MÊRDÎN - Tehliyeya Nûrcan Aslan a ku di 16 saliya xwe de hatibû girtin û li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin, bi hinceta "sûcê xwe weke sûc qebûl nake" cara duyemîn hate taloqkirin.
Nûrcan Aslan, di sala 2016'an di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbîn a Mêrdînê de bi hinceta ku derketiye derve di 15 saliya xwe de hate girtin. Nûrcan Aslan, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate darizandin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Lêbelê ji ber temenê wê yê biçûk, cezayê wê daxistibûn 16 sal û 8 mehan. Nûrcan Aslan a ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin, cezayê xwe di 22'yê Hezîrana 2025'an de temam kir û diviyabû bihata berdan. Ji ber biryara "nebaşhaliyê" ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya wê ji bo 4 mehan hatibû taloqkirin. Bi bidawîbûna 4 mehan re li bendê bû ku Nûrcan Aslan di dawiya Cotmehê de bihata berdan. Lêbelê lijneyê di civîna xwe ya 14'ê Cotmehê de dîsa biryara "nebaşhaliyê" da û tehliyeya Nûrcan Aslanê taloqî 24'ê Nîsana 2026'an kir.
'QEBÛLNEKIRINA SÛC' KIRIN HINCET
Lijneyê di biryara xwe de "tiştê kiriye weke sûc nabîne" weke hinceta biryara xwe nîşan da. Bi domdarî got: "Hikûmxwar sûcê ku kiriye weke sûc nabîne, dibêje ku fealiyetên wê sûc nînin. Hikûmxwar di girtîgehê de aram tevdigere di ferqa pirsgirêkên xwe de ye lê ji bo çareseriyê hevkariyê nake."
‘ZÊDE PIRTÛKAN DIXWÎNE'
Di berdewamê de lijneyê têkildarî Nûrcanê Aslanê got ku bi serê xwe li dijî pirsgirêkan têdikoşe, têkiliyên wê yên bi malbatê re xurt in, daxwaza wê ya ji bo tevlibûna xebatên di bin sîwana saziyê de tên kirin û kursan heye û bi awayekî çalak tev li hinek fealiyetan dibe. Hat gotin ku Nûrcan Aslan li girtîgehê aram tevdigere û zêde pirtûkan dixwîne. Lijneyê di rapora xwe de dijderketina lêgerînê jî weke "hewldana manîpulekirinê" nirxand.
ZEXTA POŞMANIYÊ DI BIRYARÊ DE CIH GIRT
Bi domdarî di biryarê de hate gotin ku rewşa Nûrcan Aslanê rê nade ku derbasî girtîgeha vekirî bibe, piraniya raporên nirxandinê yên der heqê Nûrcan Aslanê de neyînî ne û wiha hate gotin: "Pirs jê hatiye kirin ka ji ber sûcên kiriye bi awayekî jidil poşmane yan na. Di encama hevdîtinê û hemû nirxandinên din de, em qaneh bûn ku ji bo tev li civakê bibe amade nîne, behsa poşmaniya xwe nekiriye, di hevdîtina dawî de nebaşhal bû û divê heta demekê di girtîgeha girtî de bimîne."
MA / Ahmet Kanbal