ENQERE - Devlet Bahçelî diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê, li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Wekîlên hatin hilbijartin bila biçin Îmraliyê, peyaman rû bi rû guhdarî bikin. Ev yek dê pêvajoyê hêj xurtir bike.”
	Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Di axaftina xwe de Bahçelî bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku hedefa Tifaqa Cumhur a sereke, biserxistina pêvajoyê ye. Bahçelî, bi berdewamî got: “Ji bo me tu hukmê hebûna kesên meqseda wan şêlî, nêrîna wan ji hev belav û hewl didin hedefa me ya ‘Tirkiyeya bêteror’ sabote bikin, nîne. Êdî tîr ji kevanê derketiye û em ê vê sefera xwe temam bikin.”
	Bi domdarî Bahçelî, îşaret bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Di çarçoveya nexşerêyeke li gorî vê çarçoveyê hatiye amadekirin, dê gavên hiqûqî, siyasî û demokratîk li gorî mitabeqeteke berfireh û rasteqîn bikevin meriyetê. Hewceye wekîlên ji hêla komîsyonê ve hatin hilbijartin biçin Îmraliyê û peyaman rû bi rû guhdarî bikin. Ev yek dê pêvajoyê xurtir bike. MHP amade ye ku tev li şandeyeke wiha bibe.” 
	‘ÎMRALIYÊ SOZA XWE BICIH ANÎ’  
	Bahçelî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îmrali heta niha jî li ser soza xwe sekinî ye, li daxuyaniyên xwe xwedî derketiye. Vekişîna komeke PKK’iyan a ji welatê me, daxuyaniya rêxistinê ya ji bo bi temamî vekişîna ji welatê me, nîşan dide ku di hedefa Tirkiyeye Bêteror de geşedanên pêşketî çêbûne.”      
