STENBOL - Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê di 31’ê Tebaxê de li Meydana Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mitîngê li dar bixe.
Bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran, mitîng, meş û çalakiyên cur be cur bê lidarxistin. Bi boneya 1’ê Îlonê dê li Stenbolê çalakî bê lidarxistin. Li Stenbolê, dê bi pêşengiya Hêzên Aştî û Demokrasiyê li Meydana Rihtimê ya li Kadikoyê di 31’ê Tebaxê saet di 14.00’an de mitîng bê lidarxistin. Girse dê saet di 14.00’an de ji Rawestgeha Metrobusê ya Sogutluçeşmeyê dest bi meşê bike.
PEYAMÊN KU DÊ BÊN DAYÎN
Dirûşma mitînga îsal “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” ye. Dê di mitîngê de têkildarî geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qewimîn, peyam bên dayîn. Herwiha dê balê bikişînin ser geşedanên li welatên Rojhilata Navîn, qetlîamên Durziyan û Elewiyan ên li Sûriyeyê û wehşeta li Xezeyê rû dide.
XEBAT DIDOMIN
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari dê beşdarî mitîngê bibe. Rêxistina Partiya DEM’ê ya Stenbolê bêyî navber xebatên ji bo amedekariya mitîngê didomîne. DEM Partî, di vê çarçoveyê de li Stenbolê çalakiyên bi mûzîk, meş, şahî û çalakiyên kargehên zarokan li dar dixe.