ENQERE - Jinên ji Amedê meşiyan Enqereyê, ber bi Meclisê ve meşê li dar dixin. Piştî meşê dê li pêşiya Meclisê daxuyanî were dayin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li dar xist. Meşa ku di 1’ê Cotmehê de hate destpêkirin, îro bi dawî dibe. Jinan, piştî 7 rawestgehan xwe gihandin Enqereyê. Jin, bi daxwaza cîbicîkirina “mafê hêviyê”, azadiya girtiyên siyasî, derxistina yasayên entegrasyona demokratîk, bidawîbûna komkujiyên li dijî jinan û gelek daxwazên din ji Guvenparkê ber bi Meclisê ve dimeşin.
Piştî daxuyaniya li pêşiya Meclisê, jin dê rapora xwe radestî endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bikin.
Berfirehiya nûçeyê tê...