NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Jinnewsê, di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok e qetilkirin. Her wiha 7 jê zarok û 25 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştin, destdirêjî û tundî ya li hemberî jin û zarokan didome. Polîtîkayên bêcezahiştinê û piştguhkirina giliyan, gotin û hewldanên zayendperestiyê yên desthilatê rê li ber kuştina jinan vedike. Piranî jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin. Lê ligel her cure tundî, kuştin, destdirêjiyê jin têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê û dengbilindkirinê didomînin.
Kiryarên 4 jinan nayê zanîn. 2 jin ji hêla kurê xwe ve, 4 jin di asta destberdanê de, 12 jin ji hêla kesên bi wan re zewicandî ve, 3 jin ji aliyê mêrê ku bi hev re dijiyan, jinek ji aliyê karmend ve, jinek ji hêla mêrê ku dest ji hev berdabûn, jinek ji hêla naskiriyê xwe ve û jinek jî ji hêla xizmên xwe ve hatine qetilkirin.
Li Edeneyê 2, li Antalyayê yek, li Trabzone 2, li Denîzliyê yek, li Karabukê yek, li Edîrneyê yek, li Enqereyê yek, li Ispartayê yek, li Balikesirê yek, li Mêrdînê yek, li Kayseriyê yek, li Mêrsînê 2, li Mûglayê 2, li Rihayê yek, li Stenbolê 2, li Amedê 2, li Aydinê yek, li Agiriyê yek, li Konyayê yek, li Kocaeliyê yek, li Dîlokê yek û li Bûrsayê jî jinek hat qetilkirin.