WAN - Girtiyê nexweş Necdet Koç tevî rapora nexweşxaneyê ya "rîska mirinê ya wî zêde ye" tê girtin. Koç, niha di axaftin û xwarinê de zehmetiyan dikişîne û ji 120 kîloyan daketiye 50'î kîloyan.
Girtiyê nexweş Necdet Koç (52), di sala 2022'yan de li Wanê hat binçavkirin û bi sûcê "têkbirina yekitî û yekpareyiya dewletê" hat darizandin û cezayê muebbeda girankirî lê hat birîn. Koç, ku berî bikeve girtîgehê 120 kîlo bû, niha daketiye 50 kîloyan. Nexweşiya Myasthenia Gravis û Tîmoma lê hat teşhîskirin. Koç, zêdetirî sê salan li Girtîgeha Tipa F a Wanê tê girtin. Bi ser serlêdana parêzerên Koç, ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û raporek der barê guncavbûna wî ya mayîna di girtîgehê de hat xwestin. Nexweşxaneyê di sala 2022'yan de raporek amade kir û di rapora xwe de diyar kir ku Koç dermanên dozên wan bilind bi kar tîne û rewşa wî ya jiyanî "zêde xetere ye." Di raporê de wiha hat gotin: "Divê nexweş herî kêm şeş mehan bi rêkûpêk li navenda dermankirinê were şopandin. Piştî şeş mehan sekinandinê nirxandinek ji nû ve guncav e." Lêbelê, dadgehê rapor red kir û ji nexweşxaneyê raporeke teqez xwest ku Koç dikare girtîgehê de bimîne yan jî nikare. Lêbelê ev daxwaz hîn jî nehatiye bersivandin. Hat hînbûn ku nexweşiya Koç her ku diçe giran dibe û ew êdî nikare biaxive, daqurtîne û xwarin bixwe. Pêdiviyên wî yên rojane jî hevalên wî bi cih tînin.
JI 120 KÎLOYAN DAKETIYE 50 KÎLOYAN
Birayê Koç, Cahît Koç diyar kir ku rewşa biraya wî niha di xetereyê de ye û wiha qala rewşa wî kir: "Birayê min di girtîgehê de gelek zehmetiyê dikişîne. Nexweşiya wî giran e û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Nikare xwarinê bixwe û kincên xwe bişo. Birayê min gelekî di tengasiyê de ye û pir zehmetiyê dikişîne. Nexweşiya penceşerê pê re heye û di heman demê de nexweşiya Tîmoma lê peyda bûye. Rewşa wî her ku diçe giran dibe. Gelekî jar bûye. Birayê min dema ku hat girtin 120 kîlo bû û niha bûye 55 kîlo. Em daxwaz dikin ku birayê min bê berdan. Heke ku hevalên wî nebin nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Êdî nikare xwarinê jî bixwe. Bi tena serê xwe nikare bijî. Bi alikariya hevalên xwe dikare bije. Tedawî dibîne lêbelê me hê ji vê tedawiyê encamek negirtiye û der heqê rewşa wî ya tendûristiyê de jî tu agahî nadin me. Carna dermanên wî xelas dibin û piştre em diçin peyda dikin û jê re dibin. Dema ku diaxive jî pirsgirêkê dikêşe. Carna baş e û carna jî hîç nikare biaxive. Mîna ku felc derbas dike dibe. Nikare biaxive. Ji ber ku nexweşe û rewşa wî girane divê ku xwarina wî jî taybet be, lêbelê ew jî weke hemû hevalên xwe xwarina girtîgehê dixwe û ji ber wê jî di xwarin xwarinê de jî pir zehmetiyê dikêşîne. Xwarina girtîgehê jî meqerneye, şorbeye, karol û goştê mirîşkê ye. Ew jî van nikare bixwe û daûre."
KRÎZAN DERBAS DIKE
Koç, daxwaz kir ku birayê wî bê berdan û got: "Ez daxwaz dikim ku birayê min bê berdan û tedawiya xwe li malê bibîne. Dewlet divê piştgiriyekî bide û bê berdan. Ji ber ku di girtîgehê de rewşa wî nebaşe û her ku diçe girantir dibe. Nikare zêdetirîn girtîgehê de bimîne. Dema ku krîzên wî çêdibin nikare rabe ser xwe û di nav cihan de dimîne. Nikare biçe daşirê pêdiviya xwe pêk bîne. Hevalên wî radikin û dibin. Niha bûye 50 kîlo û ji ber nexweşiya xwe niha wekî kesên 70 salî ye. Ji ber wê em daxwaz dikin ku birayê min demildest bê berdan."
MA / Zeynep Durgut
