li kabînên cuda têne bicihkirin. Bi vê yekê hewl didin rê li ber wê bigirin ku girtî û malbat hem neçin cem hev, hem jî bi girtiyên din û serdêrên din re nebikevin têkiliyê û silavekê jî nedin hev. Tevî vê sepanê jî li ser kesên ku karîbûn bên cem hev, zabitname têne girtin û piştre cezayên dîsîplînê têne dayîn û têkiliyên wan ên wekî hevdîtin, telefonê têne astengkirin. Li gel vê, çalakiyên komî yên curbicur ên wekî werzîşê jî, ku berê jî destur nedihat dayîn, têne qedexekirin.”
'ŞERT Û MERC PIR XIRAB IN'
Kartal anî ziman ku dewlet ji vê modela girtîgehê re “girtîgeha tîpa S” dibêje, lê di nava gel de wekî “girtîgeha tîpa bîrê” tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê serdana min a dawî de, birayê min tiştên rû didin, vegot. Birayê min got, şert û mercên girtîgehê pir xirab in. Hucreyên di nava girtîgeha tîpa bîrê de bi ‘odeyên qefesan’ dagirtine. Girtiyan dibin van odeyan. Ev ode bi berdewamî bi kamerayan tên şopandin. Herwiha di van odeyan de hewş tune ne. Girtî 24 saetan di hucreya girtî de dimînin. Niha li gel birayê min 2 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş 70 salî ye. Ev mirov nikarin derkevin qada hevpar jî. Girtiyên siyasî dixin qawîşên ji hev dûr. Di navbera her du qawîşên siyasî de qawîşên çeteyên DAIŞ’î hene. Van kesan jî bi dengên ku derdixin, mirovên di qawîşa siyasî de aciz dikin.”
'RÛYÊ WAN DI ZINDANAN DE AŞKERA DIBE'
Kartal, destnîşan kir ku birayê wî gotiye di warê xwarin û vexwarinê de jî girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû ne û got: “Pêvajoya destpêkirî qet li zîndanan nehatiye dîtin. Berevajî vê, li zîndanan tecrid kûrtir kirine. Siyaseta tenêhiştinê bi temamî li ser girtiyan tê ferzkirin. Ev jî siyaseta wan a durûtiyê nîşan dide. Li pişt rûpşekîxwe vedişêrin. Mirov dema diçin zîndanan, rûyên wan aşkera dibe. Li hemû girtîgehan, nexasim li Girtîgeha Tîpa Bîrê ya Edeneyê siyaseta şerê taybet tê sepandin."
Kartal diyar kir ku girtî dixwazin raya giştî dengê wan bibihîze û wiha bang kir: “Divê tavilê li hemberî siyasetên ku li zîndanan têne meşandin, gavek bê avêtin. Pêwîst e saziyên parastina mafên mirovan bikevin dewrê. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê şandeyekî bişîne zîndanan û li wir çavdêriya bûyeran bike.”
MA / Omer Akin
