AMED - Tevî biryara betalkirinê ya AYM’ê jî, li ser daxwaza emniyetê ku di qada medyaya dijîtal de dewriyeyan dike, ji bo 25 hesabên medyaya dijîtal biryara astengkirinê hat dayin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 19’ê Sibata 2020’ê de hukmê ku dewriyeyên dijîtal dide polîsan li dijî destûra bingehîn dît. Tevî biryarên AYM’ê jî “dewriyeyên dijîtal” ên polîsan didomin.
Herî dawî, di 10’ê Îlonê de li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, 25 hesabên Instagram, Facebook û X’ê hatin astengkirin. Yek ji wan hesaban jî hesabê X’ê ya edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû bû.
Biryara astengkirinê ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê ve hate dayin. Di biryarê de hate gotin ku li ser daxwaza Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Sîberê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatiye dayin û hat gotin ku 24 saetan “dewriyeyên dijîtal” tên kirin.