NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Meteorolojiyê da zanîn ku germahiya hewayî dê di bin germahiya asayî ya demsalê de bin û ji bo 9 bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyarî kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane aşkera kir. Midûriyetê ragihand ku dê li Sêrtê barîneke zêde bibare û li Erziromê jî li bendê ne şilope û berf bibare.
Midûriyetê ji bo bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Xarpêt, Erzirom, Qers, Mûş, Sêwaz û Wanê bi koda zer hişyarî kir.