Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene

STENBOL – Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got, “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di rojevê de ye û ji aliyê gelek partiyan ve tê nîqaşkirin. Akademîsyenê Aştiyê Prof. Dr. Yucel Demîrer ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) pêvajo nirxand û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku bi mîlyonan eleqedar dike û heta niha êşên mezin hatine kişandin.
 
Demîrer anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke piralî ye û wiha got: "Mîna di her mijara civakî û siyasî de, di mijara aştiyê de jî komên dijber hene. Bi salan e aboriyeke şer û çandeke şer hatiye afirandin. Têkildarî tundiya em pê re rû bi rû ne de, rêzefîlmên televîzyonê jî hene. Di vê çarçoveyê de li pêşiya aştiya civakî astengiyên çandî, aborî, siyasî û civakî hene. Her wiha, ji ber serdema zordar a otorîter ku desthilatdariya siyasî di deh salên dawî de kete dewrê, astengiyên ku em pê re rû bi rû ne hene. Nexasim di demeke wiha de ku Tifaqa Cumhur gav bi gav qels dibe û meşrûiyeta xwe winda dike, pêvajoyeke wiha ya aştiyê hatiye pêşxistin. Bêguman divê ev pêvajo were nirxandin û aştî bi pêş bikeve."
 
WÊREKÎ DIVÊ
 
Demîrer diyar kir ku divê tecrûbeyên berê yên Tirkiyeyê bên bikaranîn û wiha got: "Pêwîste di her warî de bi wêrekî be. Divê em bi empatiyê pêvajoyekê pêş bixin. Beriya her tiştî taybetmendiya bingehîn a pêvajoyên aştiyê ew e ku dişibin hev. Ji ber ku hemû ji cûreyên nakokiyan hene. Reçeteya her pêvajoya ku di serdemên cuda yên dîrokî û erdnîgariyên siyasî de tê meşandin, şensê xwe nîne ku li gorî yên din bê adaptekirin."
 
‘KOMÎSYON PIR BUROKRATÎK E’
 
Demîrer bilêv kir ku her çiqas niyeta hikûmetê ya avakirina komîsyonê nebe jî li Meclisê komîsyonek hatiye avakirin û wiha got: "Bi ya min, di komîsyonê de gelek kêmasiyên mîna astengikirina li dayikeke Kurd a bi zimanê xwe yê dayikê neaxive hene. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev pêvajo baştir, azadtir bên amadekirin û bi rengekî ku ne li ser bingeha xemsariyê, lê ji dil tir, serî li hestûran bidin. Ez vê pêvajoya komîsyonê hinekî burokratîk û fermî dibînim. Heta radeyekê burokrasî pêwîst e û ne mimkun e ku mirov xwe jê dûr bixe. Lê belê, bi taybetî di vê pêvajoyê de, ez bêtir şeklîbûneke burokratîk dibînim."
 
Demîrer civînên gel ên ji aliyê DEM Partiyê ve hatine lidarxistin rexne kir û diyar kir ku tevlibûna endamên partiye yên tên zanîn civîn veguherandine rîtûelekê û pêwîst e gelek derdorên cuda jî beşdarî civînên gel buna. Demîrer da zanîn ku ger ev pêvajo bi ser nekeve ne tenê li welat dê li Rojhilata Navîn jî pêvajoyeke tarî destpê bike. 
 
Demîrer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek kes rexneyên giran dikin û li gorî ev di cih de nîn e. Ger aştî pêwîstiyek be, şekil, rêbaza aştiyê ji aliyê hemû kesî were fêmkirin. Divê dilê me rihet be, zimanê çêker ji aliyê girseyeke berfireh ve were bikaranîn. Ez akademîsyenê aştiyê me û bi serbilind im. Wek akademîsyenê aştiyê hewl didim peywira ku dikeve ser milê min bi cih bînim. Ji bo girse were qanîkirin peywir dikeve ser milê me hemûyan. Li gorî min di warê derûnî û civakî de ji bo pêvajoyê zêde ked nayê dayîn. Dikarin têkildarî vê mijarê xebat bên kirin.”
 
MA / Melîk Çelîk  
 

Sernavên din

12:36 DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
12:20 Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
11:44 Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
11:18 Bîlançoya erdheja li Efxanistanê giran dibe: Hejmara miriyan derket 622'yan
11:09 Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
10:57 Ji bo rojnamegerên li Xezeyê hatine qetilkirin piştevaniya kûrewî
10:43 Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
10:42 Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
10:35 Gokdemîr ê OHD’î: Divê statuya Kurdî bê naskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin
09:57 Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
09:52 Îsraîlê biryara dagirkirina ‘Şerîaya Rojava’ da
09:51 Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
09:39 'Bila çand û zimanê Kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin’
09:06 Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
09:02 Kongreya Beluc a Kanadayê hate avakirin
09:00 ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN
08:54 Li Efxanistanê erdhej: Herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dan
31/08/2025
22:41 Îsraîl: Berdevkê Hamasê Ebû Ubeyde hat kuştin
22:36 Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
22:29 Tulay Hatimogûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
21:27 Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
21:18 Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
18:43 Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
18:34 Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
18:30 Li Agiriyê banga meşa aştiyê
16:23 Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
16:16 Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
14:33 'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
14:31 'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
14:09 Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
13:53 NY’ê ji bo Şerîfe Mihemedî ji Îranê re name şand
12:51 Kolombiyayê îxrackirina komirê ya ji Îsraîlê re bi temamî qedexe kir
12:50 Civaknasê Amerîkayî Calhoun piştgirî da pêvajoyê
12:05 Li Sûriyeyê 800 kesayetan ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan
12:05 Ji bo ‘Meşa Aştiyê’ ya li Agiriyê banga tevlibûnê
11:46 Akademîsyen Berwarî: Iraq di çarçoveya tifaqan de tê dabeşkirin
11:07 Mazlum Ebdî: Sûriye dê nebe Sûriyeya beriya 2011’an
10:56 Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
10:47 Hamasê mirina Muhammed Sînwar piştrast kir
10:44 Redkarên wijdanî ji bo komîsyon li wan guhdarî bike serlêdan kirin
10:03 ‘Heke hûn pêvajoyekê birêve bibin divê hûn bi muxatabê wê re hevdîtinê bikin’
09:45 Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
09:36 Guzel ê piştî 33 salan hate berdan: Divê Komîsyon erka xwe pêk bîne
09:12 Daxwaza Komeleya Lêkolînên Kurdî: Ji Kurdî re statu, perwerdeya bi Kurdî
09:00 Qeydên ANKA-DER’ê dest pê kirin
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan