Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê

img

STENBOL- DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê em bi hev re têbikoşin" mitîngekê li dar bixin. Nûnerên partiyên siyasî her kes vexwendin mitînga ji bo aştî, demokrasî, laîkbûn, mafê jiyanê û mûçeyeke mirov bikare pê debara xwe bike. 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) dê di 25'ê Cotmehê de saet di 15:00'an de li Qada Esenyûrtê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê têbikoşina bihevre" mitîngekê li dar bixin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê beşdarî mitîngê bibe. Her wiha dê hunermend Xêro Abbas û Kome Vejîn jî di mitîngê de derkevin ser dikê. 
 
Nûnerê EMEP'ê yê Stenbolê Levent Gokçek destnîşan kir ku polîtîkayên navxweyî û derveyî yên desthilatê û bernameya aborî bûne sedema xizaniyeke cidî û got: "Bernameyeke navîn ku sê salên pêş de vedihewîne hatiye rojanekirin. Ev bername li ser veguherandina welêt ji bo hêzeke kar a bi tevahî erzan û tepeserkirina mûçeyan ji bo berjewendiya sermayeya biyanî û navxweyî ye. Wekî din, nakokî û pevçûnên di navbera emperyalîstan de li herêma me, nemaze li Rojhilata Navînê, kûrtir dibin û em bi şerên herêmî re rû bi rû ne. Wekî ku di serdana wî ya dawî ya Amerîkayê de derket holê, Erdogan polîtîkayên bêtir teslîmkar û bêtir hevkar bi emperyalîzma Amerîkayê re dimeşîne. Ji nû ve dabeşkirin û ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navînê, li gorî berjewendiyên emperyalîzma Amerîkayê û bikaranîna Siyonîzma Îsraîlê di rojevê de ye. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ev tê wateya hîn bêtir polîtîkayên şer, xwînrijandin, hêsir û xizanî. Di vê navberê de, tevgera Bahçelî ya di 1'ê Cotmeha sala borî de mijara çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê. Salek derbas bû û desthilata yekzilamî ji bo çareserkirina daxwazên lezgîn ên gelê Kurd tu gavên berbiçav neavêtiye."
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Gokçek destnîşan kir ku yek ji sedemên ku ew ji bo têkoşîneke hevpar li hev civiyane, berfirehkirina têkoşîna ji bo çareseriyeke demokratîk, aştiyane û wekhev a pirsgirêka Kurd e û got: "Li welatê me gelek dînamîk û potansiyelên têkoşînê hene. Em dikarin behsa tevgereke kolektîf bikin ku di cihokên cuda de diherike lê hîn derfeta wê tune ku di heman çemî de bicive. Tevgera jinan bi rastî jî yek ji beşên herî berxwedêr û têkoşer ên welêt e. Bi pêvajoya 19'ê Adarê re, em dibînin ku tevgera ciwanan li zanîngeh, meydan û kolanan seferber dibe. Gelê Kurd bi salan e ji bo daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk têdikoşe. Di vê navberê de, têkoşîna karker û kedkaran li seranserê welêt berdewam dike. Banga me, niyeta me û armanca me ew e ku em bi hev re bin û tevgereke gel a bi pêşengiya çîna karkeran li dijî rejîma qesrê birêxistin bikin. Ji ber vê yekê em bi hev re ne." 
 
Gokçek anî ziman ku pêwîst e hemû dînamîkên têkoşînê bibin yek û diyar kir ku hevdîtina bê dê bibe gavek ber bi vê armancê ve. 
 
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk anî ziman ku pergala ku ew li dijî wê têdikoşin xwedî pêkanînên zordar û dijdemokratîk e û got: "Em di serdemeke wiha de ne ku demokrasî bi her awayî tê paşguhkirin. Her çend mafên me yên siyasî ji aliyekî ve tên desteserkirin jî, em di warê aborî de jî di rewşeke nebaş de ne. Em dizanin ku mûçeya herî kêm jî di bin sînorê xizaniyê de ye. Ger em bi hêzeke mezin a zordar re rû bi rû ne, divê em jî hêzeke mezin ava bikin. Ji ber vê yekê, divê em tifaqeke wisa ava bikin; divê em bi hemû girseyên ku demokrasî, aştî, azadiya jinan, laîkbûnê, bilindkirina mûçeyan û kar dixwazin û hemû hêzên civakî yên ku ji bo vê yekê têdikoşin re bibin yek. Ez bawer dikim ku girîng e ku hevdîtineke giştî pêk bê. Ji ber ku divê em planeke çareseriyê pêşkêş bikin û ez bawer dikim ku divê em vê yekê bi çalakîbûnê bikin."
 
BANGAWAZÎ
 
Ozturk destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî mezin a welêt e û ew dixwazin vê pêvajoyê li ser esasê wekheviya gelan pêş bixin. Ozturk bilêv kir ku mitînga ku ew ê li dar bixin mitîngeke pir girîng e û bang li her kesî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt beşdarî mitîngê bibin. 
 
Berdevka Demê ya TOP'ê Jûlîana Gozenê jî diyar kir ku desthilatas siyasî faşîzmê bi sazûman dike û bal kişand ser pirsgirêkên li welêt çêbûne. Jûlîana Gozenê anî ziman ku ew ê tevî kedkar, ciwan û jinan roja Şemiyê li Esneyûrtê bin û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku em li dijî vê pergala faşîst alternatîfa xwe bifiarînin û daxwazên gelê xwe biqîrin." 
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

12:59 Derheqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e
17:11 Astengkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hat protestokirin
16:42 1’emîn Mihrîcana Govendê ya Jinê ya Cizîrê dest pê kir
16:20 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:17 Fuara pirtûkan a Amedê di roja 2’yan de ye