NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku du rê li ber komarê hene ku yek ji wan demokrasî û ya din jî şerê dij-Kurd e. Abdullah Ocalan, Komara Demokratîk weke zayîna sêyemîn pênase dike û dibêje: “Yên di vê cidî tevdigerin dê bi ser kevin.”
Komara Tirkiyeyê hêj ji destpêka damezirîna xwe ve îdeolojiya yekperestiyê esas girt. Bi ser re 102 sal derbas bûn lê hêj jî vê karektera xwe ya yekperest diparêze. Di dema ragihandina komarê de, hêviyên gel, bawerî û çînên bindest nehatin temsîlkirin. Berevajî vê, li dijî wan polîtîkayên pişavtinê û zextê xistin meriyetê, heta hewl dan wan tune bikin. Vê jî bi xwe re serhildanên Kurdan, Ermenan, Suryanan, Ruman, Elewiyan, Misilmanên li derveyî sînorê îdeolojiya yekperest hatine hiştin anî.
Komara ku di temenê xwe yên 102 salan de komkujiyên li dijî Ermenan, Suryan, Elewî û Kurdan pêk anî, bi van komkujiyan re hevrû nebû û vê îdeolojiya yekperestiyê êdî komar xistiye nava xitimînê. Rêya xelasiya ji vê xitimînê jî pêşniyara “Komara Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nîşandan.
Di pirtûkên Abdullah Ocalan de ku ji parastinên wî pêk tê, wiha tê gotin: “Doza min doza demokratîkbûn an jî nedemokratîkbûna komarê ye.” Abdullah Ocalan, dibêje: “Divê mirov bi aqil be. Çep lê divê nîzama dewleta demokratîk were pêşxistin. Misogeriya komarê em in. Kî bikare vê bike dê bi ser keve. Kî di mijara Komara Demokratîk de cidî be, ew ê qezenc bikin.”
Abdullah Ocalan, şert û mercên li Îmraliyê tê de tê ragirtin jî di heman demê de weke zayîna sêyemîn a komarê dinirxîne û dibêje: “Pêvajo, jinûve zayînê û teşegirtinê li hemû hêzan ferz dike.”
SERDEMA YEKEMÎN Û DUYEMÎN ÊN KOMARÊ
Abdullah Ocalan, navbera 1920-1950’ê weke serdema ewil a komarê pênase dike û ji ber damezirandin, reform û parastinê navê “Serdema Komara Otorîter” pênase dike. Navbera 1950-2000’î jî weke serdema duyemîn jê re dibêje û ji ber rêveberiya keyfî ya beşeke biçûk a çîna jor, weke “Serdema Komara Olîgarşîk” binav dike.
XITÎMÎNA DÎROKÎ YA TIRKIYE YA KOMARÊ
Du serdemên girîng ên xitimînên komarê hene ku bandorê li ser pêşeroja komarê dikin. Abdullah Ocalan ku dibêje “Komara xwe dispêre înkarkirina îradeya azad a Kurd, olîgarşîk e”, xitimîna piştî hilweşîna Osmaniyan jî wiha dinirxîne: “Tirkan, îcar jî li şûna îdeolojiya Îslamê ya kevneperest, bi îdeolojiya neteweperest a Rojavayî re bi pêşengtiya Mûstafa Kemal, li derve bi Bolşevîkan û li hundir jî bi tifaqên Kurdan re hem şerê rizgariyê yê neteweyî qezenc kirin hem jî bi awayekî dîrokî derbasî pêvajoya komarê bûn. Anatoliyaya sedsala 20’emîn, dê êdî weke Komara Tirkiyeyê rol bilîze.”
Abdullah Ocalan, detnîşan kir ku di şerê rizgariyê de tenê Kurdan piştgirî dan Mûstafa Kemal û ev nirxandin kir: “Kurd, li pêşiya planên Ingilistanê yên li Rojhilata Navîn û Qefqasyayê bûn astengî. Ingilistan li dijî Kurdan bi hêrsekî mezin tije bû û li dijî Kurdan polîtîkayên tên zanîn xistin meriyetê. Di Lozanê de ji bo nehêlin tifaqa Kurd-Tirkan bi komara demokratîk biencam bibe, bi Înonu re li beramberî Misûl-Kerkûkê înkarkirina Kurdan, li şûna komara demokratîk jî li ser netewe-dewleta homojen a pergala kapîtalîst lihev kirin. Fatûreya wê ji Kurdan re birîn û komara demokratîk jî ji holê rakirin.”
ÎNKARA KURDAN BI KOMARÊ DAN KIRIN
Di berdewamê de Abdullah Ocalan dibêje ku bi van geşedanan re înkarkirina Kurdan bi komarê dane kirin û qetilkirina Kurdan hate erêkirin. Abdullah Ocalan, wiha didomîne: “Tirkiyeya Komarê, bi van geşedanan re, ji bo tepisandina Kurdan ku hêmaya avaker a komarê bûn û bi nedemokratîkbûnê re ev şensê dîrokî winda kir. Dikariya bi rehetî bibe Japonyayek lêbelê ji ber vê pirsgirêkê xitimî. Ev xitimîn, hêj jî didome.”
DU RÊYÊN KRÎTÎK ÊN LI BENDA KOMARÊ
Abdullah Ocalan, da zanîn ku Komara Tirkiyeyê bi du rêyan rû bi rû ye û got: “Rêya yekemîn; şerê dij-Kurd e ku ev jî tê wê wateyê ku têkevin nava xitimîneke hêj mezintir. Gelo dê di pergala olîgarşîk û polîtîkayên statukoyê de israr bikin? Israra di pergala olîgarşîk de dê bi xwevekişandina navxweyî û qutbûna ji cîhana hemdem biencam bibe. Jihevbelavbûneke mîna li Yugoslavya û Iraqê dê bibe encameke jêneger. Ne dînamîkên navxweyî ne jî yên derve êdî nikarin vê statukoya olîgarşîk ragirin.”
Abdullah Ocalan, bi domdarî dibêje ku rêya duyemîn jî ew e ku yekitiya demokratîk a di şerê rizgariyê de hatibû avakirin, careke din veguherînin bingeha komarê. Abdullah Ocalan, wiha didomîne: “Tişta ku komarê dike komar, tifaqa şer a demokratîk a neteweyî ye ku di navbera salên 1919-1922’yan de hatibû kirin. Dema vebijêrka demokrasiya tam esas hate girtin, wê demê dê bi dinyayê re bibin yek û bêyî pirsgirêkên navxweyî sor bikin, bêyî rijandina xwînê dê derfeta çareserkirinê ava bibe. Ji bilî derdoreke teng, dê were wateya qezenckirina Tirkiyeyê.”
SERDEMA NÛ YA KOMARÊ: KOMARA DEMOKRATÎK
Abdullah Ocalan, serdema nû jî weke “Serdema Komara Demokratîk” binav dike. Adullah Ocalan, dibêje ku ev serdem tê wê wateyê ku îradeya gel di rêvebirina demokratîk de xwedî wate bibe û were temsîlkirin. Di berdewamê de Abdullah Ocalan anî ziman ku Komara Demokratîk, yekitiya azad esas digire û ev pêvajo jî ew pêvajoye ku niha tê de dijîn. Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku ev serdem, ji hêla zîhniyet û sazûmaniyê ve dê li ser bingeha livûtevgera zêde ya civakî çêbibe.
Abdullah Ocalan, dibêje ku ya rast jî ew e ku weke dewlet Tirkiye û civaka wê pêvajoya pêş weke “Tirkiyeya Demokratîk” binav bike.
DÊ QEDERA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE
Abdullah Ocalan, diyar dike ku ev pirsgirêka sereke ya li pêşiya Tirkiyeyê, êdî veguheriye pirsgirêkeke sereke ku dê qedera Tirkiyeyê diyar bike û dibêje: “An dê pirsgirêk di nava Komara Demokratîk de bi awayekî demokratîk were çareserkirin an jî dê ji hundir û derve teng bibe. Hêj teqez nebûye ka dê pirsgirêk bi kîjan awayî were çareserkirin. Li gel vê, hemû şert û mercên hundir û derve, çareseriyeke demokratîk ferz dikin.”
JINÛVESAZKIRINA KOMARÊ
Abdullah Ocalan, dibêje ku rola erênî ya di têkoşîna Komara Demokratîk de tekane rêya xelasiyê û il ser bingeha zanistî dahûrandiye. Bi domdarî dibêje: “Bi taybet jî weke qada esasî ya hatiye dahûrandin Tirkiye, dikare sûdê ji jinûvesazkirina komarê ya li ser bingehên reforman bigire û bi vê yekê re rastiya Kurd ji rewşa wê ya hêzê dide windakirin derxîne û veguherîna mijareke ku hêzeke mezin dide. Hewceye vê yekê ji bo avêtina gaveke herî mezin a navxweyî û derve weke firsend bibîne ku ev yek jiyanî ye.”
RÊYA RIZGARIYÊ
Abdullah Ocalan, dibêje ku di bingeha krîza giran a Tirkiye niha dijî de pirsgirêka Kurd heye û got: “Rêya rizgariyê jî girêdayî cîbicîkirina egerên komara demokratîk e û divê berê xwe bide çareseriyeke li ser vê bingehê. Ev yek, egereke welatparêzî, yekitî û xwişk-biratiyê ye. Çareserî ne dewleteke cuda ye ne jî înkar û seferên leşkerî ye. Çareserî; tercîha rêxistinkirî, bi zanebûn a welatiyên azad ên di her mijarê de xwdî gotin û mafên wekhev ên Komara Demokratîk e. Ev jî ne dewleteke cuda, bi rastî jî yekitiyeke xwîşk-biratî û ji bo vê jî sûdgirtina ji hemû mafan e.”
TÊKILIYÊN KURD-TIRKAN
Abdullah Ocalan, got ku di tevahiya dîrokê de nêzikatiyên Kurd-Tirkan li gorî ruhê têkiliyan bû û vê nirxandinê dike: “Şerê rizgariyê yê salên 1920’ê yê bi pêşengtiya Tirkan, dihat xwestin bi rizgariyeke demokratîk a bi pêşengtiya Kurdan were temamkirin. Yekitiya diyalektîk a di navbera her duyan de, her wiha berdewamiya geşedana dîrokî û îfadeya wê ya hemdem bû. Komar, tenê bi ruhê vegera rizgariya neteweyî ya hevpar a di salên 1920’î de li ser bingeha dilxwaziyê ava bûyî dikare komara demokratîk saz bike û vê rewatiyê ava bike. Tifaqa yekemîn û eslî, di vê çarçoveyê de û bi dilsoziya bi bîranînên nû yên salên 1920’î dikare careke din çêbibe. Tifaqeke ku xwe dispêre yekitiyeke azad, ya ku hebûna çandî û azadiya xweîfadekirinê esas digire. Tifaqa eslî û encamgir ev e.”
Abdullah Ocalan, hedefa xwe ya ji pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” daye destpêkirin, weke komara demokratîk destnîşan dike. Siyaseta demokratîk, weke stratejiya vê serdemê destnîşan kiriye û dibêje ku siyaseta demokratîk jî tenê dikare di Komara Demokratîk de were kirin.
MA / Dîren Yurtsever
