Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin

  • rojane
  • 09:04 26 Îlon 2025
  • |
img
WAN - Ji 223 karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistin Sînan Yilmaz, ji ber ku ferzkirina sîxurtiyê ya kesên ku xwe wekî polîsan dan naskirin qebûl nekir, bi revandinê û zirardayîna li malbatê gef lê hatin xwarin. 
 
Yek ji kiryarên pêşîn ên qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, ji kar derxistina karkeran bû. Qeyûm, 223 karker ji kar derxist. Li gor îdiayê, ji van karkeran Sînan Yilmaz, bi mehan e bi gefên polîsan re rû bi rû ye û tê şopandin. Yilmaz, diyar kir ku polîsan jê re gotiye, "Em diçin qereqolê" lê ew birine kafeyekê û sîxurtî lê ferz kirine. Yilmaz, got ku her carê polîs jê re dibêjin dosyeyeke wî ya vekirî heye. Yilmaz, anî ziman ku polîsan pêşniyaz lê kirine ku "Heke tu alîkariya me bikî, em ê te ji vê dosyeyê xelas bikin" û ji ber redkirina pêşniyazê bi zarok û malbata wî gef lê hatine xwarin. 
 
FERZKIRINA SÎXURTIYÊ
 
Yilmaz, diyar kir ku di hefteya yekem a Çileyê de dema ku ji kar vedigeriya malê ew hatiye şopandin û got ku piştî gihîştiye malê, telefona wî lê ketiye û jê re hatiye gotin ku divê ew were qereqola polîsan îfadeyeke wî heye. Yilmaz, anî ziman ku polîsan ew ji malê hildane û got: "Em çûn kafeyekê, ne qereqola polîsan. Polîsan ji min re gotin ku ew bi taybetî ji Enqereyê hatine Wanê û li vir xebatekê dimeşînin. Wan got ku ew ji bo vê xebatê, pêşî pêwendiyê bi kesên ku berê hatine girtin re datînin û alîkariyê ji wan dixwazin. Teklîfa vê bo min kirin. Min ji wan re got ku min ji doza xwe ya berê beraet kiriye û niha tu dosyeyên min tune ne. Piştî demeke kurt, heman hejmarê gelek caran telefonî min kir. Min di destpêkê de red kir, lê paşê min bersiv da." 
 
‘EM Ê ALÎKARIYÊ BIKIN’
 
Yilmaz, bilêv kir van kesan di meha Nîsanê de dîsa bi fizîkî ew şopandine û got ku ji ber vê ew zûzûka li wesayîtekê reş hatiye siwarkirin. Yilmaz, anî ziman ku piştî ku li wesayîtê hatiye siwarkirin, wî ji wan re gotiye ger pirsgirêkek hebe ew dixwaze biçe midûriyeta polîsan û got: "Wan ji min re got ku şahidekî veşartî heye û çûna te ya Îranê dide der ku têkiliya te bi rêxistinê re heye. Min jî pirsî ger delîleke we ya bi vî rengî hebe, çima hûn min nabin midûriyeta polîsan. Wan ji min re got ku ew dixwazin alîkariya malbata min bikin, ji ber ku rewşa min a aborî ne baş e, ew ê bi rêya komeleyan alîkariya min bikin û ku ew ê min vegerînin ser karê min. Min her tiştê ku wan pêşkêşî min kir red kir. Dema ku min red kir, wan gef li min xwarin ku dosyeyê vekin. Ji min re gotin ku ew ê sibê dosyeyê radestî dozgeriyê bikin û 27 sal cezayê girtîgehê bidin min. Min ji wan re got, 'Heta 127 sal ceza jî bixwim ez vê qebûl nakim.' Ji min re gotin, 'Tu yê tev li rêxistinê bibî ka li Îranê çi dike? Pêkhateya wê çi ye? Tu yê her tiştê ku di nav partiya siyasî de heye ji me re bînî.' Ji min re gotin ku heke ez alîkariya wan nekim, xelasî tune ye. Min red kir û roja din dîsa gazî min kirin û gef li min xwarin."
 
Yilmaz, diyar kir ku ew di 17'ê Îlonê de li Wanê beşdarî meşa "mafê hêviyê" bûye û got ku roja din polîsan dîsa telefonî wî kiriye. Yilmaz, got: "Wan ji min re, wekî ku gefê li malbata min dixwin, gotin ku heta sibê dema te heye û ev ê ji bo malbat û zarokên min nebaş be. Min ji wan re got ku ew nikarin li ser vê yekê gefê li min bixwin û ger dosyeyeke min hebe ez amade me biçim dadgehê. Ger sibê dusibe tiştek bê serê malbata min û zarokên min were, berpirs polîs û dewlet in."

Sernavên din

04/10/2025
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye
09:44 Xwendekarên Zanîngehê li gel xwendinê ji bêgavî dixebitin
09:33 Ji ber ziwabûnê randiman kêm bûye
09:17 Muteahîdê ku bû sedema mirina 39 kesan li Zîlanê xwezayê talan dike
09:09 Ji Hamasê der barê 'plana Xezeyê' de daxuyanî
09:04 Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN
03/10/2025
19:09 Bi girseyî serdana şîna Bariş Bor hat kirin
16:40 Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
16:35 Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin
16:14 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:12 Tulay Hatîmogûllari: Divê girtiyên siyasî bên berdan
Tuncer Bakirhan: Biryarên DMME’yê divê bên cîbicîkirin
14:41 Li Konyayê qeydên dersên Kurdî dest pê kir
13:34 DEM Partî: Li gorî biryarên DMME’yê divê girtiyên Doza Kobanê bên berdan
12:25 Meşvanên azadiyê: Dê vê pêvajoyê jin temam bikin
11:41 Rapora DFG’ê ya Îlonê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz û astengkirin domiyan
11:14 ENAG: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.79 zêde bû
TUÎK: Enflasyon di Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bû
11:12 Jin li Amarayê ne: Meşa me ya dîrokî dê encam bigire
10:43 Kadriye Dogan: Ji bo aştiyê divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:28 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:04 Di hucreyeke yekkesî de hewldanên çareseriya demokratîk
09:54 Antropolog Sîbel Ozbudun: Tirkiye hêj jî meseleyê weke pirsgirêka ‘terorê’ dibîne
09:08 Hevgirtina enternasyonal: Gotarên Nagihan Akarselê li zimanên din hatin wergerandin
09:07 Nerîman Ozcan a hevjînê wê û du xizmên wê hatin kuştin: Înfazeke plankirî bû
09:03 Dayikên Aştiyê: Şerta aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li Agiriyê dema silqokê: Kîloyek silqok ne bi qedeheke çayê ye jî
09:01 Kolanên Wanê: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike û li dijî Rojava şer neke
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2025’AN
02/10/2025
23:49 Jinên êzidî bersiva peyama Ocalan dan: Têkoşîna me xurttir bû
23:21 Meşvanên jin li Xelfetiyê kargeh li dar xistin
17:03 Meşvanên jin li Xelfetiyê ne: Azadiya Rêbertiya me xeta me ya sor e
16:55 Di doza Narîn Guranê de 3 kes hatin tehliyekirin
16:54 Hevserokên OHD’ê di komîsyonê de axivîn: Ji bo demokratîkbûnê ‘mafê hêviyê’ girîng e
16:31 Di Behra Marmarayê de erdhej çêbû
16:17 Îtîraza rojnameger Dîcle Muftuoglû hate redkirin
16:06 Tevdîra kontrola edlî ya rojnameger û siyasetmedaran hat rakirin
14:26 Hiqûqnas Gulseren: Divê sererastkirinên mewzûatê bixin rojeva xwe
13:48 Sifreya 300 sal in li Gundikê Melê tê danîn: Tamtamûk
13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê