NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a Şedadê, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" de, Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê çalakiyek li hola meclisê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jinên ji Şedadê û bajarokên Erîşe û Mergedayê beşdarî çalakiyê bûn.
Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Şedadê Emîra El Elî di çalakiyê de axivî û têkoşîna jinan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Emîra anî ziman ku dengê jinan dê paşguhkirî nemîne, lê dê di avakirina siberojê û civaka demokratîk a azad de bibin tevkarên esasî.
Di dawiya çalakiyê de endama Meclisa Kongra Star a Erîşa Hîba El Elî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em jin bi navê her jineke lêgerîvana azadî û rûmetê, bi navê her dayikekê ku emaneta şehîdan hilgirtiye û bi navê her keçeke ku siberojeke baştir ji gelê xwe re dixwaze, dengê xwe bilind dikin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin dixwazin rasterast hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin û wiha hat gotin: "Em bi mafê hevdîtinê ve girêdayî ne. Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga dirust rêya bihêzkirina yekitiya gelan û belavkirina nirxên azad û wekheviyê ye."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêvî ne dirûşmeke ji rêzê ye, lê belê mafekî rewa ye. Mafê jinan mafê civakê ye. Ronesans jî rêya ber bi avakirina aştî, edalet û demokasiyê ve ye."
Di dawiyê de ji ber ked û têkoşîna wan diyarî pêşkêşî jinên beşdar hatin kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.