Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN- Abdullah Ocalan, zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin. Her çend CPT raporên xwe eşkere nake jî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi çavdêriya biryarên DMME'yê hatiye erkdarkirin, ji bilî muhleta ku da Tirkiyeyê tu biryarekê nagire. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de, di bin zexta hêzên cîhanî de, neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka kurd, bala xwe da Ewropayê û di 15'ê Sibata 1999'an de ew anîn Tirkiyeyê. Ocalan li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Girava Îmraliyê ku girtîgeheke bi taybetî hatibû çêkirin û berê hatibû valakirin, di hucreyeke yekkesî de hat bicihkirin.
 
MERCÊN JI 'ÎŞKENCEYÊ' WÊDETIR 
 
Bîst û heft sal di ser destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan re derbas bûn. Di vê heyamê de, tecrîda li ser Ocalan her ku çû girantir bû û hemû mafên wî hatin binpêkirin. Gelekan bûyerên li Îmraliyê bi Guantanamo ya li DYA'yê re qiyas kirin, ku wekî "navenda îşkenceyê" tê zanîn. Her çend di hin aliyan de dişibin hev jî, lê şert û mercên li Îmraliyê ji yên Guantanamoyê hîn dijwartir bûn. Derfetên ragihandinê yên wekî bi malbat, parêzer û serdêran û her wiha telefon, name, faks û telegrafê li Guantanamo qedexe nebûn, lê li Îmraliyê ji van mafan yek jî esas nayên girtin. 
 
OCALAN: BI PERGALEKE 3 STÛNÎ TÊ BIRÊVEBIRIN
 
Di nirxandinên berê de, Ocalan diyar kiribû ku girtîgeha ku ew lê di tecrîdeke giran de tê girtin, bi pergaleke "sêstûnî" tê birêvebirin. Li gorî Ocalan, lingekî vê pergalê DYA, lingek wê Ewropa û yê din jî Tirkiye ye; "Girtîgeha Îmraliyê ji pergala girtîgehê ya li Tirkiyeyê pir cuda ye. Rewşa girtîgehên din li vir nayê sepandin. Rewş û avahiya wê bi peymaneke veşartî hatiye sazkirin. DYA, bi peymanên veşartî li gelek deveran gelek girtîgehên wiha ava kiriye. Girtîgeha Îmraliyê yek ji girtîgehên taybet e ku ji hêla DYA'yê ve bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Bi vê yekê, raya û erêkirina YE'yê jî hatiye xwestin û wan avahî û şert û mercên vê derê diyar kirine. Divê mirov ji rêzê nêzî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nebe; divê neyê dîtin ku ew wekî şandeyek ku dem bi dem tê û diçe; ew ji tiştê ku li vir diqewime haydar in. Ew bi Komîteya Ewropayê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê Konseya Ewropayê bi tevahî jê haydar e. Ew dibêjin ku ew ji hêla navendeke krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê ve tê birêvebirin, lê ne wisa ye. Ew rasterast bi DYA'yê ve girêdayî ye."
 
‘KES NIKARE 6 ROJAN ÎDARE BIKE'
 
Ocalan ku gotibû "Kes nikare di van şert û mercan de şeş rojan jî îdare bike" wiha gotibû: "Em avêtine vir. Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me û Rojava jî di nav wan de ye. Pergala cîhana kapîtalîst min girtiye û dewlet min wekî karteke, wekî dîlgirtiyekî digire. Ez li vir dîlgirtiyekî siyasî me. Divê helwesta min bi vî rengî were fêmkirin. Ez dikarim vê yekê bi mînakekê rave bikim: Ez mîna kesekî li ser amûra hilmijandinê me, ew kengî bixwazin dikarin fîşê bikişînin. Tecrîda girankirî jixwe tê wateya darvekirinê. Di bin van şert û mercan de li cîhanê kesekî din tune; tenê ew maye ku ez nemirime." 
 
ŞIRÎKÊ ÎŞKENCEYÊ: CPT!
 
Kurd û hevalbendên wan bi salan e ji bo guhertina van şert û mercan û bidawîanîna "pergala îşkenceyê" doza guhertin û bidawîanînê dikin. Li gelek welatên cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê, gelek xwepêşandan û çalakiyên cuda tên lidarxistin û bi mîlyonan kes beşdar dibin.
 
Lêbelê, wekî komployê, di helwestên hikûmetên navneteweyî û rêxistinên girêdayî wan de der barê pergala tecrîda Îmraliyê de tu guhertin çênebûye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di nav wan rêxistinan de ye ku çavên xwe ji binpêkirinên li Îmraliyê re digire.
 
CPT dezgeheke çavdêriyê ya serbixwe ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamê wê ne. Ew rol û mîsyona xwe wekî "serdana cihên girtinê li welatên endam ên Konseya Ewropayê ji bo nirxandina ka nêzîkatiya li kesên ji azadiya xwe bêpar mane çawaye" pênase dike. Nimûne; cihên girtinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên girtina ciwanan, navendên girtina koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê yan jî malên lênêrîna extiyaran in. CPT her çar salan carekê serdanên periyodîk li her dewleteke endam dike. Ew dikare serdanên ji nişka ve li welatên endam bike "eger ew pêdivî bibîne ku rewşeke cidî heye." 
 
CPT, dikare bêsînor bigihîje hemû cihên ku serdana wan dike û bê sînor bigere. Ew dikare bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane re hevdîtinên taybet bike û bi her kesê ku dikare agahdariyê bide re bi azadî têkilî dayne. Di dawiya serdanên xwe de, şandeya CPT bi wezîrên peywendîdar an rayedarên hikûmetê re dicive da ku çavdêriyên xwe yên pêşîn pêşkêş bike.
 
Piştî her serdanê, CPT raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne, tevî pêşniyaz, şîrove û daxwazên agahdariyê. Di nav sê heta şeş mehan de piştî raporê, CPT ji rayedarên têkildar agahdariya berfireh der barê tedbîrên ku ji bo bicîhanîna pêşniyazan hatine girtin de dixwaze. Raporên ku ji hêla CPT'yê ve piştî van civîn û têkiliyên "nehênî" hatine amadekirin heya ku rayedarên dewletê yên têkildar daxwaza weşandina wan nekin nayên eşkerekirin. Lêbelê, heke pêşniyaz neyên bicîhanîn, ew xwediyê karbidetsiyê ye ku bi piraniya du-sê endamên xwe, li şûna raporên ku amade kirine, li ser mijarê daxuyaniyekê bide.
 
Her çend hin welat destûrê didin ku rapora CPT'yê bi bersivên xwe re bixweber were weşandin jî, Tirkiye ne di nav van welatan de ye.
 
CPT, ji sala 1999'an vir ve neh caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019 û 2022). Raporên şeş ji van serdanan hatine weşandin. Her raporek tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan ferz kiriye û binpêkirinên mafên mirovan ên curbicur destnîşan kiriye. Her wiha pêşniyazên curbicur ji bo bidawîkirina muameleya xirab jî dihewîne. Lêbelê, tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan berdewam zêde bûn. Ji bilî van "pêşniyazan", tu tedbîr nehatine girtin.
 
CPT, rapora serdanên dawî yên Îmraliyê bi hinceta nebûna destûra Tirkiyeyê eşkere nekir. Lêbelê, CPT xwediyê karbidestiyê ye ku der barê welatên ku "ne hevkar in" û pêşniyazên wê bicîh naynin de daxuyaniyan bide. CPT, di salên 2001-2003'yan de der barê Rûsyayê, di sala 2011'an de der barê Yewnanîstanê, di sala 2015'an de der barê Bulgaristanê, di sala 2017'an de der barê Belçîkayê, di sala 2019'an de der barê Rûsyayê û di sala 2021'ê de der barê Bulgaristanê de daxuyanî da, hemû jî bêyî destûra welatên endam.
 
CPT, herî dawî ji 13 heta 22'yê Sibata 2024'an serdana Tirkiyeyê kir da ku muameleya li gel kesên ku di girtîgehên ewlehiya bilind de hatine girtin, lêkolîn bike. Îmralî, di nav girtîgehên ku hatine ziyaret kirin de nebû.
 
11 SAL IN DER BARÊ 'BINPÊKIRINÊ' DE GAV NEHATINE AVÊTIN
 
Ji bilî şert û mercên li Îmraliyê, mafên qanûnî yên Ocalan ên der barê azadiya wî ya fizîkî de jî tên paşguhkirin. Piştî ku di destpêka salên 2000'î de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hat rakirin, cezayê Ocalan hat guhertin ji bo cezayê muebbedê yê girankirî. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî sala 2000'î di rêzebiryarên xwe de eşkere dest bi îşaretkirina "mafê hêviyê" yê girtiyan kir û di vê mijarê de îçtihadeke girîng a dadweriyê pêş xist.
 
Li gorî biryarên DMME'yê, ragirtina mehkûmên ku dê hetahetayê di girtîgehê de bin bêyî misogerkirina "mafê hêviyê" xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike. Di biryara xwe ya Adara 2014'an de, DMME'yê biryar da ku "mafê hêviyê" yê Ocalan hatiye binpêkirin. Biryara "Ocalan-2 Tirkiye" tekez kir ku "girtina heta mirinê" qedexeya îşkenceyê û binpêkirina "mafê hêviyê" ye.
 
DMME'yê piştre biryarên wekhev ji bo girtiyên bi navê Hayati Kaytan (Îlona 2015'an), Emin Gurban (Kanûna 2015'an) û Civan Boltan (Sibata 2019'an) da.
 
"Mafê Hêviyê" di qanûnên Tirkiyeyê de cih nagire. Sedema ku DMME biryara "binpêkirinê" da jî ev e. DMME, destnîşan dike ku di vî warî de sererastkirineke qanûnî bê kirin. 
 
Ev yek, tevî Ocalan rasterast zêdetirî 4 hezar girtiyan eleqedar dike.
 
KONSEYÊ DAXILÎ ROJEVA XWE KIR
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku berpirsiyarê şopandina bicîhanîna biryarên DMME'yê ye, cara yekem di sala 2015'an de biryara "binpêkirinê" ya têkildar nirxand. Tirkiyeyê di 24'ê Tîrmeha 2015'an de "Plana Çalakiyê" pêşkêşî komîteyê kir. Di plana çalakiyê de hat îdîakirin ku biryara DMME'yê, digel wergera wê, ji hemû dadgehan re hatiye şandin û bi vî awayî hatiye îcrakirin. Lêbelê, biryara DMME'yê nehat bicîhanîn.
 
Piştî sala 2015'an, gelek serlêdan der barê biryara "binpêkirinê" de hatin kirin. Parêzerên Ocalan, cara yekem di 6'ê Hezîrana 2016'an de der barê "mafê hêviyê" de serî li Komîteya Wezîran dan. Parêzeran piştre der barê pêkanîna "mafê hêviyê" de agahdariyên periyodîk ji komîteyê re şandin. Parêzeran agahdariya xwe ya herî dawî di Tîrmeha 2025'an de şandin. Di agahdariyê de hat gotin ku tevî ku 11 sal derbas bûne jî, hikûmeta Tirkiyeyê li gorî biryara DMME'yê tu gav neavêtiye, ji ber vê yekê, pêwîst bû ku biryar were nivîsandin û ragihandin û prosedura binpêkirinê were destpêkirin. 
 
SERLÊDANA 3'YEM
 
Ji bilî parêzeran, rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê jî daxwaznameyek pêşkêşî komîteyê kirin û daxwaz kirin ku DMME biryarên xwe yên li ser binpêkirinên "mafê hêviyê" bicîh bîne û Tirkiye di vî warî de guhertinên qanûnî bike. Serlêdana ku ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hat pêşkêşkirin, daxwaz kir ku komîte biryara binpêkirinê "lezgîn" binirxîne.
 
Rêxistinên civaka sivîl serlêdana xwe ya duyemîn di 31'ê Tîrmeha 2024'an de û serlêdana xwe ya dawî jî di Tîrmeha 2025'an de pêşkêşî komîteyê kirin. Rêxistinên civaka sivîl daxwaz kirin ku gavên pêwîst ji bo bicîhanîna biryarên DMME'yê werin avêtin. Di agahdariyê de her wiha ji Tirkiyeyê hat xwestin ku agahî li ser hejmara kesên li Tirkiyeyê bi cezayê muebbedê yê girankirî hatine cezakirin, bide.
 
Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên wekî Projeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TLSP), Komeleya Parêzerên Ewropî ji bo Demokrasiyê û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî e.V. (MAF-DAD), û Koma Hiqûqê ya Londonê (LLG) jî pêşniyaz pêşkêşî komîteyê kirin. Ev cara yekem bû ku rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî pêşniyazek di vê astê de pêşkêş dikirin û ji Tirkiyeyê dixwestin ku gavên pêwîst biavêje da ku "mafê hêviyê" misoger bike.
 
DÎSA MUHLET DA
 
Komîteyê biryara binpêkirinên "mafê hêviyê" yên piştî 2015'an di navbera 30'ê Mijdarê û 2'yê Kanûna 2021', xist rojeva xwe. Di vê civînê de, heta Îlona 2022'yan muhlet ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku tedbîran bigire. Her çend Tirkiyeyê tu tedbîr negirt jî, Komîteyê dosyeya dozê ya bi navê "Koma Gurban" sê sal şûnde, di navbera 17 û 19'ê Îlona 2024'an de xist rojeva xwe. Di vê civînê de, Komîteyê ji Sekreteryayê re talîmat da ku eger Tirkiye tedbîrên erênî negire, pêşnûmeyeke biryareke demkî amade bike û heta Îlona 2025'an muhlet da Tirkiyeyê ku tedbîran bigire.
 
Di biryara xwe ya demkî ya di civîna xwe ya dawî de, komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku bêyî derengketinê gav biavêje û dîsa salek muhlet da wê. Her wiha diyar kir ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin ji bo gavên pêwîst were bikaranîn.
 
MA/ Azad Altay

Sernavên din

11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin