ENQERE - Devlet Bahçelî piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Berdana Selahattîn Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.”
	Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ‘rêyên hiqûqî’ êdî gihiştiye encamê. Berdana wî dê ji bo  Tirkiyeyê bi xêr be.” 
