Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?

  • rojane
  • 13:51 14 Mijdar 2025
  • |

AMED - Azîze Tunelî ya 92 salî ku tehliyeya kurê wê Ahmet Tunelî 4 caran hatiye astengkirin, got: “Dixwazim kurê xwe bibînim. Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?” 

 
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Sêweregê, cara 4’emîn bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Ahmte Tunelî asteng kir. Tunelî ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn û 30 salên xwe temam kiriye, diviyabû di Cotmeha 2024’an de bihata berdan. Lêbelê lijneyê tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir. Tehliyeya Tunelî di Çileya 2025’an de ji bo 6 mehan, di tebaxê de jî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Piştî temambûna vê demê jî lijneyê di 12’ê Mijdarê de careke din tehliyeya Tunelî ji bo 6 mehan taloq kir. 
 
Di biryara taloqkirinê ya dawî de hate gotin ku 43 dosyayên disiplînê yên Tunelî hene û li girtîgehê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye. Di biryarê de ji bo Tunelî hincetên weke “di ferqa sûcê xwe de nîne, çalakiya xwe weke sûc qebûl nake, poşman nîne, PKK’ê weke rêxistina terorê nabîne” hatin nîşandan. Lijneyê bi îdiaya “dê heman sûcî dubare bike, zirarê bide civakê, tev li xebatên rêxistinê bibe û ji bo tev li civakê bibe amade nîne” tehliye Tunelî ji bo 6 mehan taloq kir. 
 
'DIXWAZIM KURÊ XWE BIBÎNIM’  
 
Azîze Tunelî ku dema kurê wê hat girtin 60 salî bû û niha 92 salî ye, li odeya ku bi wêneyên kurê xwe xemilandiye û di nava nivînan de ye, tekane daxwaza wê berdana kurê xwe ye. Azîze Tunelî, got: “Ma wijdana van heye? Ez nexweş im, di nav nivînan de me. Ji bo ku dê kurê min bihata berdan gelek mêvan hatin û çûn. Min digot dê Ehmedê min tehliye bibe, mala me bi mêvanan tije bibe û ez jî dê hinek bêhn bistînim. Dixwazim wî bibînim, gelo beriya bimirim ez ê bikarim wî bibînim? Halê min baş nîne, nexweşiyên min hene. Heke Ehmedê min hatibûya berdan dê bi destê min bigirta û ez gêrandibûma. Nahêlin Ehmedê min bê berdan. Bêyî sûcekî kurê min hebe ceza dane wê. Cezayê xwe xelas kiriye lê dîsa jî bernadin. Vala vala wî di wir de digirin, bernadin. Ma ev wijdan e? Ma qet heq, hiqûq û wijdana wan nemaye? Êdî bes e. Ez nexweşim û dixwazim kurê xwe bibînim.” 
 
'JI BER KU KURÊ MIN BERNEDAN HETA SERÊ SIBEHÊ GIRIYAM’   
 
Azîze Tunelî, got ku ji parêzeran bihîst ku kurê wê nehatiye berdan û ev tişt anî ziman: “Duh li ser telefonê bi kurê xwe re axivîm. Dema pê re axivîm ji min re got; ‘li çaverêya dadgehê bûm ka dê çi encam jê derkeve. Piştre min lê nihêrt ku ji bo 6 mehan taloq kirine.’ Min jî jê re got; ‘kurê min, kurê min Ehmed’ û derdê xwe jê re vegot. Nahêlin bigihijim kurê xwe. Herî dawî beriya koronayê min kurê xwe dîtibû. Lingê min seqet e lewma nikarim biçim hevdîtina wî. Li rexekî dibêjin ‘aşît’ li rexa din jî cezayan didin. Ev çi aştî ye? Em tiştekî ji wan fêm nakin. Em tevek li çaverêya kurê min bûn lê dîsa jî ceza dane wî. Ji ber ku Ehmed nehate berdan heta serê sibehê giriyam.” 
 
'BI HÊVÎ TÊN Û BI XEMGÎNÎ VEDIGERIN’  
 
Xwişka Ahmet Tunelî, Zumrut Demîr ku ji bo pêşwazîkirina kekê xwe ji Mêrsînê hate Amedê jî got: “Bi hêviya ku dê birayê min were berdan tevî hevjîn û zarokên xwe hatim Amedê. Em keyfxweş bûn. Her carê bi hêviyeke mezin tên lê bi xemgînî vedigerin. Ji roja tehliyeya wî hatiye taloqkirin heta niha dayika min digirî, em digirîn. Em aştiyê, xwişk-biratiyê dixwazin. Bila êdî dayik negirîn. Li rexekî dibêjin aştî lê li rexa din girtiyên cezayê wan qediyaye bernadin. Bila êdî ev hesret bi dawî bibe û dayik û birayê min bigihijin hev.” 
 
Ahmet Tunelî, di 1’ê Mijdara 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezan a Amedê hate binçavkirin. Di sala 1996’an de jî DGM’ê cezayê muebbedê lê birî. Di nava 32 salan de li gelek girîgehan ma. Di Cotmeha 2024’an de cezayê wî qediya lêbelê bi Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “başnehaliyê” tehliyeya qî asteng kir. Piştre jî 3 caran bi heman hincetê tehliyeya wî hat astengkirin. 
 
MA / Heval Onkol     
 
 

Sernavên din

19/11/2025
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’