MÊRSÎN - Yekem danişîna doza hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê bê lidarxistin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de 81 şaredarî bi dest xistin. Demek kurt piştî hilbijartinan, qeyûmên ku ji sala 2016'an vir ve li ser kar bûn ji nû ve hatin tayînkirin. Qeyûm ji bo şaredariyên Colemêrg, Merdîn, Êlih, Xelfetî, Dêrsim, Miks, Akdenîz, Sêrt, Wan û Qaxizmanê ji nû ve hatin tayînkirin. Vê carê, pergala qeyûman ber bi CHP'ê ve jî çû. Gelek şaredarên CHP'î hatin girtin û li şûna hin ji wan qeyûm hatin tayinkirin.
Di dosyeyên dozê de ku bûn sedema ku hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz ên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin, xebatên şaredariyê bûn mijara tawanbariyan.
Îdîanameya 216 rûpelî ya der barê 8 kesan de ku hevşaredar jî di nav de, hat amadekirin. Di îdianameyê de sersaxî, hevdîtinên gel, stranên ku di dawetan de hatine gotin û parvekirinên li ser medyaya sanal wekî "çalakiyên rêxistinî" hatine rêzkirin. Danişîna yekem a dozê ku bi tohmetên "endamtiya rêxistinê", "fînansekirina rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye vekirin, dê sibê (31'ê Cotmehê) li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê dest pê bike.
‘DOSYE VALA YE'
Endamê Meclisa Şaredariya Akdenîzê û berdevkê komê Aydin Kiliç diyar kir ku dosyeya dozê bi fermanên siyasî hatiye amadekirin û hewl hatiye dayîn ku çalakiyên şaredariyê krîmînalîze bibin. Kiliç diyar kir ku ji bilî îfadeyên şahidên veşartî tu delîlên berbiçav di dosyeyê de tune ne û got: "Dema ku em li dosyayê dinêrin, ew vala ye. Daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakî wekî tohmet hatine bikaranîn. Lê belê, erkê sereke yê siyasetmedaran ew e ku bi gel re hevdîtinê bikin û daxwazên wan bînin ziman. Mixabin, ev wekî delîlên sûc hatine nîşandan. Ji ber vê yekê hevşaredarên me di girtîgehê de ne. Di van demên ku behsa aştiyê tê kirin de, rastiya ku cihekî wekî Akdenîzê ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, di wijdanê raya giştî de birîneke kûr çêdike."
Kiliç li dijî pêkanînên qeyûm, banga beşdariya li dnaişîna hevşaredaran kir.
