NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya vê hefteyê de, ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Muhlise Karaguzel û Abdulvahap Kavak ên bi giranî nexweş in û xwest ku demildest serbest bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Stenbol û Enqereyê û xwest ku tavilê serbest bên berdan.
STENBOL
Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Girtiya nexweş Muhlise Karaguzelê berdin" hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî "Mirov bi mafên xwe mirov e" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
Endama ÎHD'ê Meryem Bars di çalakiyê de axivî. Meryem Barsê destnîşan kir ku nexweşîna dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiq û gelek nexweşînên din bi Meryem Karaguzelê re hene û got ku şert û mercên girtîgehê gefê li jiyana wê dixwin. Meryem Barsê xwest ku Muhlîse Karaguzel demildest bê berdan.
Burada konuşan İHD üyesi Meryem Bars, ağır hasta tutsak Muhlise Karagüzel’in kalp, diyabet, hipertansiyon, astım, bel ve boyun fıtığı hastalıkları olduğunu belirterek,
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 584'an de civiya. Daxuyaniya vê hefteyê li Dika Yilmaz Guney ku 22'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) lê tê lidarxistin, hat kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD ya Enqereyê Meral Nergiz Şahînê daxuyaniyê xwend. Meral Nergiz Şahînê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê tê girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nexweşîna pişikê, dil, tansiyona zede, kolestrol, ulseratîf kolit, fitik û gelek nexweşînên din bi Kavak re hene. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derengxistina dermankirina kavak binpêkirina mafê jiyanê ye û hat xwestin ku demildest bê berdan.
