ÎZMÎR - Jin li Îzmîrê li dora dara aştiyê kom bûn da ku daxwazên xwe pê ve bikin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku aştî bi keda jinan tê avakirin.
Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya dara aştiyê li dar xist. Jin li hemberî Şîrînxaneya Sevinç a li Alsancakê kom bûn û daxwazên xwe yên aştiyê li ser kartan nivîsandin û bi darê ve kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Me jiyan mezin kir, em ê aştiyê ava bikin", "Bê wekhevî aştî nabe" û "Ez jiyanê li dijî şer diparêzim" hatin hilgirtin, her wiha dirûşmên wekî "Na ji şer re, aştî niha", "Bijî aşitî" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Piştî çalakiyê daxuyanî hat dyîn. Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya DEM Partiyê, Turkan Aslan Agaç, li ser navê jinan daxuyanî xwend.
Çalakî piştî daxuyaniyê bi gerandina govendê bi dawî bû.
