'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'

img
WAN - Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got: "Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê heta dawiyê bê vekirin."
 
Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kiribû, didome. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku gelek gav avêtin, herî dawî di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyanî da û ragihand ku dest bi vekişandina hêzên xwe ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye. Gavên Tevgera Kurd hêj di rojevê de deng vedidin, bertekên li dijî neçûyîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo Îmraliyê, roj bi roj zêdetir dibin. Kesên ku beşdarî Kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê ya Wanê bûn, gotin divê Komîsyona Meclisê tavilê biçe Îmraliyê.
 
DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ
 
Şevket Çetîn anî ziman ku divê Komîsyona Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser navê hemû mirovahiyê gaveke dîrokî avêt û banga xwe kir. Piştî vê daxuyanî û gava dîrokî, hewayeke aştiyê hatiye welêt. Lê di heman demê de, di serê me û hemû gelê me de her tim pirsek heye. Çima Kurd ew qas gavan diavêjin, lê dewlet bêdeng dimîne? Çima Komîsyona ku ji aliyê Meclisê ve hatiye avakirin, bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê nake? Divê Komîsyon tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Paradîgmaya Abdullah Ocalan destpêkeke nû ye ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Daxwaza me ji dewlet û desthilatê ew e ku ji bo avakirina aştî û xweş û biratiyê, tavilê Komîsyon biçe Îmraliyê.”
 
‘DIVÊ BI MUZAKERKARÊ SEREKE RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’
 
Hesîn Erkol jî ev tişt got: “Di bin banê Meclisê de komîsyonek hatiye avakirin, lê ev komîsyon têra xwe naxebite û ketiye nava qeyranekê. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin û her tiştê ku dikeve ser milê wê, kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim alîgirê pergaleke aştî, xweşk-biratî û demokrasîiyê ye û xebatên xwe jî di vê rêyê de domandiye. Komîsyon çiqas guh bide beşên cuda, heta neçe Girava Îmraliyê, hemû xebatên wê bekêr in. Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê pêwîst e, divê tavilê bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”
 
‘MÎMARÊ PÊVAJOYÊ ABDULLAH OCALAN E’
 
Teymûr Sayyîgît diyar kir ku aştî û xwişk-biratî dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê û wiha axivî: “Pêwîstiya vî welatî, vê civakê bi aştiyeke mayînde û xwişk-biratiyê heye. Rêzdar Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de, dê tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê jê jê sûd werbigirin. Mîmarê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Xala herî girîng a vê pêvajoyê ew e ku komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Banga me ew e; divê komîsyon tavilê biçe Girava Îmraliyê û guh bide Abdullah Ocalan.”
 
DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE
 
Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî anî ziman ku ew ji ber rêveçûna pêvajoyê ya yekalî bi fikar in û wiha got: “Pêvajoyek heye û em jî bi dil û can piştgiriyê didin vê pêvajoyê û em ê piştgiriyê bidomînin. Lê di mijarekê de gumanên me hene. Tevgera Azadiyê ya Kurd ew qas gav avêtiye, çima di asta dewlet û desthilatê de gaveke şênber nayê avêtin? Em daxwaz dikin ku Komîsyon û rayedarên din ên dewletê jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û tavilê biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ê çawa bi vê pêvajoya ku yekalî tê meşandin bawer bibin? Kurdan çi dikeve ser milê wan, kirin, dora gavavêtinê ya wan e. Heke bi rastî dixwazin em bawer bikin, divê deriyên Îmraliyê heta dawiyê bên vekirin û Abdullah Ocalan li gorî daxwaza xwe banga xwe ji gel û rêxistina xwe re bike.”
 
TEKANE KARÊ KOMÎSYONÊ!
 
Mehmet Saît Karabiyik ev tişt got: “Pêvajoyek heye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin. Li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Ger ev komîsyon bixwaze pêvajo temam bibe, tekane karekî wê heye; çûyîna Îmraliyê ye.”
 

Sernavên din

19/11/2025
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’