Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê

  • rojane
  • 18:24 5 Mijdar 2025
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê, deklarasyonek têkildarî pêwîstiya rêzgirtina Tirkiyeyê li hemberî mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze kir.
 
Meclisa Neteweyî ya Fransayê ku yek ji du meclisên Parlamenoya Fransayê ye, deklarasyona derbarê mafê hêviyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îmze kirine, bi raya giştî re parve kir.
 
Di metnê de hat destnîşankirin ku piştgirî dide civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û ev tişt hate gotin: “Ev herêma ku jin lê xwedî roleke diyarker in û bi rêgezên Konfederalîzma Demokratîk tê birêvebirin û tê de civakên etnîkî, olî û mezhebî yên cihêreng, wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî, Xirîstiyan, dikarin bi hev re û di nava ahengekî de bijîn. Lêbelê, ji dema damezrandina vê modela komunalîst ve di sala 2012'yan de, Rojava her tim rastî êriş û gefan tê. Rejîma nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed El-Şara yê ku ji ber dîktatorê xwînrêj Beşar Esed hilweşandî, li ber çavê rêberên 'Rojava' şêrîn bûye. Çavên xwe li ser komkujiya neteweyên kêmîne û olî yên wekî Elewî, Druzî û Xirîstiyan digirin. Wek her car, qurbaniyên yekem ên vê desthilatdariya nû ya despotîk jin in; rastî zext û cudakariyê tên, cudabûna ji mêran û lixwekirina cilûbergên li gorî qaîdeyên li wan tê ferzkirin.”
 
'DIVÊ TIRKIYE RÊZ LI MAFÊ HÊVIYÊ BIGIRE'
 
Di metnê de hat destnîşankirin ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, hêj pêşketineke şênber çênebûye û wiha hat gotin: "Ji bo ku pêvajo bi awayekî rast pêşve biçe, divê Tirkiye ya ku ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin, di serî de rêz li hiqûqa navneteweyî û nexasim li 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan, bigire: Divê mafê hêviya azadiyê yê kesên cezayê muebede giran xwarî bê parastin. Ji ber vê yekê, her girtî mafê wî heye ku dîroka ji nû ve nirxandina rewşa xwe bizanibe; ev mafekî bingehîn e û bi rûmeta mirov ve girêdayî ye. Civakên cuda yên li Rojava, modela Konfederalîzma Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî xweser tê birêvebirin, wekî misogeriya parastina yekparebûna xwe dibînin. Ji bo ku pêvajoya aştiyê ya di navbera rejîma Erdogan û Kurdan de bigihêje serkeftinê, serbestberdana Abdullah Ocalan ê wekî rêberê gelê Kurd tê qebûlkirin, şertekî pêşîn e. Ocalanê ku 26 sal in girtî ye, divê li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, bi rêzgirtina mafên mirovan bê tedawîkirin; ev rewş ji bo hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê jî derbasdar e.”
 
'BERPIRSYARIYA EXLAQÎ'
 
Di berdewamiya metnê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Fransa, Ewropa û hemû cîhan, ji ber tevkariyên wan ên diyarker ên di têkbirina DAÎŞ'ê de, deyndarê Kurdan û nexasim deyndarê jinên Kurd in. Hêzên Kurd,  li Sûriyeyê bi rêya YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roleke girîng di têkçûna leşkerî ya DAIŞ'ê de lîstin. Wan di pevçûnên herî dijwar de şer kirin, kelehên herî girîng ên DAIŞ'ê desteser kirin, bi hezaran sivîl rizgar kirin û rêveberiya herêmên berfireh ên rizgarkirî, gelek caran bi berdêlên giran û bi windakirina bi hezaran şervanan bi rêve birin û parastin. Îro, peywira me ya exlaqî ye ku em bicîh bikin ku Kurd û hemû civakên ku beşdarî ezmûna demokratîk a li Rojava bûne, di nav aşitî û azadiyê de bijîn. Em, wekî endamên Parlemantoya Fransayê, daxwaz dikin ku Fransa berpirsyariyên xwe yên derbarê welatiyên Fransayî yên endamên DAIŞ'ê an hevkarên wan de, yên ku hîn di kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojava de girtî ne, bi cih bîne, di serî de jî vegerandina jin û zarokan bo Fransayê. Herwiha em muameleya taybet a bi Ehmed El-Şara yê mafên jinan dike hedef û ewlehiya kêmîneyên etnîkî-olî misoger nake, red dikin.  Em daxwaz dikin ku Tirkiye li Rojava bi agirbesteke mayînde ve girêdayî bimîne û wekî îmzekara Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, pabendî sozên xwe yên derbarê mafên mirovan de bimîne. Têkoşîna gelê Kurd û civakên zilm dîtî yên li Sûriyeyê têkoşîna me ye, em parçeyekî vê têkoşînê ne û em ê wisa jî bimînin.”
 
Kesên ku metn îmze kirine ev in:
 
Mathilde Panot, Seroka Koma La France Insoumise: LFI (Partiya Fransa ya Serî Natewîne)
 
Emmanuel Fernandes: LFI
 
Nadège Abomangoli, Cîgira Seroka Meclisa Neteweyî
 
Clémence Guettê, Cîgira Serokê Meclisa Neteweyî
 
Thomas Portes, Serokê Koma Xebata Kurdan
 
Anaïs Belouassa-Cherify: LFI
 
Christophe Bex: LFI
 
Carlos Martens Bilongo: LFI
 
Pierre-Yves Cadalent: LFI
 
Gabrielle Cathala: LFI
 
Hadrien Clouet: LFI
 
Jean-François Coulomme: LFI
 
Sylvie Ferrer: LFI
 
Arnaud Le Gall: LFI
 
Muriel Lepvraud: LFI
 
René Pilato: LFI
 
Aurélien Tache: LFI
 
Paul Molac: LIOT (Koma Azadî, Serbixwe, Derveyî Welat û Herêman)
 
Danielle Simonnet: EcoS (Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê)
 
Elsa Faucillon: GDR (Koma Çep a Demokratîk û Komarî)

Sernavên din

10/11/2025
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin