ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, diyar kir ku zagonên entegrasyona demokratîk ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lê mifteya bi temamî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ye.
	Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di destpêkê de serokê HEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku di 3’yê Mijdara 1992’yan de hatibû qetilkirin bi bîr anî. Bakirhan, bi xêr hatina Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel jî kir ku piştî sê salan duh hate berdan. Bakirhan, cezayê li Huda Kaya jî bi bîr xist û got ku pirsgirêk bi cezakirina muxalîfan çareser nabin. Bakirhan, bal kişand ser operasyona siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an û got: “4’ê Mijdarê ne tenê operasyoneke hiqûqê ya jirêzê bû. Her wiha mîlada paradîgmaya radîkal a îktîdarê ya li dijî meseleya Kurd bû. Hedef ne tenê hevalên me yên htain girtin bû. Hedef Rêya Sêyemîn bû.” 
	QEYÛM BERDEWAM IN
	Bakirhan, 4’ê Mijdarê weke “Derbeya Siyasî” nirxand û qeyûmên piştre hatin tayînkirin bi bîr xist. Bakirhan, got ku ji wê rojê heta niha tayînkirina qeyûman didome, gelek hevşaredar hatine girtin û tayînkirina qeyûman hêj didome. Bakirhan, diyar kir ku tevî ewqas zextê jî têkoşîna wan a ji bo aştî, edalet û azadiyê didome û dê paşve gavê neavêjin. 
	BANGA BERDANA GIRTIYÊN SIYASÎ KIR 
	Bakirhan, destnîşan kir ku divê dozên kompasê bi dawî bibin û biryara DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de bi bîr xist: “Îktîdarê li dijî biryara DMME’yê îtîraz kir lê hate redkirin. Bi vê yekê re biryara der heqê Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên me yên di Doza Kompasê ya Kobanê de tên darizandin tekez bû. Tirkiye mecbûr e biryarên DMME’yê bicih bîne. Lewma divê tavilê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên din bên berdan. Divê bi hezaran hevalên me yên girtî bên berdan.” 
	‘HEWCEYE HEVALÊN ME YÊN LI SIRGUNÊ VEGERIN’ 
	Di berdewamê de Bakirhan îşaret bi kesên ji ber sedemên siyasî ji neçarî ji welat derketin kir û ev tişt anî ziman: “Hewceye hemû hevalên me yên li sirgûnê bikarin vegerin welatê xwe. Bila dosyayên kompasê bên girtin, qada siyaseta demokratîk fireh bibe. Bingeha aştiyê, siyaseta demokratîk e. Temînata pêvajoyê, siyaseta demokratîk e. Di salvegera 4’ê Mijdarê de em careke din bang dikin; bila hevalên me yên li sirgûnê vegerin welat û girtiyên siyasî li qadan û aştî jî vegere vê xakê. Ji bo vê jî veguherîna demokratîk şert e. Pêvajoya di 1’ê Cotmehê de destpêkirî ne tenê pêvajoya aştiyê lê ezmûna veguherîna demokratîk a dewletê ye.”
	‘WELATEK BI AŞTIYÊ MEZIN DIBE BI TIRSÊ BIÇÛK DIBE’
	Bi domdarî Bakirhan bi lêv kir ku hewceye pêkvejiyaneke ku cihêkarî li tu kesekî nayê kirin, daraz serbixwe, Meclis bihêz û rêveberî şefa were avakirin û wiha pê de çû: “Bila pergaleke venêrîn û hevsengiyê were avakirin. Pirsgirêk ne bi tundiyê lê bi rêya mizakereyan were çareserkirin. Bila aştiya civakî çêbibe û îrade di rêveberiyên xwecihî de, di destê gel de be. Demokrasiya herêmî bila awayekî xurt were misogerkirin. Bila rêz ji mafê şînê re bê girtin. Bi vê wesîleyê dixwazim bibêjim ku duh li Şirnexê, rojek bertirê jî li Riha û Agiriyê li dijî şînan êrişên qirêjî hatin kirin. Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Rêya aştiyê ew e ku rêz ji mafê şînê re bê girtin. Bi kurtasî, welatek bi aştiyê mezin dibe, bi tirsê jî biçûk dibe. Em jî dixwazin bi aştî û demokrasiyê mezin bikin.” 
	VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK A RASTEQÎN 
	Di berdewamê de Bakirhan daxuyand ku divê pêvajo hemû derdorên civakî bigire nav xwe û got: “Rêya vê jî ew e ku em pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke veguherîna demokratîk. Ji Mêrdînê heta Mûgla, Qers û Hatayê divê her kes kirdeya vê veguherînê be. Ji ber ku em dizanin meseleya Kurd, hîmê bingehîn ê demokrasiya Tirkiyeyê ye. Heta ku ew hîm rûnene dê tu tiştek saxlem nebe. Lewma her ku pirsgirêka Kurd çareser dibe, Tirkiye jî dê demokratîk bibe. 
	Şandeya me duh bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir û piştre daxuyanî da. Silavên birêz Ocalan ji bo kedkar, xizan û tevahiya gelên Tirkiyeyê hebûn. Hevalên me got ku tenduristî û mirûzê wê baş e. Birêz Ocalan, bi taybet jî li ser dîrok û sosyolojiyê sekinî û pêşniyar kir ku têkiliyên Tirk-Kurdan ji du aliyan ve xurt bike. Got ku ji bo meseleyeke dîrokî xebatên mezin tên klirin, dema vê dikin ne bi xêzkirina xetan, ne bi nêrîneke neyînî û hilweşîner lê divê bi nêrîneke pozîtîf nêz bibin. Herî dawî jî ji bo hêmaya Kurd daxilî zagoniya komarê were kirin bal kişand ser entegrasyona demokratîk û banga berpirsyartiyê li her kesî kir. Baş e lê em ê çawa bikin? Bêguman em ê bi derxistina zagonên entegrasyona demokratîk bikin. 
	ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK A OCALAN PÊŞNIYAR DIKE 
	Çi ye ev entegrasyona demokratîk? Entegrasyona demokratîk, hînbûna hev, xwedîderketina li hev e. Hin kes weke pêvajoya bişaftinê pênase dikin lê ne wisa ye. Bişaftin, dixwaze her tişt were jibîrkirin. Dibêje nasname, xwe, rûmeta xwe û her tiştê xwe ji bîr bike. Bişaftin dihelîne, tune dike, yektîp dike. Lê entegrasyona demokratîk a birêz Ocalan behs dike, dibêje hebûna xwe biparêze. Dibêje tu weke Kurd, yên din bila weke Tirk, Suryan, Elewî û hwd. hebûna xwe biparêzin. Dibêje em weke hemwelatiyên wekhev ên komara demokratîk bijîn. Ferqa di navbera wan de ev e. 
	GIRÊDAYÎ ZAGONÊN ENTGRASYONA DEMOKRATÎK E
	Entegrasyona demokratîk; tê wateya jiyaneke azad a hemû gel, bawerî, çand û nasnameyan e. Di vir de peywira dewletê ne yektîpkirina her kesî ye, misogerkirina hebûna van cudahiyan e. Lewma entegrasyona demokratîk ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e, her wiha mifteya bi temamî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Hevduqebûlkirin û pêkvejiyanê esas digire. Hatina cem hev û temamkirina hevdu a reng û çandên cuda ye. Rêya vê jî zagonên entegrasyona demokratîk e. Hêviya me ew e ku di rojên pêş de bên derxistin. Dîrok, vê firsendê dide me. Dem dema vê veguherîna mezin e. Em bi hev re xwedî li vê firsendê derkevin û ji dest nedin.” 
	‘MILYONAN KES NEÇARÎ NANÊ TISÎ HATINE KIRI’ 
	Bi domdarî Bakirhan, bal kişand ser krîza aborî, xizaniya li welat û got ku bi milyonan kes neçarî nanê tisî hatine kirin. Bakirhan, destnîşan kir ku mûçeyê kêmtirîn li dijî enflasyonê tune dibe û gel di reweşeke zehmet de dijî. Bakirhan, got ku weke DEM Partiyê ew pêşniyar dikin ku mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026’an herî kêm bibe 46 hezar lîre û ev reqem li gorî reqemên enflasyonê jî were nûkirin. 
	QIRKIRINA LI SUDANÊ ŞERMEZAR KIR 
	Bakirhan, bi domdarî behsa qetlîamên li Sudanê kir û got: “Şerê navxweyî yê li Efrîqayê, parzemîn veguherandiye gola xwînê. Bi bi ditirsî geşedanên li Sudanê dişopînin. Hefteya bihûrî li bajarê El Faşirê qirkirineke mezin hate kirin. Ev qirkirin, encama polîtîkayên hêzên hegemon li Efrîqayê ferz dikin e. Em van qirkirinan, bi tundî şermezar dikin.” 
	Bakirhan, êrişa bi satoran a li Zanîngeha Hacettepeyê hatiye kirin jî şermezar kir û got ku êrişkar hatine parastin û xwendekar hatine cezakirin. Bakirhan, got ku ew piştgiriyê didin xwendekaran.
