NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di 18’ê Mijdarê de bicive.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirini, dê di 18’ê Mijdarê saet di 15.00’ê de bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Eywana Torenan a Meclisê bicive.
Di civîna 17’emîn a komîsyonê de dê li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin were guhdarîkirin.
